18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rejîma Îranê hêzên paramîlîter xistine dewrê

Serhildana Jîna Emînî di hefteya çaremîn de berdewam dike. Nerazîbûn û xwepêşandanên ku li dijî kuştina Jîna Emînî li rojhilatê Kurdistanê dest pê kirin, bi lez li seranserê Îranê belav bûn. Nerazîbûn û xwepêşadan veguherîn serhildana gel a li dijî zilm û zordariya rejîma meleyên îranê.

Mixabin di vê serhildanê de hêzên dewletê destwewrdaneke tund kir û di pevçûnên bi hêzên dewleta Îranê re gelek zarok jî hatin kuştin. Li gorî Rêxistina Mafê Mirovan Amnesty International di van xwepêşandan û nerazîbûnên ku ev 4 hefteye berdewam dikin 23 zarok hatine kuştin. Her wiha wêne û navên wan zarokan jî ji alî vê rêxistinê ve hatiye parvekirin.

Ji aliyekî din ve bi berdewamiya xwepêşandanan û tevlêbûna zêde ya xwendekaran re hêzên dewletê dest bi binçavkirina xwendekarên dibistanan û yên zanîngehan kiriye.

Hêjayî gotinê ye li gorî rapora dawî ya Rêxistina Mafê Mirovan a Navneteweyî heta niha 201 kes di xwepêşandanan de hatine kuştin.

Hêzên paramîlîter

Ji aliyekî din ve rejîma Îranê rêbazeke din a qirêj daye destpêkirin bi hêzên paramilîter êrîşî xwepêşandêran dikin.

Milîsên Besîc weke hêzekî paramîlîter a girêdayî Pasvanên Şoreşger yên Îranê hatine avakirin. Ji bo tepisandina bertekên civakî tên bikaranîn û rêbazên hovane bi kar tînin.

Du çavkaniyên ku ji ajansa nûçeyan a Reûterê re axivîn diyar kirin ku milîsên Besîc bi hêzên dewletê re êrîşî gelê li Sîneyê dike.

Yek jî şahîdan ragihand, bi sedan polîs û milîs li bajarên Îranê derbasî Rojhilatê Kurdistanê dibin.

Heman şahîd got: “Beriya çend rojan milîsên Besîc li bajarên Sîne û Banê gule li gel reşandin. “

Şahîdê bûyerê got: “Rewşa li Seqizê xiraptir e. Milîsên Besîc guleyan li gel, malan û kesên ku ne di xwepêşandaran de ne, direşînin.”

Çavkaniyek ji bajarê Sîne ji Reûtersê re ragihand, di nava 24 saetên dawî bi sedan polîsên Îranî li ser malan de girtine û diyar kir ku bi dehan ciwan hatine destgîrkirin.

Çavkaniyek ku ji bo ewlehiyê navê xwe neda, diyar kir ku agahiyên bi vî rengî li bajarên Banê û Seqizê jî tê û destnîşan kir ku 13’ê Cotmehê zarok jî di nav de bi dehan ciwan hatine destgîrkirin.