28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gerînendeyê SOHR’ê: Êrîşên dewleta tirk sûcên şer in

Ew êrîşên dewleta tirk binpêkirina aşkera ya peymanên navneteweyî û peymanên parastina mafên mirovan in. Di wan êrîşan de bajar û welatî kirin hedef.

Gerînendeyê Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) Ramî Ebdurehman der barê êrîşên dewleta tirk ên li dijî bakor û rojhilatê Sûriyeyê axivî û wiha got: “Em êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar dikin. Ew êrîş binpêkirina aşkera ya peymanên navneteweyî û peymanên parastina mafên mirovan in. Di wan êrîşan de bajar û welatî kirin hedef. Ev yek ntucaran nayê qebûlkirin û nîşqaşkirin.”

Ramî Ebdurehman ji ajansa ANHA’yê re got ew ê binpêkirinên mafên mirovan ên li herêmê bişopînin û amade ne pêşkêşî aliyên navneteweyî bikin û wiha pê de çû: “Em li hember wan binpêkirinan bê deng namînin, ev rol û erka me ya mirovî û hiqûqî ye.”

Ebdurehman da zanîn ku êrîşên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikevin xana sûcên şer. Ramî Ebdurehman di dawiyê de got: “Em bang li civata navneteweyî û rêxistinên navneteweyî yên parastina mafên mirovan dikin, bi me re giliyan bikin da ku hemû kesên sûcan li dijî pêkhateyên Sûriyê pêk tînin, werin cezakirin. Em tiştên hatine serê gelê Sûriyê, ji bîr nakin, kesî efû nakin. Heta sûcdar werin cezakirin, ev xwesteka me ye.” Artêşa tirk ji şeva 19’ê Mijdarê ve li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrişên xwe didomîne û sûcên şer dike.