4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kêlek ji girêka kor a krîza Iraqê vebû, Abdulatîf Reşîd bû serokkomar

Piştî salekê ji kirîza mezin a siyasî Iraqê dikaribû ji xwe re serokkomarekî hilbijêre û bi vê yekê qulpekê ji girêka kor a krîza siyasî veke. Parlamentoya Iraqê di encama dengdana ji bo destnîşankirina serokkomarê Iraqê li hev civiya ku Abdulatîf Reşîd wekî serokkomarê nû yê Iraqê hilbijart.

Parlamentoya Iraqê di 13’ê cotmehê de civînek lidar xist û ji bo hilbijartina serokkomar dengdanek pêk hat. Di encama dengdanê de Abdulatîf Reşîd 157 deng wergirtin û serokê berê Berhem Salih jî 99 deng wergirtin. Li gorî zagona Iraqê piştî ku serok ji tevahiya dengên parlamentoyê ji sê paran 2 paran bigire êdî rayeya avakirina hikûmeteke nû dispêrê aliyê xwedî koma herî mezin a parlamentoyê.

Hêjayî bibîrxistinê ye ji xwe piştî sala 2003’an û rûxandina rejîma Baasê êdî di dabeşkirina postên hikûmetê yê di navbera partiyên siyasî de, posta serokkomariyê bûbû para kurdan lewre ji wê çaxê ve Celal Telebanî, Fûad Masûm û dawî jî Berhem Salih bûn serokkomarê Iraqê.

Lê di van hilbijartinên dawî ên Iraqê de ku beriya derdora salekê hatin lidarxistin nakokiya di nava partiyên Iraqê de pêşiya avakirina hikûmetekê digirtin. Ji aliyekî din ve nakokiyên di navbera herdu partiyên kurdan de anku PDK û YNK jî dibû asteng li pêşiya hilbijartina serokkomariyê.

Nakokiyên PDK û YENK’ê

Berê posta serokkomariyê para YNK’ê bû û rêveberiya hikûmeta başûrê kurdistanê jî di destê PDK’ê de bû. Lê di van hilbijartinên dawî de PDK’ê çavên xwe berdabû posta serokkomariyê jî lewre namzetekî xwe jî ji bo vê postê destnîşan kiribû. Di kêliya dawî de PDK namzetê xwe vekişandibû. Lewre ev nakokiya di navbera PDK û YNK’ê de jî yek ji kelemên li pêşiya avakirina hikûmeta Iraqê bû.

Di encama van nakokiyan de derdora salekê ye ku Iraqê nikaribû serokkomarekî ji xwe re hilbijêre da ku hikûmetekê ava bike û biçin hilbijartinên pêşwext. Bi destnîşankirin û hilbijartina serokkomarê nû yê Iraqê êdî kêleke ji girêka kor a krîza siyasî ya Iraqê vedibe û pêşiya avakirina hikûmeteke nû vedibe.

Sedir nikaribû hikûmetê ava bike

Hêjayî gotinê ye ku di cotmeha sala derbasbûyî de li Iraqê hilbijartinên pêşwext hatin kirin û şepêla El Sedir ya bi serokatiya Muqteda El Sedir bû partiya yekemîn û koalisyonek bi kurdan re ava kir lê nakokiyên sioyasî ên bi aliyê din re bi taybetî bi aliyên girêdayî Îranê re nehiştin ku hikûmetekê ava bikin. Di encama kûrbûna krîzê de El Sedir xwe ji siyasetê vekişand û parlamenterên xwe jî ji parlamentoyê vekişand. Bi wê yek  dawî li wê koalisyonê jî hatibû û Iraqê nikaribû hikûmeteke nû ava bike.

Abdulatîf Reşîd kî ye?

Abdulatîf Reşîd 78 salî ye, siyasetmedar û dîplomatek endameke damezraner ê partiya YNK’ê bû. Ji sala 2003’yan heta 2010’an wezîrê çavkaniyên avê bû. Paşê jî şêwirmendiya serokkomarê Iraqê dikir heta roja ku hate hilbijartin.