20 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Erdogan ji Iraqê çi dixwaze dê çi bigire

Faşîzma tirk jî îxanetkariya mala Barzanî jî li hemberî vê têkoşînê têk çûn. Niha di nav qeyrana aborî, siyasî, civakî û exlaqî de ne. Ne mimkûn e cardin pişta xwe rast bikin. Êdî DYA, Ewropa û dewletek din piştgiriyê nadê.

Hilbijartinên 31’ê adarê li pişt man. Di encamê de faşîzma AKP-MHP’ê hezîmetek mezin jiya. Ji 2015’an heta niha faşîzma tirk ji bo tevkujiya li hemberî gelê kurd temam bikin bi hemû derfetên xwe êrîş dikirin. Ji bo vê berî her tiştî tecawîzî makezagona xwe kirin. Piştre pergalek li ser esasê dizî, gendêlî û mafyayê ava kirin. Pereyê qirêj ê ji vê çerxê tê jî li hemberî têkoşîna azadiyê ya gelê kurd hat bikaranîn.

Di encama neh salên borî de bêdadî û sûcêkî şer ê ku nekirîn name. Gelek êş bi gelê kurd dane kişandin. Lê di heman demê de li hemberî şerê azadiyê yê gelê kurd winda kirin. Tirkiyeyek di aliyê aborî de têk çûyî, di aliyê siyasî de qeyranek mezin dijî û di aliyê civakê de dejenerasyona exlaqî dijî li holê ma. Hilbijartina 31’ê adarê di serî de gelê kurd û beşên civakê yên di bin qeyrana aborî de dinalin peyamek xurt dan faşîzma tirk. Gelê kurd ji faşîzma tirk re got ku bi tu awayî serî natewîne û di azadiyê de israr e. Civaka tirk jî ji faşîzmê re got ku êdî nikare barê îktîdarek mafyatîk zêdetir hilgire.

Niha faşîzma AKP-MHP’ê di nav qeyranek mezin de derbas dibe. Daxwaza wan temamkirina tevkujiya kurd e. Ji bo wê ev neh sal in êrîş dikin. Sala borî jî plansaziyên berfireh çêkirin. Li gorî amadekariyên salek dawî faşîzm dixwaze ji Efrînê heta Urmiyeyê bi sed hezaran kurdan bide koç kirin û van deverên Kurdistanê dagir bike. Li şûna gelê kurd ê qetil û koçber kirî jî dixwazin çeteyên ku ji çar aliyên cîhanê komkirîn li wir bi cih bike. Dest danê ser zengîniyên Kurdistanê.

Ji bo vê Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan û Serokê MÎT’ê Îbrahim Kalin, li gel Serfermandarê Giştî Metin Gurak şandin DYA û Iraqê. Rojeva wan a serekê amadekirina bingeha operasyon dixwazin vê havînê bimeşînin. Ji ber ku faşîzma tirk tenê bi alîkariya îxanetkariya KDP’ê nikare bi Tevgera Azadiyê bike. Pêwîstî bi piştgiriya hêzên din heye.

Ji bo piştgirî bigire ava Kurdistanê li hemberî Iraqê bikar tîne. Li hemberî avê dixwaze Irak tev li vî şerî bibe. Her wiha bi navê Riya Pêşketinê jî projeyek aboriyê jî wekî eşantiyon dide. Lê xizkirina van projeyan hêsan lê pêkhatina wan exlebe nepêkan e. Li vir armanca esasî li hemberî ava Kurdistanê rijandina xwîna gelê Kurdistanê ye. Di vir de malbata Barzanî jî heta qirika xwe ketiye deryaya îxanetê û di komkujiya gelê kurd de alîkariya faşîzma tirk dike.

Erdogan dê du hefte piştre jî biçe DYA’yê. Di dosyaya wî heman tişt heye. Li hemberî alîkariya Îsraîl, sînorkirina bandora Rusya û Îranê ya li Rojhilata Navîn dixwaze DYA û Ewropa piştgirî bidin pêvajoya tevkujiya gelê kurd. Faşîzma tirk di çi qas daxwazên xwe bi dest bi xwe hêj nediyar e. Lê rastiyek aşkera li holê ye. Ew jî gelê kurd di pêşengiya Tevgera Azadiyê de ligel hemû hewildanên tevkujiyê di azadiyê de bi israr e. Li çar perçeyên Kurdistanê û derveyî welat li hemberî pêvajoya tevkujiyê li berxwe dide. Hem faşîzma tirk û hem jî îxaneta mala Barzanî têk dibe.

Faşîzma tirk jî îxanetkariya mala Barzanî jî li hemberî vê têkoşînê têk çû. Niha di nav qeyrana aborî, siyasî, civakî û exlaqî de ne. Ne mimkûn e ku cardin pişta xwe rast bike. Ne DYA, ne Ewropa û ne jî dewletek din zû bi zû piştgiriyê nade hêzek têkçûyî. Ji bo wê faşîzma tirk dê miheqeq hewil bide pêvajoya tevkujiya gelê kurd bimeşîne. Ji bo vê dê êrîşî Başûr, Rojava bike û faşîzma xwe di asta herî jor de li Bakûr pêk bîne. Barzaniyên îxanetkar jî dê heta dawiyê bi faşîzma tirk re hevkarî bike. Lê teqez dê gelê kurd ê azadîxwaz, birûmet û têkoşer bi ser bikeve.