3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Înfaza Ahmet Zengerê 30 sal in girtî ye bi hinceta ‘ne poşman e’ şewitandin

Înfaza girtiyê nexweş ê bi navê Ahmet Zenger ê li Girtîgeha Tîpa L a Espiyeyê ev 30 sal in girtî ye, bi sedema ku li ser telefonê ji kurê xwe re gotiye "ez ne poşman im" hate şewitandin û 6 mehan hate taloqkirin.

Girtiyê nexweş ê bi navê Ahmet Zenger (63), ku di sala 1993’yan de li gundê Xirabaşeref ê girêdayî navçeya Hezex a Şirnexê hatibû girtin ji aliyê Dadgeha Ewlekariya Dewletê (DGM) ve 30 sal cezayê muebeta giran lê hatibû birîn. Zenger ku niha li Girtîgeha Tîpa L ya Espiyeyê ye, ev 30 sal in di girtîgehê de ye û cezayê lê hatiye birîn xilas bûye. Lê belê  rêvebiriya girtîgehê bi hinceta ku Zenger, di telefonê de bi kurê xwe re gotiye,”ez ne poşman im” înfaza wî şewitandin û cezayê wî 6 mehan dirêj kirin.

Hiqûqê binpê dikin

Biraziyê Zenger, Veysî Zenger bertek nîşanî şewitandina înfazê da û got ku ev tiştê ku rêvebiriyên girtîgehan dikin bêhiqûqîtî ye û wiha axivî: “Heftiyekê beriya wê bi ser qawişa wan de girtibûn û heqaret li wan kiribûn. Piştî vê serdegirtinê hefteyeke wî mabû. Lê belê birin dadhegê û muameleyeke keyfî pê re kirin. Ev tişta ku kirin ne hiqûqî bû. Edelet rojekî dê ji wan dozger û dadgeran re jî lazim be. Edalet ne tenê ji gelê kurd re dê ji wan re jî lazim be. Nayê qebûlkirin ku cezayê mirovekî ku 30 sal in bê sûc razaye 6 mehan were dirêjkirin. Em ê pêvajoya hiqûqî bidin destpêkirin. Em ê heta Ewropayê jî biçin.”