spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di xwepêşandanên doh ên Îranê de 10 kes hatin kuştin

Rêxistina Hengaw a Kurd a Mafên Mirovan, roja Çarşemê ragihandibû ku di heyama 24 saetên borî de, herî kêm 10 kes ji ber gulleyên pasdarên Îranê li bajarên Sine û Seqez ên parêzgeha Kurdistanê û Bûkan a parêzgeha Azerbaycana rojava hatine kuştin.

Li gorî çavkaniyên kanala El-Hedath aliyên muxalefeta Îranê ku nûnerên sê hevpeymaniyên girîng jî di nav de ne, îro dê li Brukselê li gel Parlementoya Ewropayê bicivin û li ser berdewamiya xwepêşandanan û siberoja Îranê guftûgoyan bikin.

Rêxistinê li ser hesabê xwe yê medya dijîtal zêde kir ku nasnameya 9 ji wan xwepêşandêran piştrast kiriye.

Îro danê sibê Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê ragihandibû ku hejmara qurbaniyên xwepêşandanên li wî welatî gihîştiye 342 kesan. Her wiha bi rêya hesabê xwe yê medya dijîtal aşkera kir ku di nav kuştiyan de 43 zarok û 26 jin hene.

Ji aliyekî din ve li gorî agahiyên ajansa dewletê jî di xwepêşandanên doh bi şev de 2 endamên hêzên besîcê hatine kuştin.