2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dijberiya çekên kîmyewî erka herkesî ye

Felemez Ulug
Felemez Ulug
Xweşkanî

Gelek caran dîmenên sûcên şer ên dewleta tirk a dagirker hatin parvekirin. Di dîmenan de diyar dibe ku rojnamegerên li herêmê ji bo rastiyê ji raya giştî re ragihînin di bin şert û mercên pir zahmet de dixebitin û di nava hewldanên watedar de ne. Di encama vê keda watedar û hêja de em rastiya şerê li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi taybetî jî li herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê diqewimin dibînin.

Artêşa dagirker a ku tevî hêza NATO’yê jî nikare ji bejahî berxwedana gerîla bişikîne, heta niha bi balafirên şer, helîkopteran û ji qereqolên li ser sînor bi hezaran caran qadên gerîla bombebaran kirin. Ji ber ku tîmên bitevger ên gerîla ev rêbaza şer a dagirkeriya tirk têk birine, ew jî rêbazên qirêj dixin dewrê. Ev rêbaz ji bikaranîna çekên kîmyewî û qedexekirî pêk tên. Heta niha bi dehan dîmenên ku îspatên bikaranîna çekên kîmyewî ne, hatine weşandin.

Dîmena herî dawî vê carê ji Girê Amêdiyê bû. Di dîmen de bi awayekî aşkera tê dîtin ku leşkerên artêşa tirk a dagiker li dijî çeperên şer ên Şehîd Pîrdoxan bombeyên kîmyewî bi kar tînin. Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) gelek caran bi belge û parvakirina dîmenan li herêmê bikaranîna çekên kîmyewî deşîfre kir.

Di dîmenan de bi awayekî zelal tê dîtin ku bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî li dijî çeperên gerîla tên bikaranîn. Li dijî vî sûcê şer ên artêşa tirk a dagirker ji seranserî Kurdistanê û gelek welatên Ewropayê kesayetên navneteweyî ketin nava hewldanan.

Her çiqas hêzên navneteweyî, saziyên weke Qedexekirina Çekên Kîmyewî-OPCW bêdeng bin jî, di nava raya giştî ya cîhanê de aşkera bû ku dagirkeriya tirk li dijî gerîla û gelê herêmê çekên kîmyewî bi kar tîne.

Ji bo Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî OPCW li herêmê lêkolînê bike, li gelek welatan kurdan çalakî li dar xistin. Di navbera 28’ê sibatê û 8’ê Adara 2022’yan de heyeteke brîtanî jî çû başûrê Kurdistanê.

Di heyetê de Edîtorê Navneteweyî yê rojnameya Mornîng Star û Berdevkê Koalîsyona li dijî Çekên Kîmyewî yên li Kurdistanê Steve Sweeney, Endamê Desteya Rêveber a Federasyona Giştî ya Sendîkayan Andi Kocsondi, Rojnamevan û nivîskar John Hunt, endama Partiya Karker a berê ya Parlamena Ewropayê û ji damezrînerên Însiyatîfa Aştî ji Kurdistanê re Julie Ward, Sekreterê Giştî yê Komîteya Rêvber a Federasyona Giştî ya Sendîkayan û Sendîkaya Karkerên Civakî John McGowan, Şêwirmendê Sendîkayê Bert Schouwenburg û rojnamevan Mylene Sauloy cîh girtin.

Heyeta ku çû herêmê bi saziyên civaka sivîl, şêniyên nêzî herêma şer û bi aliyên cûda re rêze hevdîtin pêk anîn. Heyeta ku li herêmê lêkolîn pêk anîn, daneyên kom kirin bi aliyên cûda re axivîn. Heyetê xwest di 17’ê gulanê de li pêşiya avahiya OPCW daxuyaniya çapemeniyê bidin û encama lêkolîna xwe aşkera bikine. Lê wê demê ji ber ku hikûmeta Ingîltereyê bi hincetên cûda nehişt endamên heyetê biçin Hollandayê û daxuyanî hate astengkirin. Ev nêzîkatiya hikûmeta Ingîltereyê bi awayekî aşkera wek piştevaniya bi dewleta tirk re hate nirxandin.

Lê ev astengî jî li pêşiya alîgirên azadîxwaz nebû asteng. Têkildarî mijarê lêkolînên xwe berdewam kirin. Herî dawî ji Saziya Fîzîsyenan a Naveneteweyî ya Pêşîgirtina li Şerê Nukleerî, IPPNW du pisporan serdana başûr kirin.

Heyeta IPPNW’ê ji aliyê Yekîtiyê Ewropayê hatiye birêxistinkirin û ji bo lêkolînkirina bikaranîna çekên kîmyewî ên ji dema Helebçeyê heta niha li başûrê Kurdistanê hatine bikaranîn, lêkolîn dike.

Heyeta ku ji pisporên biyolojiyê Jan Van Aken û Josef Savary pêk tê, li herêmê bi sazî û rêxistinên cûda re gelek hevdîtin pêk anîn. Ji Helebçeyê heta Silêmaniyê li ser mijarê lêkolîn kirin. Heyetê xwest biçe herêma Behdînan û li wir jî bi şêniyên herêmê hevdîtinan bike. Lê ev daxwaza heyetê ji aliyê PDK’ê ve nehat qebûlkirin û nehiştin derbasî herêmê bibin.

Li ser vê pisporan li Silêmaniyê li ofîsa Parlamena Başûr, tevî endamê Lijneya Asayîş û Pêşmergeyan Parlamena Herêma Kurdistanê Osman Sêderî daxuyanî da çapemeniyê.

Di daxuyaniyê de biyolog Jan Van Aken ku 25 sal in li ser çekên kîmyawî lêkolînê dike nerazîbûn nîşanî qedexeyê da û got: “Me xwest em biçin herêma Amediyê jî, lê ji aliyê asayîşê ve em hatin astengkirin. Li holê îdayên pir girîng hene. Divê ev mijar bi awayekî berfireh bê lêkolînkirin. Em ji bo rastiyê derxin holê hatine vir divê bihêlin em karê xwe bikin.”

Hevkariya PDK’ê ya bi dewleta tirk a dagirker re dîsa bi awayekî aşkera derket holê. Li dijî bikaranîn çekên kîmyewî hewceye hikûmeta Herêma Kurdistanê û ya Iraqê têkevin nava liv û tevgerê. Li dijî vî sûcî bêdengmayîn tê wateya şirîkatiyê. Ji destpêkê ve rêveberiya PDK’ê ji bo li herêmê sûcên dewleta tirk dernekevin holê çi ji destên wê tê dike. Astengkirina saziyên serbixwe bi tu awayî nayê pejirandin.

Divê herkes zanibe ku li herêmê bi karanîna çekên kîmyewî ne li ser gerîla tenê, li ser xwezayê û zindiyên herêmê hemûyan bandorên neyînî dike. Jiyana şêniyên herêmê dixe xetereyê. Ji ber vê yekê dewleta tirk û PDK’ê li herêmê dest bi valakirina gundan kirine. Dijberiya vî sûcî ne tenê karê sazî û rêxistinên nevneteweyî ye, ya rastî ev erk û berpirsyarî ya hemû pekhateyên kurdistanî ye.