4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Îfadeyên leşkeran piştrast kirin ku Şîban û Turgut ji helîkopterê hatine avêtin

Îfadeyên ewil ên leşkeran piştrast dikin ku Servet Turgut û Osman Şîban bi awayeke saxlem li helîkopterê hatine siwarkirin, beriya helîkopter dakeve pîstê wan avêtine xwarê û ji hêla bi sedan leşkeran ve hatine lînckirin.

Welatiyên bi navên Servet Turgut û Osman Şîban li navçeya Şax a Wanê ji hêla leşkerên derketin operasyonê ve hatin binçavkirin û ji helîkopterê hatibûn avêtin. Ajansa me jî bûyer belge kiribû. Di bûyerê de Servet Turgut jiyana xwe ji dest dabû û Osman Şîba jî bi giranî birîndar bûbû. Îfadeyên leşkeran ên têkildarî bûyerê piştî 2 sal û nîvan derketin holê. Li gorî belgeyên cara ewil hatin bidestxistin, têkildarî bûyerê şandeyek hatiye avakirin û leşkerekî payebilind ji 40 leşkerên wê rojê derketin operasyonê îfade girtine. Îfade di 16’ê îlona 2021’an de hatine girtin û ji sê beşan pêk tê. Di belgeyan de her wiha îfadeyên leşkerên di opersayonê de cih girtin, yên li pîsta helîkopterê û leşkerên li gel Şîban û Turgut li helîkopterê siwar bûn hene. Hema hema di tevahiya îfadeyan de tê gotin ku Şîban û Turgut bi saxlem li helîkopterê hatine siwarkirin. Li gorî îfadeyên leşkerên li helîkopterê siwar bûn lê li pîstê paya nebûn; Şîban û Turgut avêtine nava bi sedan leşkeran, di wê navberê de rageşî derketiye, Turgut û Şîban bi giranî birîndar bûne û li naverastê dirêjkirî mane. Anku bi îfadeyan piştrast dibe ku rastî îşkenceyeke giran hatine. Li gorî îfadeyên sê leşkeran; “Dema helîkopterê li pîstê dada her du şexs ketin ‘erdê.’” Bi van îfadeyan hemû agahiyên Ajansa Mezopotamyayê (MA) yên têkildarî bûyera wê rojê hatin piştrastkirin.

Ji leşkerê operasyonê bi rê ve dibir prastina ‘Milîstiyê’

Leşkerekî payebilind ku operasyon birêve dibir di îfadeya xwe de van îdiayan dike: “Piştî pevçûnê, kesekî li devera bi kevir cil û bergên xwe guherand û di nava tevgerên biguman de bû. Şexsê bi navê Servet Turgut piştî destwerdanê hewl da bireve. Dema direviya, li devera Rûbarê Masîro ji cihê bikevir kete xwarê. Dema em çûn cem wî, hat tespîtkirin ku birîndar bûye. Me ev kesê birîndar li gel kesekê yekîneyê şand cihê siwarbûn-payabûnê ya helîkopterê. Osman Şîba jî beriya niha li herêma pevçûnê nokerî (mîlîstî) dikir û bi vî awayî dihat naskirin. Agahî bo me hat ku rojek beriya pevçûnê li mala xwe bi terorîstan re hevdîtin kiriye. Ji bo binçavkirina vî nokerî jî min komek şand. Dema li gel wî ji herêma pevçûnê direviya, gumanbarê din Servet Turgut û cenazeyê endamekî din ê rêxistin bi helîkopterê ji herêmê hatin derxistin.”

Dema li helîkoptgerê hatin siwarkirin saxlûm bûn

Ji serî heta binî heman îfadeyên bi dehan leşkerên din jî bi vî rengî ne: “Dema me li herêmê çavdêrî dikir, derdora 500 metreyan li pêşa rêgeha rûbarê li jêr me şexsek dît. Elemanekê me ji bo bigire li pey wî çû. Me kesê gumanbar girt. Teqez bi tu awayî hewldaneke derbkirin, lêdan, lêxistin, heqaret û hwd. çênebû. Me dît ku TÎM’eke din ev şexsê gumanbar girt cem xwe û ber bi Mezraya Sûrikê ve çûn ku derdora 3 kîlometreyan li pêş bû. Qederê nîvsaet piştre ev şexsê gumanbar li gel şexsekê din hate herêma em lê diman. Biqasî ku min ji dûr ve dît, li ser laşê şexsê duyemîn jî tu şopên lêdanê tune bûn. Lê min dît ku li ser dest û rûyê şexsê ji ewil hatibû girtin şopên birînan hene.” Bi vê îfadeyê jî daxuyaniya malbatan ku digotin; “Wê rojê saxlem li helîkopterê siwar kirin” piştrast kirin.

Gotinên leşkeran îfadeyên malbatê piştrast dikin

Cengîz Şîban ku wê demê bi ajansa me re axivî bû, wiha digot: “Servet girtin û hatin gund. Piştre jî Osman li helîkopterê siwar kirin. Operasyon hebû lewma me nekarî derkevin û agahiyekî jê bigirin. Heta demekê dirêj me nekarî tu agahiyan jê bigirin. Lewma ez hatim navenda bajar û li leşkeriyeyê geriyam. Ji min re gotin ‘kekê te di beşa venihêrîna awarte de ye.’ Min jî jê re got; ‘dema we kekê min birî tu tiştekî wî nebû. Ma çawa bû ku kete veşa venihêrîna awarte?’ Lê bersivek nedan min. Dema birayê min binçav kirin tu tiştekî wî nebû. Anku her du jî bi awayeke saxlem li helîkopterê siwar kirin.”

Pirsa esasî: Di helîkopterê de çi qewimî?

Li gorî îfadeyên leşkerên derketin operasyonê jî rewşa wiha ye; Turgut û Şîban di bin milên wan de du leşker û bi awayekî saxlem li helîkopterê hatin siwarkirin, li ser dest û rûyê Turgut şopên birînan hebûn lê li ser laşê Şîban tu şopên birînan tune bûn. Pirsa esasî jî tam li vê derê dest pê dike; gelo piştî ku Turgut û Şîban li helîkopterê hatin siwarkirin çi qewimî? Bersiva vê pirsê jî di nava rêzikên îfadeyên leşkerên ku li gel Şîban û Turgut li helîkopterê siwar bûbûn û di îfadeyên hinek leşkerên li pîsta helîkopterê de xwe dide der.

Îfadeya leşker: Du kes ji helîkopterê ketin xwarê

Di îfadeya leşkerekê ku dema Turgut û Şîban birin Fermandariya Cendirmeyan a Wanê li wir peywirdar û îfadeya leşkerê ku her du welatî bi helîkopterê birin de derdikeve holê: “Dema helîkopter nêz bûy, du şexsên gumanbar ketin erdê.” Ev îfade nîşan dide ku Turgut û Şîban beriya helîkopter dade pîstê jê hatine avêtin. Di îfadeyan de ev agahiyên balkêş hene: “Em tevî du şexsên hatine binçavkirin û personelan li helîkopterê siwar bûn. Her du şexsên gumanbar jî bi xwe dimeşiyan û di bin milên wan de du personel hebûn û bi vî awayî siwarî helîkopterê bûn. Di helîkopterê de ev şexs nehatin derbkirin. Me bi helîkopterê dada pîsta Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr. Helîkopterê dada pîstê. Dema me çente, çek û alavên xwe yên din amade dikir, personelên din ên li pîstê ku dê alîkariya me bikira, ber bi me ve hatin. Dinya tarî bûbû û me nedît bê ka kî ne tên. Di vê navberê de ji ewil cesedên du endamên rêxistinê ji helîkopterê hatin derxistin. Di wê navberê de her du şexs jî ketin ‘erdê.’ Di vê navberê de Osman Şîban birîndar bû. Xetere ser çêbû ku di bin lingên personelên bi alîkariya me hatibûn bieciqin. Piştre jî her du şexsên gumanbar birin nexweşxaneyê.”

Osman Şiban ew kêlî vegotibûn

Wê demê Osman Şîban bi ajansa me re hevpeyvîn kiribû û wiha qala wan kêliyan kiribû: “Piştre li helîkopterê siwar kirin. Dema li helîkopterê hatin siwarkirin, me dît ku du cenaze hene. Lê cenazeyên leşkeran nebûn. Li rûyê me dixistin û digotin; ‘li çep û rastên xwe nenihêrin.’ Li ser bêtêlê bi hinek kesan re diaxiviyan. Li ser bêtêlê fermana ‘deynin qişleyê’ hate dayîn. Dema em nêzî cihê jê re digotin qişle bûn jî li ser bêtêlê gotin; ‘di helîkopterê de terorîst hene.’ Piştî vê gotinê jî yê din got; ‘bînin xwarê.’ Li ser vê yekê ji ewil cenaze avêtin xwarê. Piştre jî em avêtin xwarê. Dema em ketin erdê, leşker li ser serê me kom bûn. Ji leşkeran yekî got; ‘ev terorîst hêj sax e’ û êrişî me kirin. Kêliyên piştre jî nayên bîra min.” Ev vebêjên Şîban di heman demê de îfadeya leşkerê ku digot; “dema em hatin komeke qelebalix a leşkeran li wir bû” piştrast dike.

‘Di devê helîkopterê de em bi pişt ve hatin kaşkirin’

Di heman demê de parlarmenter Ahmet Şik ku wê demê sergixwe bû, bi Şîban re axivî bû. Şîban wiha jê re gotibû: “Helîkopter dada. Leşkerên tê de jî tevek paya bûbûn. Min jî li çep û rastên xwe nihêrt. Hêjta em nehatibûn payakirin. Ji hundirê helîkopterê xuya dike. Min nihêrt li derve gelek leşker hebûn. Belkî derdora 100-150 leşker hebûn. Leşkeran dorpêç kiribûn û amade bûn. Çekên wan jî li ser bûn. Yekî got; ‘wan terorîstan paya bikin.’ Min lê nihêrt ku du leşker hatin jor. Ji ewil cenaze avêtin xwarê. Piştre jî em avêtin. Dema em di devê helîkopterê de ji pişt ve em hatin kaşkirin û avêtin xwarê. Ez û Servet ketin ser betonê. Servet jî avêtin, ew jî li cem min bû. Avêtin xwarê. Anku avêtin xwarê, em jî ketin erdê. Em wisa li şûna xwe mabûn. Min dengê yekî bihîst û digot; ‘Ya ev terorîst hêj sax e.’ Min wisa bihîst. Piştre jî 100-150 leşker bi ser me de hatin. Em dan ber pêhnan, kulm li me dan… Wilehî em li erdê dirêjkirin. Ser serê her yek ji me 10, 20 kes hebûn. Her 10 kes ser yekî re derbas dibûn, tevekan jî xwe digihandin me û li me dixistin. Çi bi me kirin nizanim. Ez nizanim çi bi serê min anîne. Avêtin erdê, piştre hatin ser serê min. Serê min eciqandin.” Ev gotin, îfadeyên leşkeran jî piştrast dikin.

Îfadeya ‘em avêtiin nav 150 leşkeran’ zelaltir dibe

Îfadeyên ku dihat gotin bi sedan leşker li pîstê li bendê bûn û Turgut û Şîban avêtine nava komeke qelebalix a leşkeran, bi van gotinan re bêhtir şênber dibin. Di vê rewşê de eşkere dibe ku Turgut û Şîban beriya helîkopter dade pîstê jê hatine avêtin an jî bi îfadeya leşkeran ‘ketin pîstê’,  eşkere dibe ku avêtine nava leşkerên li jêr li benda wan disekiniyan û li wir hatine lînçkirin. Îfadeyên leşkerekê din ê di hundirê helîkopterê de jî vê rewşê careke din piştrast kir. Leşker, di îfadeya xwe de wiha dibêje: “Koma qelebalix a leşkeran ji ewil du cesedên endamên rêxistin wergirtin. Piştre jî her du şexsên sivîl dema paya dibûn, ketin û xetereya di bin lingên qelebalixê de bieciqin çêbû. Piştre jî kesên li wir disekiniyan her du şexs bi ambulansê birin nexweşxaneyê.” Her wiha leşkerekê din ê li pîstê jî wiha dibêje: “Piştî ku helîkopter dadayî pîstê, qelebalix belav bû. Dema ez çûm wê derê û min lê nihêrtî, min du şexsên li erdê dirêjkirî dîtin.”

Leşkerekê din jî qala rageşiya li pîstê dike

Her wiha leşkerekê din ê wê rojê li pîstê jî wiha qala wan kêliyan dike: “Dema ev şexs anîn pîstê, rageşî hebû. Di roja bûyerê de ji bo pêşwazîkirina yekîneya JOH’ê ya ji herêma operasyonê dihat û di helîkopterê de, cesedên endamên rêxistinê û 2 gumanbarên binçavkirî em li pîstê bûn. Piştî ku helîkopter li pîstê dadayî, bi vekirina deriyan re ceset û çenteyên personelên yekîneyê dihat veguhestin. Di wê kêliyê de li dora helîkopterê rageşiyek çêbû. Hejmara personelan a li pîstê zêde bû û dinya tarî bû lewma min nedît bê ka çi diqewime. Dema qelebalix belav bûy, min dît ku du şexs li erdê dirêjkirî disekinin û piştre bi ambulansan rakirin nexweşxaneyê.”

‘Dema qelebalix belav bû li erdê sivîl hebûn’

Leşkerekê din ê li heman qadê jî di îfadeya xwe de wiha got: “Dema helîkopter dadayî pîstê, ji ber bayê perwaneyên wê, min nedikariya li wê hêlê binêrim. Dema helîkopter sekinî, min berê xwe da wê rexê û dît ku rageşiyek heye. Dinya tarî bûbû lewma min nezanî bê ka li wir kî heye. Dema qelebalix belav bûy, min du sivîlên birîndar dîtin. Piştre jî rakirina nexweşxaneyê.”

Nûçe tê piştrastkirin

Bi îfadeyên leşkeran careke din hate piştrastkirin ku Turgut û Şîban ji helîkopterê hatine avêtin, piştre ji hêla leşkerên li pîstê ve hatine lînçkirin û piştre jî bi ambulansên li wir dihatin sekinandin veguhestine nexweşxaneyê. Bi vê yekê re hemû agahiyên Ajansa Mezopotamyayê (MA) yê têkildarî bûyerê parve kirin jî careke din hatin piştrastkirin. Tevî van belgeyan û rastiya derketiye holê jî, di doza avêtina Turgut û Şîban ji helîkopterê de biryara nepeniyê didome û doz ber bi necezakirinê ve diçe.

MA / Adnan Bîlen