9 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çavên wî nabînin îdîanameya wî dibêje pirtûkên rêxistinê dixwîne

Serdozgeriya Komarê ya Êlihê der barê Hasan Yalçin ê ku çavên wî nabînin de li ser îfadeyên zaroka 14 salî yên wekî “her tim pirtûkan dixwîne, hem rojnameyan distîne” îdianame amade kir

Li gorî nûçeya nûçegihanê ajansa Mezopotamyayê Fethî Balaman zarokê bi navê S.Y. ya 14 salî ku li navçeya Hezo ya Êlihê polîsan gef lê xwarin, di tebaxa 2020’an de li Miduriyeta Polîsan kaxizek pê dan îmzekirin. Di encama îfadeya zarokê de, polîsan bi ser mala Hasan Yalçin ê çavên wî nabînin de girtin û 4 rojan li miduriyeta polîsan hate ragirtin.

35 kes hatin binçavkirin

Ji Yalçin ê çavên wî nabînin û cara ewil tê binçavkirin re bêyî ku mafên wî jê re bên vegotin û parêzer hebe, tê xwestin ku tiliya xwe li kaxizê bide. Li Yalçin ê piştî kirariyên îfadeyê yên li miduriyeta polîsan bi sûcdariya “alîkariya ji rêxistinê re” û “propagandaya rêxistinê” derxistin pêşberî dadgehê cezayê hebsa malê hate birîn. Li gorî metna îfadeya ku Yalçin îmze kiriye û nexwendiye, di îlona 2021’an de Hevşaredara Hezoyê Nazîme Avci jî di nav de 35 kes hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin pişt re hatin berdan.

Çavên wî nabînin lê pirtûkan dixwîne!

Di îdianameya ku Serdozgeriya Komarê ya Êlihê amade kiriye de tê îdiakirin ku li mala Yalçin, rojnameya Ozgur Gundemê, Kovara Modernîteya Demokratîk, wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û endamên PKK’ê û pankartên ku wêneyê Sakîne Cansiz li ser bû û nivîsên “Mêr dikuje, dewlet diparêze” wekî delîlên sûc hatin nîşandan. Îdianame xwe dispêre îfadeya keça Yalçin S.Y. ku tê îdiakirin ku gotiye “her tim pirtûkên rêxistinê dixwîne, rojnameyên wê dikire.” Hema bêje temamî îdianameyê ji “îfadeyên” S.Y. ku bêyî parêzer û pedalog hebe jê hatine wergirtin pêk tê û bal kêşe ku kesên ku li ser îfadeya zarok tên sûcdarkirin ji kîloya wan heta rengê tayê porê serê wan hatine vegotin.

‘Em di nava xizaniyê de dijîn’

Îdîaname ji aliyê 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Êlihê hate qebûlkirin û danişîna ewil wê di 30’ê adarê de bê lidarxistin. Hasan Yalçin ê bertek nîşanî vê rewşê da, anî ziman ku bêyî girtek ji wî re bê xwendin tiliya wî lê xistine û bi lêv kir ku nizane ka tiliya xwe li çi jî daye. Yalçin, destnîşan kir ku çavên wî nabînin hevjîna wî jî rapora ku ji hişê xwe astengdar e heye û wiha got: “Keça min a biçûk xapandin û li ser min îfade dane. Ji ber temenê wê jî nagire xizmekî me jî xistine dewrê û li ser min îfade dane. Li ser min jî lîstik lîstine ku derbarê 35 kesan de îfade daye. Pişt re keça min birin li wargehê bi cih kirin. Piştî demekê li wir ma, derket holê ku neheq in keça min paş ve dan. Lê em bi îfadeya ku bêyî parêzer hebe ji min hatiye wergirtin tên darizandin. Hevjîna min astengdar e û ji kezeba xwe nexweş e. Ez astengdar im û tevî 5 zarokan em di nava xizaniyê de dijîn. Vê yekê çima li me dikin?”