2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Polîsan bi ser PAK, PSK û Hereketa Azadî de girt

Li Amedê, polîsan di saetên nîvro de bi ser avahiyên PAK, PSK û Hereketa Azadî de girtin.

Li Amedê, di saetên nîvro de polîsan bi ser avahiya Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) û Hereketa Azadî yên li Amedê de girtin. Serokê PAK’e Mistefa Ozçelîk, der barê mijarê de diyar kir ku ji ber pîrozkirina Roja Alaya Kurdistanê bi ser avahiyên wan de hatiye girtin. Endamê Meclisa PSK’ê Hîdayet Fîdan jî bi lêv kir ku lêgerîna li avahiya wan berdewam dike û polîsan dest danîne ser alayên Herêma Federe ya Kurdistanê.

Lêgerîna polîsan a li avahiyan hêj berdewam dike.