18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Daraza PDK’ê ji ber strana piştgiriyê ceza birî

Dadgeha Dihokê ji ber ku ji bo girtiyên Behdînanê straneke piştgiriyê got 6 meh ceza li Bilind Amêdî birî.

Dadgeha Dihokê ji ber ku li ser girtiyên Behdînanê stranek got 6 meh ceza li Bilind Amêdî birî. Bilind Amêdî sala borî li ser torên civakî hinek stranên xwe parve kirin. Di nava stranan de parçeyek ji bo piştgiriya çalakvan û rojnamegerên Behdînanê jî hebû.

Pîşeya Bilind Amêdî bixwe berbertî ye lê carinan li ser torên civakî stranan jî dibêje û parve dike. Ji ber ku sala borî stranek ji bo piştgiriya girtiyên Behdînanê belav kir, Aasyîşa Dihokê bi ser mala wî de girtibû û ew binçav kiribû. Piştî demekê hatibû berdan.

Ji wê salê ve li gorî agahiyan gelek caran ji aliyê Asayîşa Dihokê ve hatiye binçavkirin û berdan. Li gorî agahiyan niha jî Dadgeha Dihokê ji ber wê stranê, 6 meh ceza li Bilind Amêdî biriye.

Di bin seweriya Hikumeta Herêmê ya Kurdistanê de bi taybetî polîtîkayên PDKê rewşên bi rengî re xweşbîniyê nîşan nade û hema bêjin weke polîtîkayên dewleta tirk tund nêzik dibe. Cezayê Bilind Amedî jî mînakeke vê yekê ye.