spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Iraqê nerazîbûna li dijî şêwazê spergala hilbijartinê

Nûnerê Tevgera Îmtidat ya Iraqê li ser vegera yasaya Sant Lîgo hişyarî da û got; “Pejirandina yasaya Sant Lîgo kuştina demokrasiya welate. Yasa ji bo xizmeta berjewendî û daxwazên hêzên siyasî yên desthilatê ye.”

Di şeva 26’ê Adarê de Parlamentoya Iraqê ji bo dengdana li ser yasaya hilbijartinên Encûmenên Parêzgehan û Parlamentoyê civiya. Civîn ji ber nakokiya di navbera fraksiyonan de heya danê siharê dewam kiribû. Di encamê de bi piraniya dengan Parlamentoya Iraqê yasaya hilbijartinên Encûmenên Parêzgehan û Parlamentoyê pejirand.

Der barê pejirandina yasayê de nûnerê Tevgera Îmtidat ya Iraqê Ela Rîkabî ji Rojnews re axivî. Ela Rîkabî da zanîn ku hêzên siyasî yên serdest ji bo erêkirina yasaya hilbijartinê duh hemû rêbazan bikaranî û got; “Hêzên serdest ji bo pejirandina yasayê ku ji bo xizmetkirina berjewendiyên wan û mayîna li ser desthilatê ye, hemû rêbaz bikaranîn. Dengdana li ser yasaya Sant Lîgo ragihandinek aşkere ya kuştina demokrasiya li welate û kuştina tevger û komên sivîl e. Gelê Iraqê vî şêwazê sîstema hilbijartinê red dike û wê nerazîbûn jî dewam bikin.”