2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Serokê Fakulteya Zimanê Kurdî ya Zanîngeha Kobanî jiyana xwe ji dest da

Serokê Fakulteya Zimanê Kurdî ya Zanîngeha Kobanê Arif Hiso ku xwîn rijiya ser mêjiyê wî jiyana xwe ji dest da.

Serokê Fakulteya Zimanê Kurdî ya Zanîngeha Kobanê Arif Hiso ji ber xwîn rijiya ser mêjiyê wî li nexweşxaneyeke Qamişlo ya rojavayê Kurdistanê jiyana xwe ji dest da. Hiso di heman demê de li Zanîngeha Rojava jî mamostetiya kurdî dikir.

Zanîngeha Kobanê mirina mamoste Hiso bi daxuyaniyek ragihand û ev daxuyanî da: “Mamoste Arif ê ku bi hemû hêza xwe xizmeta zimanê kurdî kir û hem li  zanîngeha Rojava hem jî li Zanîngeha Kobanê kedeke bêhempa pêşkêş kir. Nûçeya wefata wî em bi xemgîniyê re rû bi rû hiştin.

Koçkirina Hiso xemgîniyeke mezin xiste nava gelê herêma Kobanê û xwendekarên zanîngehê. Hiso xizmeteke mezin ji bo parastin û pêşxistina zimanê kurdî kiribû. Arif Hiso ku ji gundê Çelebiyê yê Kobaniye, li kêleka karê xwe yê mamostetiya zimanê kurdî, kesayetiyekî siyasî yê naskirî û niştimanperwer bû.

Li mala Hiso ya li gundê Çelebiyê yê Kobanê wê ji bo wî şîn bê danîn.