27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şahidiya xwe ya pêşwazîkirina Ocalan vegot

Rostam Broyêv ku dema çûna wî ya Rûsyayê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêşwazî kiribû ev tişt got: “Serokatî tesîreke mezin li min kir. Ji ber ku parlamenter bûm min gelek serok dîtibûn lê tu serok bi qasî Serokatî tesîr li min nekir.” 

Rêberê PKK’Ê Abdullah Ocalan di pêvajoya darbeya leşkerî ya 1980’yî de bi komeke hevalên xwe re ji Tirkiyeyê derket û derbasî Sûriyeyê bû. Piştî vê derbasbûnê rayedarên Tirkiyeyê bi salan zextê li Sûriyeyê kirin ku Ocalan ji Sûriyeyê derkeve. Di sala 1998’an de ev zext û gef derketin asta herî bilind û Serokdewletê Sûriyeyê yê demê Hafiz Esad bi komployeke navdewletî Ocalan ji Sûriyeyê derxist. Ocalan ji Sûriyeyê derbasî Yewnanistanê bû. Ji ber ku Yewnanistan ew qebûl nekir Ocalan ji vir jî derbasî Rûsyayê bû. Parlamenterê kurd ê Rûsyayê yê wê demê Rostam Broyêv ku Ocalan li Rûsyayê pêşwazî kir, ji rojnameya me re axivî û qala şahidiya xwe çûna Ocalan a Rûsyayê kir.

Rostam Broyêv, di destpêka axaftina xwe de destnîşan kir ku dema qala Ocalan dibe gelek xemgîn dibe û weke ku Ocalan hê nû hatibe girtin û wiha qala pêvajoya derxistina Ocalan a ji Sûriyeyê kir: “Tirkiye û NATO gavên mezin diavêtin û dixwestin ku nîşan bidin ew dinyayê bi rê ve dibin. Ji ber vê yekê jî Hafiz Esad ji Tirkiyeyê tirsiya û ji Serokatî re got; ‘Divê tu ji Sûriyeyê derkevî. Li ser vê ji carekê ve rewş germ bû. Di 7-8’ê cotmehê de em ketin tevgerê. Sibehê heta êvarê em ji parlamentoyê dernediketin û em li rêya ku çawa Serok bînin Rûsyayê digeriyan.”

Hewldanên pêşwazîkirina Ocalan

Broyêv, da zanîn ku heke bi destê hikûmet û Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê bûya wê Ocalan nehatina Rûsyayê û wiha got: “Tenê şansekî me hebû; ew jî bi rêya parlamenteran em dikaribûn karekê bikin. Me biryar da ku vexwendnameyekê ji Serok re bişînin. Me dixwest vê vexwendnameyê li ser navê serokên partiyên ku di Dûmayê de cih girtine bişînin. Ji bo têkiliya nêzîk Partiya Lîberal Demokrat a Vladîmîr Jîrînovskî û Partiya Komunîst a Gennadî Zyûganov hebûn. Em ketin tevgerê û me xwest bi destê van her du partiyan serok bînin Rûsyayê. Lê serokê komunistan ne li Moskovayê bû û hinek dem dixwest. Lê Jîrînovskî li cihê xwe bû û piştî hevdîtina me pê re bi şêwirmendên xwe dest bi nivîsandina vexwendnameyê kir û got; “Berê vê vexwendnameyê jî Jîrînovskî name ji Serok re şandîbû û xwestîbû bê Rûsyayê. Lê wê çaxê Serok û spasiya wî kirîbû. Serok dixwest ne bi destê serokê partiyekê bi destê dewletê bê Rûsyayê.”

Dijminê dijminê xwe

Ji bo plana derxistina Ocalan a ji Sûriyeyê jî Broyêv, ev agahî parve kirin: “Li gorî plana Gladoyê ku hatibû çêkirin; divê Serok bihatina Yewnanistanê û Serokatiya Yewnanistanê Serok bigirta û radestî Tirkiyeyê bikira. Ev yek jî bi destê Îsraîl û Amerîkayê dihat kirin. Lê rayedarên yewnan ji gelê xwe tirsiyan û ev plan pêk nanîn. Lewre Tirkiye dijminatiya gelê yewnan dikir. Nedibû ku dijminê dijminê xwe radest bikin. Dijminatiya gelê kurd jî nedixwestin. Ji ber vê jî radest nekirin lê kirin ku Serokatî ji Yewnanistanê derkeve û biçe Swêd û Rûsyayê. Hevalên me jî li Ewropayê karê dîplomasiyê dimeşandin. Lê van dewlatan di bin bandora Îsraîl û Amerîkayê de bûn û nedixwestin serokatiyê qebûl bikin.”

Xewna rayedarên rûs!

Broyêv, bi lêv kir ku teyareyeke leşkerî ya Yewnanistanê bi awayekî nêzm Ocalan aniye Moskovayê û wiha axivî: “Dema ku Serok hat li balefirgeha Moskovayê peya bû em bi 3 wesayîtan çûn pêşiya wî û me ew hilda. Jîrînovskî hema bi carekê ve wesayît ajot û ket bajar. Qet neket gumrukê. Piştî çend rojan rayedarên hikûmet pirsa doza vê yekê ji Jîrînovskî kirin. Digotin, ‘Ew kî ye hatiye, te kî girtiye û çima di gumrikê re derbas nekiriye?’ Paşê pê hesiyan ku kesê hatiye Serokatî ye. Li ser vê pirsgirêk mezin bû û du berpirsyarên dewletê xwestin bi Serok re rûnin û xeber bidin. Ev hevdîtin hat kirin. Serokatî, Berpirsê PKK’ê yê Rûsyayê Mahîr Welat û ez em bi heyeta Rûsyayê re rûniştin. Rayedarên Rûsyayê digotin ji wan re xewnên şevê bûye ku bi Serokatî re rûnin û hevdîtin bikin. Destpêkê hevdîtin baş bû lê di dawiya hevdîtinê de rayedarekî ji Serok re got, ‘Em nikarin we li vir qebûl bikin. Dewleta me di rewşeke zor de ye. Rêzgirtina me ji we re heye. Miletê kurd ji we hez dikin û rêz digirin. Lê bibexşînin em nikarin we qebûl bikin’. Dema ku me pirsa ‘Hûn çima nikarin’ ji wan kir ji me re gotin, ‘Ferman ji jorê hatiye’.”

Rola neyînî ya Prîmakov

Di berdewamê de Broyêv, destnîşan kir ku piştî hatina Ocalan a Rûsyayê mesele ketiye rojeva Serokatiya Rûsyayê û serokwezîrê demê yê Rûsyayê Yevgenî Prîmakov roleke ne baş leyîstiye û wiha pê de çû: “Wê demê Amerîka, Îsraîl, Tirkiye û gelek dewletên din di asta serok û wezîran de nûnerên xwe dişandin Rûsyayê. Armanca wan yek bû, nedixwestin Serok li Rûsyayê bimîne. Li gorî dîtina min Prîmakov jî piştgiriya nemayîna Serok a Rûsyayê kir. Me kurdan di nav xwe de nirxand ku Prîmakov ketiye nav bazaran û dixwazin hin tiştan bi dest bixe. Di berdêla nemayîna Serokatî de Prîmakov ji Amerîka, Îsraîl, Tirkiye û welatên din ên NATO’yê daxwaz kir ku nekevin Asyaya Navîn. Heke Tirkiye tenê daxwazan ji Rûsyayê bikira wê Prîmakov hin tiştan nekirina. Lê Amerîka û Îsralî roleke neyînî leyîstin. Tirkiye bi van her du dewletan zextên xwe bi pêş ve dibir. Amerîka û Îsraîlê dixwestin destê Tirkiyeyê li dijî Rûsyayê xurt bikin. Li gorî plana xwe ya li Kafkasyayê tevdigeriyan.”

Broyêv, got ku li ser zextên ku lê hatine kirin Rûsyayê biryar daye ku Ocalan ji Rûsyayê derkeve û der barê mijarê de ev gahî parve kirin: “Ji me xwest ku em Serok derxin. Li ser vê hinek hevalên me çûn Belarûsyayê û bersiveke erênî girtin. Gotin bila Serok bê, ji bo xebatên xwe li wir bimeşîne ew ê wî bi cih û war bikin. Lê piştî hatina hevalên me ya ji wir Îsmet Sezgîn çû Belarûsyayê. Piştî çûna Sezgîn Belarûsyayê paşde gav avêt û got ew nikarin Serok qebûl bikin. Ji bo gelê me tişta xerab ji aliyê Prîmakov ve hat meşandin. Bêbextiyê li gelê me kirin.”

Peyamên li ser yekitiyê

Li ser armanca girtina Tirkiyeyê ya Ocalan jî Broyêv nirxandin kirin: “Tirkiye difikirî ku ew Serok bigirin wê pirsgirêka kurd bê çareserkirin. Dixwestin weke serhildana Şêx Seîd, Seyîd Riza, Qazî Mihemed careke din derbê li kurdan bixin û 40-50 salî nikaribin serê xwe bilind bikin. Lê pergala ku Serok bi PKK’ê dabû avakirin vê plana wan vala derdixist. Ji ber vê jî çiqas kurd bi pêş ve biçin û xebatên xwe xurt bikin wê ewqas hêz bidine Serok. Ji bo vê jî berî her tiştî pêwîst bi yekitiya navxweyî ya gelê kurd heye. Ji bo yekitiyê heke li benda partî û hêzên kurdan ên naxwazin bê sekinandin wê yekitî qet jî pêk neyê. Gere gelê me bi zanebûn tevbigere û pişta partî û tevgerên ku yekitiyê dixwazin bigirin. Bi vî awayî wê partiyên li dijî yekitiyê jî qels bikin.”

Ji Ocalan ders digire

Broyêv, agahî da ku beriya ku Ocalan bê Rûsyayê ew nas kiriye û der barê mijarê de ev tişt gotin: “Beriya hatine Serok a Rûsyayê weke komeke 5-6 parlamenter em ji bo dîtina Serok çûn Şamê. Vê hevdîtina me gelekî baş derbas bû û piştre têkiliyên baş di navbera kurdan û Rûsyayê de hatin destpêkirin. Beriya vê hevdîtinê di sala 1995’an de jî ez bi rojnamegerek re çûme cem Serokatiyê. Min wê çaxê cara yekemîn Serokatî nas kir. Serokatî tesîreke mezin li min kir. Ji ber ku li parlamentoyê parlamenter bûm min gelek serok dîtibûn lê tu serok bi qasî Serokatî tesîr li min nekir. Dema ku min ew dît li kampê dersa siyasî dida 200 gerîlayan. Bi qasî 40 rojî em li vir man û weke gerîla dijiyan. Em jî bi wan re diçûn dersan. Serok rojê 8 saet ders dida me. Piştî nîvro jî werzîş hebû. Yan em bi fûtbolê yan jî bi voleybolê dileyîstin. Deqeyeke vala ya Serok tunebû. Hemû dema xwe ji bo welat û ji bo pêşketina gerîla, dîplomasî û siyasetê xerc dikir.”