18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dinêrin lê nabînin

Li gorî rapora Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, li rojhilatê Kurdistanê zarokên ku tên binçavkirin mîna kesên mezin çavên wan tên girtin û îşkence li wan tê kirin. Her wiha gelek zarokan jî ragihandiye ku di bin çavan de tecawizî wan hatiye kirin.

Bi pêşketina netewdewletan û xêzkirina sînoran gelek neteweyên cuda di nav sînorên diyarikirî de hatin hiştin. Di navbera neteweyan de tevî ku tenê sînorên xeyalî hatibin xêzkirin jî ji aliyên gelek mijaran de bi tunehesibandinên dewletên cuda re rû bi rû man. Dewleta Îranê jî yek ji dewletên ku di nav sînorên xwe de gelek neteweyên cuda dihewîne ye. Di nav sînorên Îranê de neteweyên weke fars, azerî, kurd, lor, ereb, belûc, tirkmen, ermen, aşûrî, kaşkaî, gurcî cih digirin. Tevî ku ziman, bawerî û çanda van neteweyan ji hev cuda ye û divê bi xwebûna xwe hebûna xwe bidomînin jî dewleta Îranê wan neçarî yek ziman û baweriyê dike.

Li ser baweriya îslama ku li neteweyên cuda dide ferzkirin hewl dide ku civakê li gorî xwe dîzayn bike. Bi taybet li gorî îslama ku li gorî xwe dîzayn kiriye û li civakê ferz dike hewl dide jinan bike bin bandora xwe. Li ser vê yekê ji kincên ku jin li xwe dikin heta ku dê di kolanan de çawa tevbigerin û divê çawa bifikirin tev ji aliyê rejîmê ve tên kontrolkirin. Jinên ku li gorî fermanên wan tevnegerin jî ji aliyê rejîmê ve bi rêbazên cuda tên cezakirin. Yek ji mînaka vê yekê Jîna Emînî ya ku di îlona 2022’yan de bi hinceta ku porê wê li gorî pîvanên rejîmê nehatiye nixaftin, hat kuştin. Her wiha xwendekarên jin li dibistanên ku dixwînin piştî kuştina Jîna Emînî ji meha mijdarê heta niha ji aliyê rejîma Îranê ve tên jehrîkirin. Tevî bertekên ku li dijî vê mijarê derdekevin jî jehrîkirina jinan didome.

Zarokên xwepêşandêr

Jinên ku ji 40 salî zêdetir e di bin zilma rejîma heyî de ji her mafên xwe bê par in bi kuştina Jîna Emînî daketin qadan û ji pergala heyî re gotin bes e. Jinên ku ji meha îlonê ve pêşengtî ji serhildana civakê re dikin rastî îşkence, tacîz û tecawîzê tên. Tevî van îşkenceyan jî jinan ji zarokan heta mezinan ji mêran heta jinan hemû beşên civakê rabûn ser piyan. Zarokên ku li dibistana perwerdeyê dibînin li dijî kiryarên rejîmê ji bo pêşeroja xwe daketin qadan. Lê li gorî daneyên ku ji saziyên neteweyî û navneteweyî tên parvekirin îşkence li ser xwepêşendarên jin û zarokan gelek zêde ne. Rejîm bi van îşkenceyên xwe yên ku heta li zarokên 12 salî jî dike hewl  dide ku pêşî li vê serhildanê bigire.

Herî dawî Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî der barê kesên ku di xwepêşandanan de hatine girtin û rastî îşkenceyê hatine de raporek amade kir. Di raporê de bi taybet cih daye rewşa zarokan û tundiya ku di binçavan de dibînin. Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî di rapora xwe de da zanîn ku zarokên binçavkirî rastî lêdan, qamçîkirin, şoqa elektrîkê, tacîz tên.

Rastî tecawizê tên

Di raporê de hat diyarkirin ku zarokên ji aliyê hêzên rejîmê ve tên girtin weke kesên mezin çavên wan tên girtin, hem rastî îşkenceyê tên û hem jî dibin şahidê îşkenceya ku li kesên din tê kirin. Gelek zarokên ku ji bin çavan derketine di agahiyên ku dane Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî de dibêjin ku ew di bin çavan de rastî tecawizê hatine.

Gelek kesên ku di dema serhildanê de dîmenên wan hatin parvekirin ji aliyê hêzên dewletê ve hatine binçavkirin di bin îşkenceyê de bi darê zorê nameya poşmaniyê bi wan dane îmzekirin û dîmenên wan ên ku poşmaniya xwe diyar dikin di televizyonên fermî yên Îranê de hatin parvekirin. Herî dawî 5 jinên ciwan ên ku li Tehranê dans dikirin ji aliyê rejîmê ve hatin girtin û poşmanî li wan hat ferzkirin.

Her sal rapor tê amadekirin

Ev nêzikatiya rejîmê li dijî jin û zarokan ne tenê di vê pêvajoya serhildanê de gihişt vê astê. Jixwe di dîroka xwe ya 40 salên dawî de tim bi rêbazên cuda di şexsê jin û zarokan de li civakê îşkence tê kirin. Ev tunehesibandin û qirkirina dewleta Îranê ya li ser neteweyên cuda ji aliyê hemû cîhanê ve tê dîtin. Ji aliyê dewlet û saziyên mafên mirovan ên navneteweyî ve her sal ev îşkence, tacîz û tecawiz tên raporkirin. Lê her çiqas ev rewş were raporkirin jî tu dewlet an sazî ji bo pêşî li vê rewşê bigire nakeve nav tevgerê. Gotinên wan tenê di asta ‘em xemgîn û metirsîdar in’ de dimîne. Ev jî cesaretê dide rejîmê.