6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Vê carê jî wê LaWjeyên Jinan olan bidin 

Koma LaWje vê carê jî bi xebata xwe ya “LaWjeyên Jinan” derdikeve ser dikê.

Koma LaWje ji herêma Colemêrg û Behdînanê stran û awazên ji hev xweştir berhev û pêşkêş dike. LaWje ku bi selîqeya terza Colemêrgê derdikeve ser dikan vê carê bi xebateke nû derdikeve pêşberî guhdar û temaşevanên xwe. Komê stran û awazên nû bi navê “LaWjeyên Jinan” amade kirine û wê pêşkêşî guhdar û temaşevanên xwe bike.

LaWje ji sala 2003’yan ve bi xebatên xwe yên berhevkariyê û performansên cuda xebatên hunerî didomîne, wê bi koroya jinan re ku di demên cuda de bi hev re kargehan li dar xistin derkeve ser dike. LaWje vê carê dê ji bijarteyên kilamên herêma Botan û Behîdînanê yê aîdî jinan li gel koma defê ya Defjen konserekê li dar bixe.

Koma LaWje, diyar kir ku ji roja wan koma xwe damezrandiye heta niha armanca wan ew e ku ew bi terzekî cuda ji stranên devera Behdînanê û deverên din ên Kurdistanê bi guhdaran û temaşevanên xwe re parve bike û dê di 20’ê çile 2023’yan de li Sahneya Moda ya li navçeya Kadikoya Stenbolê konserekê li dar bixin. LaWje ku demeke dirêj e bi stranên di bin navê “LaWjeyên Evînî” de kom kiribûn li ser dikê pêşkêşî guhdaran dikir, dê vê carê bi xebata, “LaWjeyên Jinan” derkeve ser dikê.