17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

HDP li dijî tecrîdê berxwedanê dide destpekirin

Cîgirê Hevserokên Giştî yên HDP’ê Tayip Temel, diyar kir ku ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin ew ê hemû hêza xwe sefer bikin.

Ji sala 1999’an ve Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê girtî ye û tecrîdeke giran li ser tê meşandin. Ji 25’ê Adara 2021’an ve xeber ji Ocalan nayê girtin. Li seranserî Kurdistanê û gelek welatên cîhanê ji bo xebernegirtina ji Ocalan çalakî tên lidarxistin. Li dijî vê rewşê ji Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar bigire heta gelek parlamenterên HDP’ê û gelek parêzer û baro serî li Wezareta Dadê dan û xwestin li gel Abdullah Ocalan hevdîtinê bikin. Ev serlêdanan bêbersiv tên hiştin.

Her ku diçe fikarên gelê kurd û dostên wan ên vê der barê de zêdetir dibin. Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT) di meha îlonê de serdana Girava Îmraliyê kiribû û Ocalan di vê serdanê de derneketibû hevdîtinê. Ev jî bo sedem ku fikar hin bêtir zêde bibin. HDP’ê li dijîi tecrîdkirina Ocalan berxwedanek da destpêkirin. HDP’ê destnîşan kir ku ji bo hiqûq li Îmraliyê bikeve dewrê û hevdîtina parêzeran û malbatan pêk were bi hemû pêkhateyên xwe planek berfireh a çalakiyan amade kiriye û wê bikeve tevgerê.

Seferberiya li dijî tecrîdê

Cîgirê Hevserokên Giştî yên HDP’ê Tayip Temel der barê tecrîdkirina Abdullah Ocalan de ji nûçegîhana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Ozgur Paksoy re axivî. Temel, da zanîn ku nêzî du salan e tecrîda neheqî bi xebernegirtinê berdewam dike û vê yekê di nava gelê kurd û malbata Ocalan de rê li ber fikarek mezin û gumanan vekiriye. Temel, anî ziman ku ev fikar û guman piştî serdana CPT’iyê zêdetir bûye û gihîştiye wê astê ku ji tenduristiya Abdullah Ocalan fikar tên kirin. Temel, diyar kir ku ne pêkan e gelê kurd û hêzên demokrasiye yên Tirkiyeyê pergala tecrîda li Îmraliyê qebûl bikin û ew ê li dijî tecrîdê û xebernegirtinê hemû derfetên xwe seferber bikin.

Siyaseta şer

Di berdewamê de Temel, destnîşan kir ku ew ê bi sala nû re bi berxwedanê li dijî tecrîdê derdoran rêxistin bikin û wiha got: “Li Tirkiyeyê pirsgirêka herî mezin siyaseta şer a îktidara AKP-MHP’ê ye. Ev şer li dijî gelê kurd û destkeftiyên wan e. Ji ber vê yekê her ku diçe şer, êriş, dagirkerî û tasfiyeya li dijî siyaseta demokratîk zêdetirdibin. Aktorê ku herî bi hêz û bandor li dijî vê siyasetê disekine jî birêz Ocalan e. Aktorê ku dikare li dijî polîtîkayên şer çareseriyê li pêş bixe û şer ji holê rake ew e.”

Darbeya li dijî siyaseta şer

Temel, bi lêv kir ku li dijî gelê kurd ji gelek aliyan ve êrîş hatine destpêkirin û xeleka dawî ya van êrîşan jî êrişên li dijî rojavayê Kurdistanê nîşan da û ev tişt got: “Aktorê ku herî zêde dikare li dijî vî şerî argûmanan û çareseriyê deyne holê birêz Ocalan e. Lewma her diyalogek û temasek bi Ocalan re darbeyek mezin a li dijî vê siyaseta şer e. Her hevdîtinek bi birêz Abdullah Ocalan re bersivek li dijî plana tasfiyeya hêzên demokrasiye ye. Di vî warî de em jî dibêjin êdî navenda xeta berxwedana li dijî tecrîdê têkoşîn heye. Ji bo em tecrîdê rakin em ê hemû hêza xwe sefer bikin. Em bang li hemû aliyan dikin ku piştgirî bidin vê berxwedana li dijî tecrîdê.”