2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dilşah Ercan a Soylû navê wê ragihandibû ji ANF’ê re axivî

Li bajarê herêma Behra Spî Mersînê, ji aliyê gerîllayên HPG’ê ve di 26’ê îlonê de li dijî Mala Polisan a Teceyê ya li navçeya Mezîtliyê êrişeke çekdarî û bombeyî pêk hat. Di vê çalakiyê de polîsek hatibû kuştin û çend polîs jî birîndar bûbûn. Soylû ku piştî êrîşê çûbû Mêrsînê, angaşt kiribû çalakî ji aliyê gerîllaya HPG’ê Dilşah Ercan (Zozan Tolan) ve pêk hatiye û malbata wê hedef nîşan dabû.

Piştî daxuyaniya Soylû, polîsan bi ser mala malbata Ercan a li Mêrsînê de girtibû û tevî dayik û bavê wê û her wiha 3 bira, 3 xwîşk û hevjînên wan jî di nav de bi giştî 22 kesan binçav kiribû. Endamên malbata Ercan piştî ku bi rojan di bin çavan de hatibûn girtin, li dozgeriyê hatibûn berdan.

Soylû û paraşût

HPG’ê bi daxuyaniyekê Soylû derewandibû û diyar kiribû ku çalakî ji aliyê Ercan ve nehatiye lidarxistin û gerîllayên ku çalakî pêk anîbûn bi raya giştî re parve kiribû. Dûre Soylû derketibû pêşberî kamerayan û bi awayekî sosret got ku ajokarekî texsiyê Ercan teşhîs kiriye. Rojek berê jî Soylû angaşt kir ku çalakî ji hêla Amerîkayê ve hatiye birêxistinkirin û HPG’î ji bajarê Minbic û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi paraşûtan hatine Tarsûsê.

‘Derfetên têkoşîna demokratîk nehiştin’

Dilşah Ercan a Soylû navê wê dabû û malbata wê hedef nîşan dabû bi Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) re axivî û ev tişt gotin: “Dema min xebatên rojnamegeriyê dikirin hatim girtin. Ev rast e. Lê belê pêkanîn rejîma faşîst a AKP-MHP’ê bingeha vegotina rastiyên li Tirkiye û Kurdistanê û derfetên têkoşîneke demokratîk tune kirin. Her ciwaneke Kurdistanî jî li ser vê bingehê û ji bo ku hesabê ji rejîma faşîst bipirse derdikeve çiyê. Ez jî yek ji wan im. HPG’ê jixwe daxuyaniya pêwîst da. Ez li ser peywira xwe me. Lê hesabpirsîna ji rejîma AKP-MHP’ê, weke her gerîlayeke kurd, yek ji peywirên min jî yên esasî ne. Ez li vir dibêjim ku dê peywira xwe bi serfirazî pêk bînim.”