17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dadgeriyê rapora binpêkirinan a DFG’ê asteng kir

Rapora binpêkirina mafên rojnamegeran ku DFG’ê di meha tîrmehê de weşandibû ji aliyê 3’yemîn Dadgeriya Cezayên Silhê ya Dîlokê ve hat astengkirin.

Li ser daxwaza parêzer Feyziye Karaer 3’yemîn Dadgeriya Cezayên Silhê ya Dîlokê, rapora binpêkirina mafên rojnamegeran ku Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) di 6’ê tîrmehê de li ser malpera xwe  weşandibû, asteng kir. Di beşa “Tabloya Binpêkirinên Rojane” de ku binpêkirinên mafên rojnamegeran têde cih digirin ji aliyê dadgehê ve hatin astengkirin.

Binpêkirinên ku di beşa têkildar de cih digirin û hatine astengkirin wiha ne:

“- Lijneya Bilind a Radyo û Televîzyonê (RTUK) ji bo nûçeyên derheqê kuştina Pisporê Kardiyolojiyê Ekrem Karakaya ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Konyayê hatibû kuştin, biryara qedexeyê da. 5’emîn Dadgeriya Cezayên Silhê ya Konyayê bi biryara hejmar 2022/2828’an re nûçeyên têkildarî bûyerê qedexe kir.

– Nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Yakûp Demîr dema li navçeya Sûr a Amedê rageşiya di navbera esnaf û polîsan de dikişand, rastî êrişa parêzer Fevziye Karaer ku endama Baroya Dîlokê ye hat. Ji ber êrişa Karaer, biriyê Demîr şeq bû.

– Bi hinceta ku Parlamenterê HDP’ê Mehmet Tiryakî di bernameyeke Halk TV’yê de ji bo Abdullah Ocalan peyva ‘birêz’ bi kar anî, cezayê rawestandina 3 bernameyan dan kanalê.

– Rojnameger Can Atakli ku ji ber gotineke xwe ya li dijî mamosteyeke bidersok ku ji dûr ve perwerdeyê dide, bi îdiaya ‘Dijminatî û kînê di nava gel de çêdike û wan biçûk dixe’ hat darizandin. Di dozê de 10 hezar û 110 lîre cezayê pereyan lê hat birîn.”