2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Diplomatê esker

Felemez Ulug
Felemez Ulug
Xweşkanî

Gotinên Hakan Fîdan ên di piştî hevdîtina bi hevpişeyê xwe yê lubnanî Abdullah Buhabîb rastiya siyaseta durû ya dewleta tirk bi awayekî aşkera danî holê

Şerê di navbera Hamas û Îsraîlê de bi hemû dijwariya xwe ve dewam dike. Bi armanca dawîanîna rageşiya di navbera aliyan de gelek caran di qada navneteweyî de bangên rawestandina êrîşan hat kirin. Li ser van bangan herdu alî bi awayekî dil nexwestî be jî êrîşên xwe sist kirin. Lê herî dawî şeva 17’ê cotmehê êrîşa li dijî nexweşxaneya El-Ehlî ya li Xezayê berê şer guherî. Ev êrîş ji aliyê kê û bi çi armancê hatiye kirin hîn bi hemû hurguliyên xwe ve ne hatiye zelalkirin. Lê hemû welatên li herêmê û yên li ser herêmê hesabên wan hene hewl didin vê êrîşê li gorî berjewendiyên xwe bi kar bînin. Yek ji van welatan jî dewleta tirk a dagirker û qirker e.

Deshilata faşîst a AKP-MHP’ê ku li ser şer û xwînê xwe daye avakirin hewl dide piştî şerê li Sûriye, Liîbya û Ermenistanê şerê ji di navbera Hamas û Îsraîlê li gorî berjewendiyên xwe gur bike. Bi taybet Wezîrê Karên Derve yê dewleta tirk Hakan Fîdan ji bo vê armancê di nava hewldanên taybet de ye.

Piştî şerê di navbera aliyan de Hakan Fîdan bi awayekî lez serdana Lubnanê kir. Lubnan ji ber girîngiya xwe ya jeopolîtîk ji despêkê ve di şerê di navbara Filistîn û Îsraîlê de bûye xwedî girîngiyek mezin. Jixwe ji ber vê girîngiye gelek caran Îsraîlê hem siyasî hem jî eskerî xwestiye bandora xwe li vî welatê biçûk ê li ser peravên Deryeya Spî çêbike. Serdana Hakan Fîdan jî bi vê armancê çêbû. Ji serdanê wêdetir gotinên Hakan Fîdan ên di piştî hevdîtina bi hevpişeyê xwe yê lubnanî Abdullah Buhabîb rastiya siyaseta durû ya dewleta tirk bi awayekî aşkera danî holê.

Hakan Fîdan di civîna çapemeniyê de rexne li êrîşên artêşa Îsraîl ên li dijî Xezayê girt û ev nirxandin kirin: “Hûn axa kesên din dagir dikin. Tenê dagir nakin, hûn dest datînin ser dest datînin ser malên wan, wêran dikin, dirûxînin û wan davêjin derve. Piştre hûn kesên cuda tînin û li ser axa wan bi cih dikin. Hûn dikarin van kiryaran bi çi gotinê pênase bikin; hûn dibêjin bicihkirin, navê vê dizî û talan e.”

Hakan Fîdan tiştên ku dewleta tirk bi salan e li çar aliyên Kurdistanê bi serê gelê kurd tîne bi van gotinên xwe baş îfade kiriye. Gelo wezîrê desthilata faşîst û qirker a AKP-MHP’ê dagirkeriya li Efrînê, Serêkaniyê û Girêspî bi çi gotinan pênase dike. Kuştin, revandin, tecawiz, talan, dizî û guhertina demografiya li van herême tê kirin bi çi exlaqa siyasî û mirov pênase dike. Dewleta tirk a ku bi destê komên çete yên mîna DAIŞ, El-Nusra û hwd. li van herêmên dagirkerî roj bi roj sûcê şer dike gelo xwe qet nabîne?

Dewleta tirk ku li ber çavê hemû cîhanê van sûcên şer dike, ji gelek derdorên cuda tê şermezarkirin mîna ku tiştek nebibe derketiye bahsa nirxên mirovahiyê dike. Li hemberî van sûcan ê herî dawî biaxive dewleta tirk e. Ji ber ku dewleta tirk ne tenê li bakur û rohilatê Sûriyeyê, li Başûr û Bakur jî her roj li dijî civakê sûcan dike. Ev êrîşên dewleta tirk jî hemû ji aliyê navenda şerê taybet ku bi destê MÎT’ê ve hatiye rêxistin kirin pêk tên. Hêjayî gotinê ye serokê vê saziya ku bi nirxên civakê dilîze jî Hakan Fîdan bû. Niha ev kes bi heman têgehê bûye dîplomatê ku gelên Tirkiyeyê di qada navneteweyî de temsîl dike. Gelo ev kesê ku bi her gotina xwe li dijî civakbûnê ye çiqas dikare bibe nûnerê gelekî?

Ji bo em bersiva vê pirsê bidin divê beriya her tiştî em kesayeta Hakan Fîdan baş nas bikin. Ew ne kesekî ji rêzê û ji dîplomatekî siyasî wêdetir kesayetekî li ser têgeha eskerî hatiye perwerdekirin.

Hakan Fîdan kesekî kontrgerîla ye. Divê bê zanîn ku Hakan Fîdan destpêkê beşdarî artêşa dibe û dibe fermandar. Li eskeriyê diçe Daîreya Şerê Taybet li vir bi awayekî taybet tê perwerdekirin. Piştî vê perwerdeyê bi peywirên taybet ji nava artêşê tê derdixin û wî weke kesekî sivîl dixin nava xebatê. Ji aliyê din mirov dikare bêje ku Hakan Fîdan bi projeyek taybet ji aliyê hêza tarî ya NATO Gladyoyê tê perwerdekirin û erkdarkirin. Ji ber van taybetmendiyên xwe kesekî herî nêzî Erdogan e. Di desthilata AKP-MHP’ê de xwedî rolek girîng e û mîna qutiya reş ya vê deshilata qirêj jî tê zanîn. Ji bo ser sûcên vê desthilatê bigire û ji bo wê di saziya herî stratejîk de kar bike bi salan ji aliyê Erdogan weke serokê MÎT’ê xebat da meşandin. Hakan Fîdan kontrgerîla yê ku ji bo qirkirina kurdan ji hatiye wezîfedarkirin. Bi vê armancê li dijî gelê kurd li çar aliyên Kurdistanê sûc kirin.

Hakan Fîdan êrîşên li Filistînê weke êrîşên li dijî civakê pênase dike. Lê li dijî gelê kurd sûcên bi dehan caran ji yên li Filistînê girantir pêk anîn. Kesên sivîl di bodrûman de bi awayekî hovane hatin qetilkirin, ciwanên gelê kurd bi çekên kîmyewî û qedexekirî hatin bombekirin, cenazeyê şoreşgerên gelê kurd li pey meşîneya girêdan, di torbeyan de radestî malbatên kirin. Ev ne bese bêyî cudahiyê têxe navber êrîşî nirxên civakê kirin. bombe bi ser gel de barandin. Çavê ku van sûcan nabîne îro li derveyî sînorê xwe bi awayekî bêxem û bêfedî hewl dide dersa exleq û mirovahiyê bide welatên cuda.

Ya balkêş ew e ku tevî hemû cîhan di ferqa faşîzm û qirkeriya dewleta tirk de bêdeng dimîne. Ji ber vê bêdengiyê îro kesên ku li ser xwîna civaka kurd xwe mezin dike îro li welatekî cuda dibin parêzvanê mavên mirovan. Her kesê ku xwedî wijdan û exlaqê civakî divê li himberî van sûcên dewleta tirk bêdeng nemîne. Ne tenê li dijî sûcên dewleta tirk, li dijî hemû sûcên li hemberî civakê tên kirin divê kes bêdeng nemîne. Ev çi netewe dibe bila bibe divê despêkê mafên civakê bên parastin. Lewma Hakan Fîdanê ku destê wî di xwîna bi hezaran kesî de ye. Mafê wî tuneye qala mafên mirovan bike.