spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Partiyên Rojhilat greva ‘Jin jiyan azadî’ dan destpekirin

Partî û aliyên siyasî yên rojhilatê Kurdistanê bi daxuyaniyek hevbeş ji bo salvegera kuştina Jîna Emînî biryara greva giştî dan û bang li gelê Rojhilatê Kurdistan û tevayî gelên Îranê kirin ku di salvegera şoreşa ‘Jin, jiyan, azadî’ de tevlî grevê bibin.

Partî û aliyên siyasî yên rojhilatê Kurdistanê ku di rojên dawîn de li dijî zextên rejîma Îranê bi hev re hevdîtinan dikirin, ji bo yekemîn salvegera kuştina jina ciwan a kurd Jîna Emînî û destpêkirina serhildana ‘Jin, jiyan, azadî’ biryareke girîng dan. PJAK jî di nav de 6 partiyan bi daxuyaniyeke hevpar biryara xwe ya greva giştî ragihandin û bang li gelên Rojhilat û Îranê kirin ku di 16’ê Îlonê de tevlî grevê bibin.

Daxuyaniya hevbeş a partiyên rojhilatê Kurdistanê wiha ye:

“Bangawaziya partî û aliyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê ji bo greva giştî ya ji bo yekemîn salroja şoreşê.

Civatên têkoşer ên Kurdistanê!

Çalakvanên siyasî û medenî!

Roja 25-06-1401 (16-09-2022), keça ciwan a kurd a ji bajarê Seqizê, “Jîna” li Tehranê û di encama êrîşa hêzên serkutkar û çewsîner ên rejîma Îranê jiyana xwe ji dest da. Navê “JÎNA” weke ku li ser aramgeha wê hate nivîsîn bû “sembola”serhildaneke girseyî ya berfireh ku di Kurdistanê de bi dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’dest pê kir û pir zû hemû bajar û navçeyên Îranê û derveyî welat jî girt û di berdewamiya xwe de bi navê “şoreşa Jîna” û “şoreşa jin, jiyan, azadî” hate naskirin.

Şoreşa jîna girseyîtirîn û dirêjtirîn serhildan û nerazîbûn e ku karî desthilata Komara Îslamî bixe jêr pirsê û pêngavan ji bo tinekirina wê rejîma serkutkar bavêje. Di sala borî de û di proseya wê şoreşê de tevgera azadîxwz a xelkê Îranê bi giştî û xelkê Kurdistanê bi taybetî dijî rejîma desthilatdar di Îranê de ezmûna pêvajoyeke nû û girseyî kir û gaveke berdewam pêşde çû ku êdî paşde jî nazivire. Rola berçav ya jinan di pêşengtiya wê şoreşê de, bû sedem ku civaka me di milê civakî de pêngavek din ber bi pêş ve biçe û asoya serketinê ronîtir bibe. Ciwanan di jortirîn asta fedakariyê de ji bo jiyaneke azad û dilxwaz fedakariyeke bêhempa kirin.

Di salvegera destpêkirina şoreşa Jînayê de, di cîh de ye ku ji bo rêzgirtina şehîdên wê şoreşa nû û rêzgirtin ji cangoriyan û zindaniyên siyasî û her wiha zindî hiştina wê tevgera siyasî, em bi awayekî xurt ber bi pêşwaziya wê boneya mezin ya siyasî û civakî ve biçin.”

Navê partiyan

Navê partiyên Rojhilat ên biryara greva giştî dan weke li jêr in:

– Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê (HDKÎ)

– Komele (Rêxistina Kurdistanî ya Hizba Komunîsta Îranê)

– Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK)

–  Rêxistina Xebata Kurdistana Îranê (Sazimanî Xebat)

– Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK)

– Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê

Lihevkirina partiya

Partiyan li ser xalên jêr li hev kirine:

1- Piştevanîkirin ji daxwazên têkoşerên civaka sivîl û rêxistinên serbixwe ji bo rêzgirtin û beşdariya çalak ya salroja şoreşa Jin, jiyan, azadî;

2- Ragihandina roja 25-06-1402 (16-09-2023) weke roja gireva giştî li hemû Kurdistanê. Di wê rojê de hemû dikan û bazar û navendên kar û îdarî bêne girtin. Serê sibeha wê rojê girseya xelkê Kurdistanê di bajar û navçe û gundên Kurdistanê de serdana aramgeha Jînaya ciwan û hemû şehîd û cangoriyên şoreşa “Jin, jiyan, azadî”yê bikin û destegulên rêz û xweşewîstiyê ser aramgehên wan danên û merasima rêzgirtinê birêve bibin.

3- daxwaz ji hemû xelkê azadîxwaz yên Îranê (jin, ciwan, karker, mamosta, xanenişîn, jîngehparêz û neteweyên bindest) li sertaserê Îranê dikin ku piştevaniya gireva xelkê Kurdistanê bikin û bi gireveke giştî nîşanî hemûyan bidin ku şoreşa ‘Jin, jiyan, azadî’heya gihiştin bi armancên xwe dê berdewam be.

4- daxwaz ji hemû têkoşerên çalak, hêz û aliyên pêşketinxwaz yên derveyî welat dikin ku bi hemû awayekî piştevaniya xwe ji bo gireva giştî ya salroja şoreşê bikin û di wê rojê de xwepêşandan û meşên girseyî birêve bibin û bala hemû civakên mirovhez ên cîhanê bikêşnin ser piştevanî şoreşa jînayê.

5- her yek ji partî û aliyên siyasî yên Kurdistanê ku beşdariya wê rûniştinê bûne, piştevanî û beşdariya xwe ji bo gireva roja 25-06-1402 (16-09-2023) û merasimên ser aramgehên şehîd û cangoriyan radigihînin.”