18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Newroz Ehmed: 2 hezar û 323 DAIŞ’î hatin girtin

Endama Fermandariya Giştî ya HSD’ê Newroz Ehmed da zanîn ku piştî serkeftina Baxozê, hêzên wan di encama operasyonan de heta niha 2 hezar û 323 DAIŞ’î girtine.

Endama Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Newroz Ehmed, bi boneya 4’emîn salvegera serkeftina Baxozê ya li dijî DAIŞ’ê bo Ajansa Nûçayan a Firatê (ANF) axivî. Ehmed, da zanîn ku li Baxozê dawî li “dewleta xîlafetê” anîne û wiha got: “Me wê rojê gotibû ku ev fikir hêjta didome. Di heman demê de hem ji welatên derdorê û hem jî li seranserî cîhanê welatiyên gelek dewletan ji DAIŞ’ê bi bandor bûbûn. Ji wan hez dikirin. Şaneyên DAIŞ’ê yên li herêmê jî hêjta li şûna xwe ne. Gelek serçeteyên ku van hucreyan bi rêve dibin hatin girtin û operasyonên me hêj didomin.”

2 hezar û 323 DAÎŞ’î hatin girtin

Ehmed, da zanîn ku xetereya DAIŞ’ê hêj didome û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di çarçoveya agahiyên îstîxbarî yên hatin ber destê me de, hêzên me li Kampa Holê, Til Berak,  Til Hemîs, Reqa, Derazor, Tebqa, Sirîn û deverên din ku xwe lê birêxistin kirine, operasyon li dar xistin. Bi taybet jî piştî êrişên li dijî Serêkaniyê û Girê Spî, çeteyên DAIŞ’ê li dijî herêmê û girtîgehên Hesekê Sinaa û Reqayê êrişên mezin pêk anîn. Di nava vê pêvajoyê de DAIŞ’ê 352 caran êriş kirin. Di encama operasyonên hevpar ên Koalîsyona Navneteweyî û Hêzên Ewlekariya Hundirîn de 397 jê kuştî bi giştî 2 hezar û 323 DAIŞ’î hatin girtin. Lêpirsîna çeteyên hatine girtin hêj didome.”

DAIŞ’iyên girtî

Bi domdarî Ehmed diyar kir ku hejmara DAIŞ’iyên girtî 10 hezar derbas kiriye û axaftina xwe wiha qedand: “Barê herî giran ê HSD û Rêveberiya Xweser, DAIŞ’iyên girtî ne. Ji ber ku girtîgehên li herêmê saxlem nîn in û ji ber rewşa heyî jî li herêman hatine belavkirin. Hemû lêçûnên tenduristî, cil û berg, ewlehî û hwd ên DAIŞ’iyan li pişta me hatiye barkirin. Koalîsyona navneteweyî tenê ji sedî 10’ê vî barî li xwe girtiye. Saziyên navneteweyî bi taybet jî piştî Girtîgeha Sinaayê hatin herêmê lê piştgiriya wan pir kêm e. Ya rast ew e ku her welatek hemwelatiyê xwe bibe. Darizandina çeteyên DAIŞ’ê ya li herêmê mijareke hêsan nîn e. Divê dadgeheke navneteweyî hebe. Lê di vê mijarê de heta niha jî gavek nehatiye avêtin. DAIŞ’iyên girtî û malbatên wan gelemperî ji Iraqê ne. Ji bo veguhestina DAIŞ’iyan bi hikumeta Iraqê re muzakereyên hevpar hatin kirin lê pir giran dimeşe. Ji ber ku herêma me her tim bi balafir û topan tê bombebarankirin, em nikarin barê van girtiyan bi tena serê xwe ragirin. Ev kes bo hemû cîhanê talûke ne.”