27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Platforma Parastina Bajêr û Piştevaniyê ya Amedê hat damezrandin

Li Amedê bi beşdariya 81 rêxistinên sivîl, ked û pîşeyî damezrandina Platforma Parastina Bajêr û Piştevaniyê ya Amedê hat ragihandin.

Li Amedê, 81 rêxistinên sivîl, ked û pîşeyî li eywana civînê ya Hotêla Green Park a li navçeya Sûrê li hev civiyan û bi daxuyaniyeke çapameniyê damezrandina Platforma Parastina Bajêr û Piştevaniyê ya Amedê ji raya giştî re ragihandin. Nûner û rêveberên van 81 rêxistinên sivîl ên bajar li civînê amedê bûn.  Di civînê de destpekê Serokê Baroya Amedê Nahît Eren axivî û der barê platforma ku hat avakirin de agahî dan.

Piştî Eren daxuyaniya ku ji bo damezrandina platformê hatibû avakirin hat xwendin. Daxuyaniya kurdî ji aliyê Seroka Odeya Bijîşkan a Amedê DTO) Elîf Tûran û daxuyaniya tirkî jî ji aliyê Serokê Odeya Bazirganî û Pîşezasiyê ya Amedê (DTSO) ve hat xwendin.

Amed gelek çand hembêz kiriye

Elîf Tûran, di destpêka axaftina xwe de li ser girîngiya bajarê Amedê rawestiya û wiha got: “Ameda ku dîroka wê heta 12 hezar salan dirêj dibe, bajarekî kevnar e ku mazûvaniya gelek şaristaniyên cihêreng kiriye û gelek çand hembêz kiriye. Bajarê me; parastina dîrok, çand, mîmarî, huner, çavkaniyên aborî û tevna civakî ye. Ji bo vê armancê pêwîstî bi platformeke hevgirtin û parastinê ya bajarî heye ku hemû aktorên bajêr ên bi her cure cudahiyê re, bêyî ferqê nêrînên siyasî, nijad, ol, ziman, etnîsîte û zayendî, bîne cem hev. Pirsgirêkên wan nas bikin û çareser bikin. Bi van cudahiyan me biryar da ku ji bo parastina bajarê xwe platforma Parastina Bajêr û Piştevaniya Bajarê Amedê ava bikin.”

 ‘Wê li bajêr hevgirtina dilxwazî seferber bike’

Di berdewama axaftina xwe de Tûran, ev tişt anîn ziman: “Ev Platforma ku em dixwazin ava bikin, wê li bajêr hevgirtina dilxwazî seferber bike, pirsgirêkên li bajêr bi aliyên eleqedar ên ji aktorên cihêreng re tesbît bike û bi aqilekî hevpar li ser wan nîqaş bike, lihevhatina di navbera aliyên pêwendîdar de pêk bîne, di navbera gel de kanalên diyalogê ava bike. Sazî û civak, civaka sivîl xurt bike û bi vî awayî beşdariya demokratîk di qada herêmî de xurt bike. Platforma me dê li ser têgehên pêşketina domdar, mafên welatiyan û rêveberiyê ava bibe, tenê bibe platformek hevgirtinê ya beşdar ku ji pêkhate û aliyên têkildar pêk tê. Ji bo ku bajaran bi hizireke hevpar bi rê ve bibe. Bi vî awayî wê bi biryarên xwe yên şêwirmendiyê yên li ser qadên bi pirsgirêk hatine tespîtkirin beşdarî û piştgiriyeke xurt di qada giştî de bide.”

Armancên platformê

Tûran, armancên Platformê wiha rêz kir:

*Ji bo misogerkirina jiyanek tendurist û bi kalîte, perwerdehiya bi kalîte, wekheviya zayendî, nûbûn û jiyana bajarî ya domdar bi misogerkirina domdariya pêşketina aborî bi pêkanîna hêmanên civakî û hawîrdorê bi hev re,

*Ji bo pêşxistina têkiliyên civakî û çandî û parastina nirxên çandî,

* Ji bo tevkariyê li nêzîkatiya rêveberiyê ya li ser bingeha beşdarbûn, hevrêziya xebatê, pir-aktor û hevkariyên civakî,

* Piştgiriya pêşxistina civaka sivîl û xurtkirina pêwendiya di navbera rêxistinên sivîl û rêveberiyên herêmî û giştî de,

* Beşdarkirina ji bo geşepêdana çanda bajarî û nasnameya bajarî, zêdekirina pabendbûna bi nasnameya bajarî û hişmendiya bajarvaniyê, û misogerkirina wê yekê ku çavkaniyên aborî, civakî û jîngehê yên bajêr bi bandor û dadperwerî werin bikar anîn.

* Wê li dijî her cure xeterî, tehdîd û rewşên neyînî yên ku bajar di çarçoveya fizîkî, hawirdor, civakî û aborî de rûbirû bibin, dê beşdarî têkoşîna koordînekirî û berfireh a gelek dînamîk, aktor û saziyên gelemperiyê yên ku bajêr pêk tînin.”

Tûran, di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ew hemû komên aborî û civakî yên bajêr wekhev dibînin û banga hevkariyê li wan kir.