21 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di xwepêşandanên ‘Jin, Jiyan Azadî’ de greveke nû ya giştî

Li Îranê li gelek bajaran xwepêşandan dewam dikin, ji bo 3 rojan greva giştî ya nû hate destpêkirin.

Ji Rojhilatê Kurdistanê ü İraê li dehan bajaran çalakî hatin lidarxistin. Çalakiyên şermezarkirinê heta niha herî kêm li 280 bajarî belav bûne. Di 19’ê kanûnê roja 94’an a çalakiyan de roja şermezarkirinê bû, ji bo 3 rojan greva giştî ya nû hate destpêkirin.

Li bajarên Rojhilatê Kurdistanê li Kirmanşan, Sine, Seqiz, Kamyaran, Dîwandere, Eywan, Xerb û gelek bajarên din dikandaran dikanên xwe venekir. Cenazeyê çalakger Mûhammed Hacî Resûl ê bi êşkenceyê ji aliyê hêzên dewleta Îranê ve hate qetilkirin, li bajarê Bokanê bi dirûşma “Şehîd namirin” hate veşartin.

Li Mahabadê jî bi sedan kes tev li bîranîna şîna 40 rojî ya Fayeq Mamqadirî bûn. Li gelek bajarên Îranê çalakiyan dewam kir. Dîmenên li ser medya dîjîtal hatin weşandin, nîşan didin ku li metroya Tehranê jî çalakî hatine lidarxistin.

Li bajarê Raştî yê li bakur, bi pêşengiya jinan meşeke girseyî hate lidarxistin, piştre jî ciwanan li kolanan agir dada. Li herêma Gulşarî ya Kerecê, gel careke din dakete qadan û nerazîbûn nîşan da.