18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Parêzer ji bo biçin Îmraliyê dîsa serlêdan kirin

Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtina muwekîlên xwe serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Saziya Înfaza Ceza ya Îmraliyê dan.

Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Rêzan Sarica, Raziye Ozturk, Faîk Ozgur Erol û Emran Ekmekçî, ji bo hevdîtina muwekîlê xwe Abdullah Ocalan serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Saziya Înfaza Ceza ya Îmraliyê dan.

Parêzer di hefteyê de du caran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdanê dikin. Lê belê serlêdan bi awayekî sîstematîk bêbersiv tê hiştin. Carinan piştî mehan ji parêzeran re te gotin ku cezayê dîsîplînê li Abdullah Ocalan hatiye birîn.

Herî dawîn piştî ku qedexeya hevdîtina bi Abdullah Ocalan re ya ku di 13’ê nîsanê de hatibû dayîn di 18’ê cotmehê de qediya, hate diyarkirin ev qedexe bi awayekî otomatîk hatiye dirêjkirin.