17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Dunya bi balafiran alîkariyê dişînê ew jî fûzeyan li Rojava dibarîne’

 “Îro hemû dinya bi balafiran alîkariyê ji bo gelên Bakur û Tirkiyeyê re dişîne lê dewleta tirk bi balafiran fûzeyan dişîne ser me."

Erdheja Mereşê li gel 10 bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, her wihali taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê û li navçeya Cindirês a Efrînê jî rê li ber hilweşîneke mezin vekr. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwest ku alîkariyê bo herêmên navborî bişîne lê rejîma Sûriyeyê û dewleta tirk ev alîkarî asteng kikr. Di encama erdheja li Sûriyeyê de heta niha zêdetirî 3 hezar û 500 kesan jiyana xwe ji dest dane. Tevî erdhejê û encamên wê yên trajîk jî, dewleta tirk navber neda êrişên xwe yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û di vê çarçoveyê di 12’ê sibatê de bi Balafirên Biçek ên Bêmirov (SÎHA) êrişî gundê Menaz ê Kobanê kir. Di êrişê de welatiyê sivîl ê bi navê Mahmûd Kobanê qetil kir.

Rêveberê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Bekîr Haci Îsa tekildarî astengkirina alîkariyên Rêveberiya Xweser û êrîşên dewleta tirk ji ajansa MA’yê re axivî.

‘Heke kurd be, alîkarî tune ye’

Bekir Haci Îsa anî ziman ku erdhejê bandoreke giran li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebe û navçeya Cindirês a Efrînê kiriye. Haci Îsa got ku sedema encamên giran ên li navçeya Cindirêsê dewleta tirk e û sedema wê wiha vegot: “Beriya dagirkirina Efrînê, destûr nedihat dayîn ku li Cindirêsê avahî ji 2-3 qatan zêdetir bên çêkirin. Lê bi dagirkirina Efrînê re rê dewleta tirk rê da ku avahiyên 4-5 qat bên çêkirin. Lewma jî bîlançoyeke giran bi xwe re anî. Heke kesên di erdhejê de bandor lê bûye kurd bin, dewleta tirk alîkariyê nade. Dewleta tirk jê re dibêje; ‘hûn bi xwe herin xizmên xwe ji bin kavilan derxînin.’ Rewşa gelê Cindirêsê gelek xerab e. Hêj jî cenazeyên wan di bin kavilan de ne. Di vê sermayê de li derve radizên. Ji ber ku kurd in, alîkarî jê re nayê kirin. Dixwazin kurd ji wir koçber bibin. Dixwazin demografyayê bi temamî biguherînin. Lewma banga me ji bo hemû gel û hêzên navneteweyî ew e ku alîkariyê bidin Cindirêsê.”

‘Dixwazin kurdan koçber bikin’

Bi domdarî Îsa anî ziman ku dewleta tirk nahêle alîkariyên Rêveberiya Xweser bigihijin herêmê û wiha domand: “Rêveberiya Xweser bang kir û got ku amade ne alîkariyê bidin tevahiya gelên Sûriyeyê. Lê nehiştin alîkarî bo gel biçe. Heke pêşî lê nehata girtin, dê Rêveberiya Xweser gelek mirov ji bin kavilan rizgar bikira. Yên jiyana xwe ji dest dayîn jî ji ber ku alîkarî negihiştê lewma jiyana xwe ji dest dan. Dewleta tirk dixwaze ji van mirinên komî yên ji ber erdhejê çêbûn, ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî bi kar bîne. Li ser xwîna mirovan siyasetê dike. Wesayîtên me yên alîkariyê li Minbicê hatine sekinandin. Nahêlin em sotemeniyê bigihînin Efrîn û Bakur. Mirov di bin kavilan de ne lê ew di bin kavilan de li pere, zêr û zîvan digerin. Anku li ser kesên mirî talanê dikin. Niha bi alîkariya Qeter û Quweytê kesan ji Huns, Şam û Gutayê tînin û li Efrînê bi cih dikin. Bi vî awayî demografyayê diguherînin.”

‘Tevî erdhejê êrîşî kobanê kirin’

Di berdewamê de Îsa bal kişand ser êrişa dewleta tirk a li ser gundê Menaz ê Kobanê û wiha pê de çû: “Îro hemû dinya bi balafiran alîkariyê ji bo gelê Bakur û Tirkiyeyê dişîne lê dewleta tirk bi balafiran fûzeyan ji me re dişîne. Di êrişa li Menazê de sivîlê bi navê Mahmûd Beşa (Mahmûd Kobanê) qetil kir. Di demekî em zarokên xwe ji bin kavilan derdixînin, em cenazeyên xwe vedişêrin, dewleta tirk fûzeyan li me dibarîne. 3 zarok û hevjîna Mahmûd hebûn. Yên ji xwe re dibêjin misilman, îro zarok bêbav hiştin. Gelo ev misilmaniyeke çawa ye? Binêrin, PKK’ê biryar da ku şer daye sekinandin. Her wiha Rêveberiya Xweser destê alîkariyê dirêjî hemû gelan dike. Îslamiyeta rasteqîn ev e. Bila gelê me êdî bi gotinên van kesan nexape û li dora HDP’ê bicive.”

‘Dewleta tirk dixwaze kurdan qir bike’

Îsa, destnîşan kir ku dewleta tirk dixwaze li dijî kurdan qirkirineke mezin bike û wiha bi dawî kir: “Di salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo de dewleta tirk dixwaze gelê kurd qir bike. Di rewşeke wiha de barandina fûzeyan, biryara qirkirinê ye. Dijmin, bi hovane ser me de tê. Xelk ji bo hilbijartinê sozên başkirina tenduristî û aboriyê dide lê Erdogan soza hîn bêhtir kuştina zarokên kurd dide. Soza wêrankirina Rojava dide. Mixabin, avahî hilweşiyan lê hişmendiypa AKP-MHP’ê nehilweşiya. Em jî soza azadiyê didin. Li hêla din ji bo rakirina ambargoya li ser Şehbayê, Rêveberiya Xweser beriya erdhejê dixwest bi hikûmeta Şamê re têkiliyan deyne. Em dixwazin bi rêya guftûgoyê vê mijarê çareser bikin. Lê xuyaye ku tevî erdhejê jî hişmendiya rejîmê qet neguherî ye.”