4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Êrîşên li dijî binesaziya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê çi wateyê?

Dewleta tirk ku binesaziya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û saziyên Rêveberiya Xweser ên xizmetguzariyê ji xwe re kirine hedef di van rojên dawî de bênavber êrîşî bi dehan sazî û dezgehên binesaziyê kirin

Dewleta tirk li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi êrîşên dijwar kiriye. Ji xwe bi salane bênavber destkeftiyên kurdên Rojava her dem ji xwe re wekî hedef dîtiye. Lê di van herdu rojên dawî de ev êrîş girantir û dijwartir bûne.

Dewleta tirk kurdan ji xwe re wekî dijmin dibîne bênavber êrîşên bi mebesta qirkirin û tunekirinê li dijî kurdan dimeşîne. Vê carê jî bi hinceta ku kesên êrîşa li Enqereyê li dijî Wezareta Karên Hundir a tirk pêk anîne ji Sûriye derbasî Tirkiyeyê bûne.

Sûcên şer tên kirin

Der barê êrîşên dewleta tirk ên di van rojên dawî de li dijî bakur û rojhilatê Sûriyeyê, serokê Saziya Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyeyê Ramî Abdurahman di hevpeyvîneke xwe ya bi televizyona El Hedes de dibêje dewleta tirk sûcên şer dike. Di berdewama axaftina xwe de Abdurahman wiha dibêje: “Sûcê şer û teror ew e ku xelkên herêmê bê av û bê elektrîk werin hiştin, teror ew e ku sivîlên bêguneh werin kuştin, teror ew e ku binesaziya herêmê were xerakirin û xelkên wê tî û birçî bimînin.”

Li hêviya firsendekê bû

Her kes dizane ku bi salane dewleta tirk li pey hincet û behaneyan e ku dîsa êrîşî destkeftiyên Rêveberiya Xweser û gelên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike. Ji destpêka şerê Sûriyeyê de û piştî ku kurdan hemû êrîşên çeteyan ên li ser herêma xwe têk birin û rêveberiya xwe ava kirin, her dem dewleta tirk gef li wan xwarine. Destkeftiyên kurdan û gelên herêmê wekî gef ji bo xwe dîtine û bi her awayî şerê wan destkeftiyan kirine.

Ev êrîşên ku li dijî herêmeke aram pêk tên bi tu rengî nayên qebûlkirin, êrîşên ku dijî saziyên gel ên wekî stasyonên av û elektrîkê rasate rast dikevin nava sûcên şer. Gelên herêmê bê av û elektrîk dihêle. Di encama êrîşan de heta niha zêdetirî 2 milyon kes ji avê, ceryanê û xazê bêpar hatine hiştin. Ev êrîşên dewleta tirk rasterast cihên sivîlan hedef digire.

Armanca sereke

Di serî de piştî çalakiya li dijî Wezareta Karên Hundir bersiva bi êrîşên dijwar wekî peyamekê ji raya giştî ya Tirkiyeyê re bû. Rayedarên dewletê digotin: “Tenê çend kes mane û em numreya lingê wan jî dizanin. Me nava bajaran ji wan paqijkiriye çend kes li çiyan mane.”  Lê çalakiyeke wiha panîkeke mezin bi rayedarên dewletê re çêkir û diviyabû ku bersiveke tund bidin da ku raya xwe ya giştî razî bikin û bêjin binêrin em di bin de neman.

Bêguman armanca wan a sereke jî di serî de destkeftiyên gelê kurd ên li Rojava û destkeftiyên hemû gelê herêmê ne. Dewleta tirk dixwaze ku imkanên jiyanê li herêmê nehêle, dixwaze gel li hemberî Rêveberiya Xweser sor bike, dixwaze gel ji bêçaretiyê dest ji herêmê berde û koç bike.

Dewleta tirk hem dixwaze destkeftiyên Rêveberiya Xweser têk bibe hem jî herêmê ji kurdan vala bike da ku çete û alîgirên xwe li deverên sînorî bicih bike.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku li bakur û rojhilatê Sûriyeyê û li Sûriyeyê bi giştî wekî sotemenî sobeyên mazotê ji bo germkirina malên xwe bikar tînin. Her wiha kargeh û piraniya wesayitan jî bi mazotê dixebitin.

Wekî din jî ji bo çêkirina xwarinê gazê bikar tînin. Dema ku êrîşî bîrên petrolê, stasyona gazê û ya elektrîkê tê kirin. Armanc ji van êrîşan rawestandina jiyanê ye. Ew dixwazin ku kesên mane jî koç bikin û herêmê ji xelkên wê vala bikin.

Lewre bila tu kes bi van behane û hincetên bêbingeh xwe nexapîne û van rastiyan bibîne. Di vî warî de gotinên serokê MÎT’ê yê wê demê Hakan Fîdan di bîra her kesî de ye ku wiha gotibû: “Heke kes ji wir tiştekî navêje me jî em ê çar zilamên xwe bişînin aliyê Sûriyeyê û bila ji wir çend fûzeyan bavêjin me da ku em behaneyekê ji bo destwerdanê peyda bikin”.

Bila kesek ji vê çîroka ku dibêje “kesên teqîna Enqerê pêk anîne ji wir hatine loma ew êrîş dikin” bawer neke. ji xwe heke ne ew behane bûya jî, dê behaneyek din ji xwe re peyda kiribûna wekî rêbazê serokê wan ê MÎT’ê berê anîbû ziman.