28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di tebaxê de 28 jin hatin qetilkirin

Li gorî lêkolîna JINNEWS'ê di meha tebaxê de 28 jin ji aliyê mêr ve hatin kuştin

Li gorî çeteleya meha tebaxê ya JINNEWS’ê 28 jin û 2 zarok hatin qetilkirin û 21 jin û zarok bi guman jiyana xwe ji dest dan. 4 jin jî ji mirinê rizgarbûn.

Li cîhan, Kurdistan û Tirkiyeyê ji ber şer didome, tûndiya li ser jin û zarokan her diçe zêde dibe. Rêxistinên jinan diyar dikin ku gotinên desthilatiya mêr dibe sedema tûndiya zêde. Rêxistinên jinan anîn ziman ku polîtîka bêcezahiştin û daxistina ceza a ji bo gumanbaran jî pêşiya qetilkirinan vedike û bi vê yekê kujer tên xelatkirin.

Li herêma erdhêjê dengê jinanan nayê bihistin

Jin li aliyekî piştevaniyê mezin dikin û li aliyê din jî jin hem dibin hedef desthilatan hem jî ya mêran. Bi taybet di meha adarê de li herêmên erdhêjê tûndiya mêr zêde bû. Jin ji ber qelsiya mekanîzmayan, nikaribûn li dijî tûndiyê denge xwe bidin bihistin. Xebatên der barê zarokan de jî qels man û zarok ji her cureyê tûndiyê re vekirî man.

Li gorî daneyên ku ajansa me kom kirine di meha tebaxê de 28 jin  û 2 zarok hatine qetiklirin, 21 jin û du zarok bi guman jiyana xwe ji dest dane û 4 jin jî bi hewldana qetilkirinê re hatine rû hev.

Kujer mêr e

17 jin ji aliyê mêrên pê re zewicandî, 4 heb ji aliyê hevalên xwe yên mêr, 2 jin ji aliyê mêrên nas dikirin û 3 heb jî ji aliyê mêrên ku di asta destberdanê de bûn ve hatin qetilkirin. Jinek ji aliyê mêrekî ku nas nedikir ve hat qetikirin. Gumanbarê jinekê jî nehat zanîn ku naskirina wî heye an na.

 Herî zêde li Stenbolê hatin qetilkirin

Li Stenbolê 6, li Orduyê 1, li Enqereyê 2, li Denîzliyê 2, li Bursayê 2, li Antalyayê 2, li Edenê 3. Li Konyayê 2, li Nevşehîrê 1, li Nîgdeyê 1, li Balikesîrê 1, li Hatayê 1, li Rihayê 1, li Semsûrê 1, li Kocaeliyê 1, li Gîresunê 1 û li Tekîrdagê jî jinek hat qetilkirin.