10 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Amîr û polisê ku îşkence li Y.D kiribûn hatin girtin

Li ser îtîraza dozgeriyê amîrê polîsan Aykût Oral û polisekî ku li navçeya Licê îşkence li zarokê bi navê Y.D. kiribûn û piştî hatibûn binçavkirin hatibûn berdan, hatin girtin.

Di 21’ê adarê de li navçeya Licê ya Amedê polîsan zarokê bi navê Y.D. bi zorê li maşîneyeke zirxî siwar kiribûn û bi îşkenceyê jê xwestibûn ku çêrî kurdan bike, sirûda îstiklalê bixwîne û jêber bike. Piştre gefa kuştinê lê xwaribûn û dest û piyê wî girêdabûn û avêtibûn nav çirava devê çemekî.

Ji ber vê îşkenceya li Y.D. piştî 4 polîsan 2 polîsên din jî hatin girtin. Amîrê polîsan Aykût Oral û polîsê bi navê Hayrettîn Çakmak ku piştî binçavkirinê hatibûn berdan li ser îtîraza Serdozgeriya Komarê ya Amedê hatin girtin.

Bi vî awayî hejmara polîsên ku ji ber îşkenceya li Y.D. kiribûn derket 5’an. Navê tevahiya polîsên ku hatin girtin wiha ne: Îsmaîl Akkûş, Emre Ozcan, Gokhan Bay, Aykût Oral, Hayrettîn Çakmak