3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di teqîna li Til Temirê de 4 zarok birîndar bûn

Li gundê El Micêbire yê Til Temirê fûzeyeke berê li gund ketibû teqiya, di encamê de 4 zarok birîndar bûn

Li gorî agahiyên nûçeyan me ji herêmê dane, li gundê El Micêbire yê Til Temirê fûzeyeke berê li gund ketibû teqiya, di encamê de 4 zarok birîndar bûn. Her wiha ew 4 zarok rakirin Nexweşxaneya Lêgerîn a Til Temirê û pişt re jî rakirina nexweşxaneyên Hesekê. Li gorî kadroyên tibî yên Nexweşxaneya Lêgerîn navên zarokên birîndar wiha ne: Silêman Nesir Şilo (11), Bedran Nesir Şilo (15), Elî Mehmûd Şilo (11) û  Xalid Mehmûd Şilo yê (13) salî.

Hêjayî gotinê ye ku di vê dema dawî de di encama êrîşên bi balafirên bê mirov, fûze û topan de gelek sivîl li bakur û rojhilatê Sûriyeyê hatine kuştin û gelek jî birîndar bûne. Di êrîşa li bajarê Dêrikê de bi tenê di êrîşekê de 11 sivîl hatibûn kuştin. Di bombebaranên ku 20 mijdarê balafirên dewleta tirk li Dêrîkê pêk anîbû de 11 kes şehîd hatibûn kuştin û 3 kes jî birîndar bûnbûn.