17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dibêjin lê gav navêjin

Nûnerê DEM Partiyê yê KE’yê Fayîk Yagizay anî ziman ku Tirkiyeyê hêj destûr nedaye ku gelek raporan aşkera bikin û wiha got :Me xwest Konseya Ewropa rola xwe bilîze, dibêje lê nakin.”

Şandeya ku ji parêzerê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Ozgur Fayîk Erol, parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan, Hevserokê Komîsyona Têkiliyên Derve yê DEM Partiyê Berdan Ozturk, parlamenter Sevîlay Çelenk û nûnerê DEM Partiyê yê Konseya Ewropayê (KE) Fayîk Yagizay pêk dihat li Strasbûrgê ji du milan ve hevdîtin kirin. Şandeyê li Strasbourgê bi KE, CPT, YE û parlamenterên Ewropayê re gelek hevdîtin kirin.

Nûnerê DEM Partiyê yê Konseya Ewropayê (KE) Fayîk Yagizay têkildarî hevdîtinên li Ewropayê nirxandin kir. Yagizay ewil li ser armanca  hevdîtinê axivî û wiha got: “Ez li Strasbûrgê dijîm. Ji ber vê yekê ez ji Ewropayê beşdarî heyetê bûm. Dîsa parêzerê Birêz Ocalan û parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan hebûn. Me bi nûnerên Konseya Ewropa, CPT û Yekitiya Ewropayê re hevdîtin kirin. Li derve li pêş Konseya Ewropayê çalakî hebûn. Me jî li hundir hevdîtin kirin. Bi taybetî em li ser hîle, dek û dolabên ku AKP’ê di hilbijartina 31’ê adarê de meşandin û hin şaredarî bi zorê ji me stendin rawestiyan. Mîna Şirnex, Qers û Bedlîsê bi dek û dolaban stendin. Me got esker û polîs ji derve anîn û dengê wan bikar anîn. Em li ser vê rawestiyan.”

Rewşa Ocalan anîn ziman

Fayîk Yagizay destnîşan kir ku mijarek din jî rewşa girtiyên siyasî bû û wiha got: “Mijarek din ku em li ser rawestiyan jî rewşa girtiyên siyasî bû. Demîrtaş, Gultan Kişanak, Sebahat Tuncal û gelek girtiyên din me anî rojê. Dîsa bi taybet me rewşa Birêz Ocalan anî rojevê. Me got birêz Ocalan zêdeyî 3 sal in tu agahî jê tune ye. Me xwest Konseya Ewropayê di vê mijarê de rola xwe rast bilîze. Ji ber ku Tirkiye jî endamekî KE’yê ye. Me got ev tiştên ku Tirkiye dike li dijî qanûn û standartên navdewletî ne. Li dijî peymanên ku KE û Tirkiyeyê îmze kirine ye. Me xwest KE’yê li nirxên xwe xwedî derkeve. Me xwest zextan li Tirkiyeyê bike û vê yekê qebûl neke.”

Tirkiye CPT asteng dike

Yagizay anî ziman ku hevdîtina wan a bi rayedarên CPT re jî bi piranî li ser rewşa Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bû û wiha domand: “Gelek raporên CPT hene. Tirkiyeyê hêj destûr nedaye ku gelek raporan aşkera bikin. Gotin ‘Em dixwazin raporên me bên weşandin. Herî dawî rapora 2019’an weşandibûn. Gotin ‘Em her tiştî nikarin rasterast bi were parve bikin. Em bi Tirkiyeyê re di têkiliyê de ne ku şert baştir bibin. Em hewl didin ku Tirkiye li gorî qanûn û standartên Ewropayê tev bigere’. Di hevdîtinê de ez parêzerê Ocalan û parlamenterê DEM Partiyê hebûn.”

Xwestin Tirkiye pîvanan pêk bîne

Yagizay da zanîn ku wan bi Sekreterê Giştî yê Konseya Ewropayê re jî hevdîtin kir û wiha got: “Ez, Berdan Ozturk û Sevîlay Çeleng tev li hevdîtinê bûn. Me di vê hevdîtinê de xwest Tirkiye pîvanên Konseya Ewropayê pêk bîne. Dîsa me bi raportorê Tirkiyeyê yê KE’yê re hevdîtin kir. Dîsa me bi hin parlamenterên din re jî hevdîtin kir.”

Dibêjin lê gav navêjin

Yagizay destnîşan kir ku hevdîtinên bi parlamenter, nûner û dostên kurdan re erênî derbas dibin û wiha lê zêde kir: “Yên ku biryarê didin bêtir Komîteya Wezîran e. Berjewendiyên dewletan derdikevin pêş û li gorî berjewendiyên dewletan tev digerin. 4-5 sal in Dadgeha Ewropayê biryar daye ku Osman Kavala bê berdan. Lê Tirkiye Osman bernade. Konseya Ewropayê dibêj ‘Em xemginiyên xwe tînin ziman. Lê gav navêjin. Eger Tirkiye peymanên ku îmze kiribe û pêk neyne, wê demê divê prosudura ji endamtiyê avêtinê têxin meriyetê. Lê mixabin heta niha kiryarek wisa pêk nehatiye. Ji ber ku berjewendyên Konseya Ewropa bi Tirkiyeyê re heye, naxwaze berjewendiyên wan xera bibe.”

Yagizay bilêv kir ku gotine ew jî naxwazin Tirkiye ji KE’yê bê avêtin û dixwazin Tirkiye bêtir demokratîk bibe û li gorî rêgezên mafên mirovan tev bigere.

Yagizay herî dawî destnîşan kir ku dê xebatên wan ên bi saziyên Ewropayê re berdewam bikin û dê ji bo pêşketina demokrasî, hiqûq û mafên mirovan têkoşîna xwe berdewam bikin.”