7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Wezaretê mûayneya bikelemçe ya rojnameger Şahînlî parast

Wezareta Tenduristiyê ku bersiv da serlêdana nûçegihana MA’yê Ceylan Şahînlî ya ji bo astengirina mafê wê yê tedawiyê û parastina mûayneya bikelemçe kir.

Nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Ceylan Şahînlî ku di çarçoveya lêpirsînekê de di 25’ê cotmehê hatibû binçavkirin û di 29’ê cotmehê de hatibû girtin, ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê di navbera 2 û 4’ê mijdarê de sewqî Nexweşxaneya Kampusa Girtîgeha Sîncanê hate kirin. Bijîşkê bi navê S.O. li vir mûayaneya bikelemçe li Şahînlî ferz kir. Şahînlî tedawiya bikelemçe qebûl nekir û di 14’ê mijdarê de têkildarî binpêkirinên mafan ên pê re rûbirû man giliyê bijîşk ê peywîra xwe nebaş kir li Wezareta Dadê û Wezareta Tenduristiyê kir.

Kelemçe mûayne asteng nake!

Miduriyeta Tenduristiyê ya Enqereyê ku li ser navê Wezareta Tenduristiyê bersiv da, mûayeneya bi kelemçe parast û angaşt kir ku mûayeneya bikelemçe tedawiyê asteng nake û heta ku ji aliyê bijîşk ve neyê xwestin kelemçe nayê vekirin.

Rojnameger Şahînlî bertek nîşanî biryarê da û ev tişt got: “Ez bi xwe jî rastî ‘mûayeneya bikelemçe’ ku pêkanîneke dijhiqûqî ye û gelek caran min nûçeya wê çêkirî ye hatim. Ez vê pêkanîna ku li dijî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) û exlaka tipê ye qebûl nakim. Hem weke mexdûr hem jî weke rojnamevanekê ji bo mûayeneya bikelemçe were rakirin ez ê têbikoşim. Em ê bi hiqûqî û pêkanînên li dijî exlaka tipe ji raya giştî re ragihînin.”