6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Sancar: Em ê hesab bipirsin

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, êrîşa tundiya li dijî xizmên girtiyan û hevserokê partiya xwe yê Stenbolê Ferhat Encû da û diyar kir ku wê hesabê vê yekê bipirsin.

Ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK Abdulah Ocalan bi dawî bibe, girtiyên nexweş û înfazên wan hatine şewitandin bên berdan duh li navçeya Kadikoyê  meşek hatibû lidarxistin. Di vê meşê de polîsan şîdeteke mezin pêk anîbûn û şemaq li Hevserokê HDP’ê yê Bajar ê Stenbolê Ferhat Encu dabûn. Ji bo şîdeta li dijî Ferhat Encu û welatiyan li ber HDP’a Navçeya Kadikoyê bi daxwaza prosteyê îro çalakiyek hat lidarxistin. Ji bo daxuyaniyê hevserokên HDP’ê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar, wekîlên HDP’ê, partiyên pêkhateyan, nûnerên Tifaqa Ked û Azadiyê, rêxistinên civaka sivîl û gelek kes tev lî çalakiyê bûn.

Polîsan dorpêç kir

Polîsan bi mertalan avahiya HDP’ê dorpêç kir û li dijî vê girseyê bê navber  dîrûşma “Gelê kurd şiyar be xwedî li rûmeta xwe derkeve”, “Bijî berxwedana zindanan”, “Ferhat Encu rûmeta me ye!”, “Çewisandin bi me nikarin!” berz kir. Polîsan bi gazê êrîşî girseyê kir. Di vê kêliyê de rojnameger hatin derbkirin û ji qadê hatin dûrxistin û kêşana wan hat astengkirin. Li dijî vê êrîşkariya polîsan, girseyê dirûşma, “mil bi mil li dijî faşîzmê”, “Rûmeta mirovahiyê wê faşîzmê têk bibe.”, “Bimire faşîzm”, “ Roj wê bê dewran wê biguhere”, “AKP wê hesab bide” bersiv da.

Gelek kes hatin binçavkirin

Hevserokên bajarê Stenbolê Îknûr Bîrol û Ferhat Encû jî di nav de gelek ji wan endam û rêvebirên HDP’ê 100 kes bi îşkenceyê hatin binçavkirin. Her wiha polîsan îşkence li dayikan kir û li wan dan. Binçavkiriyan bi dirûşma, “HDP hêvî ye, hêvî çik li ser piyan e.”, “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye”, “Mil bi mil li dijî îşkenceyê”, “Rûmeta mirovahiyê wê faşîzmê têk bibe.”, “Maf, hiqûq, dadmendî ” li ber xwe da.

Sancar: Em ê hesabê wê bipirsin

Li pêş barîkata polîsan hevserokê  HDP Mîthat Sancar bertek nîşan da û ev tişt got, “Ev nîşaneya tirsê ye, ev hemû kiryarên hûn dibînin tirsa mezin a ji têkoşîna demokrasiyê ne. Lê em ê tu car ji têkoşînê paşde gav neavêjin, em ê heta dawiyê vê têkoşînê bidomînin. Em ê di sandoqê de bersiva vê gelek zelal bidin. Paşê jî li pêş edaletê hesabê tev bêhiqûqiyan bipirsin. Divê şika kesekî ji vê yekê nebe, astengiyên wan wê me neçar nehêlin. Şemaqa duh hate avêtin wê di sandoqê de weke bersiveke giran li îktidarê vegere.”