17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hilbijartina Serokkomarê Brazîlyayê ji tûra duyemîn re ma

Dezgeha Hilbijartinê ya Neteweyî ya Brazîlyayê roja Yekşemê ragihand ku hilbijartinên serokatiyê dê di 30’ê Cotmehê de di navbera Serokomarê rastgir Jair Bolsonaro û hevrikê wî yê çep Luis Inacio Lula da Silva de were kirin.

Lula da Silva di tûra yekemîn a hilbijartinan de li pêşiya serokê rastgira tund Jair Bolsonaro, bû lê ji ber ku tu namzetekî rêjeya ji sedî 50 bidest nexist dê tûra duyemîn di 30’ê cotmehê de pêk were.

Piştî jimartina ji sedî 97,’ ê dengan bi rêya dengdana elektronîk, Lula da Silva ji sedî 47,9 ê dengên derbasdar wergirt, Bolsonaro jî ji sedî 43,7’ê dengan bidest xist.

Luis Inacio Lula da Silva di roja dengdanê de beriya ku deng xwe bikar bîne ji çapemeniyê re daxuyaniyek wiha dabû û gotibû: “ Beriya 4 salan min nikaribû ez dengê xwe di hilbijartinan de bikar bînim, ji ber ez ji ber bêbextiyekê hatim girtin û ketim zindanê. Min xwest ez dengê xwe bikar bînim lê li zindanê destûr nedan min. Piştî 4 salan vaye ez li vir im û bi azadî dikarim dengê xwe bikar bînim da ku careke din bibim serokkomarê vî welatî.”

Hêjayî gotinê ye ku Lula da Silva di navbera salên 2002 û 2010’an de serokê Brazîlyayê bû.