5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji ber tevlîbûn a serhildanan Îranê 3 jinan bi qamçî ceza kir

Li parêzgehên Sîstan û Belûcistan û Hûzistanê ji ber tevlîbûna wan a xwepêşandanan cezayê girtîgehê û qamçî li 3 jinên ciwan hat birîn.

Li Îranê bi hinceta ku tev lî xwepêşandanên ji bo Jîna Emînî bûne cezayê qamçî û girtinê li 3 jinan hat birîn. Li bajarê Çabahar ê parêzgeha Sîstan û Belûcistanê jinên ciwan ên bi navê Sara Baloch û Fatemeh Balochkarî ku ji ber tevlîbûna xwepêşandanan hatibûn girtin li  bajharê Zahîdanê hatin darizandin. Li Sara Balochê 6 meh cezayê hepsê û 74 qamçî, li Fatemeh Balochariyê jî 3 meh cezayê hepsê û 74 qamçî hatin birîn.

Her wiha li bajarê Behbahanî jî aktîvîsta bi navê Sanaz Razavîfardê ku ji ber tevlîbûna xwe ya xwepêşandanan hatibû binçavkirin jî ji aliyê şaxa 102’yan a Dadgeha Behbahan a Parêzgeha Hûzistanê ve 4 meh cezayê hepsê û 34 qamçî lê hatin birîn.