27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Faşîzm sîstemek e, ji valahiyan dernakeve

Dîroka gelan û pêşketinan rast nayê nivîsandin. Ev jî dibe sedema ku gel, komên xelkê li pey dîrokê bimînin, desthilatdarên faşîst, nijadperest û kujer li ser dika dîrokî bimînin. Ji bo vê jî, pêdivî bi sosyolojiyek cidî û felsefeya dîrokî heye

Cîhan, dipişta ewrekî tarî de tê girtin. Ji berdêla girêkên kor werin vekirin, bêhtir têne şidandin, hêzên çekdar jî bi “emr-î yewmiye” tevdigerin.

Emr-î yewmiye, talan e wêranî ye û kuştina mirovan e. Faşîzm jî rengê vê sîstemê ye. Faşîzm, tenê bi navê Hîtler û Mussolînî yan jî Franko nayê naskirin. Dema ku em psîkolojiya rayedarên sîstema dewşîrme binêrin, em ê kopleksa biçûkbûnê bibinînin. Ev nebûna şecerê ye û dewleta tirk, bi taybetî desthilatdariya AKP-MHP’ê, di nava lêgerînek şecerê de ye. Lê nabîne, sîyaseta red û înkarê ya sed salî têra dîtina şecerê nekir. Lewma faşîzm kirina bingeh û riya serketinê ye.

Sosyologê tirk Cemîl Merîç pirsa, “Gelo ji bo Tirkiyeyê riya serkeftinê faşîzm e?” dike. Yalçîn Kuçuk jî dibêje, “Aştî ji bo Tirkiyeyê mirin e.” Erdogan jî her dem, helbestên nijadperestî dixwîne. Midurê Diyanetê jî şûrê tazî, bi ayetên Qur’anê bi gotinên dojehî û avê polayî dike.

Ev mijareke balkêş a romanekê ye

Divê naveroka vê romanê jî nexşeya rê û şivîleyên labîrenta dîrokê be. Hingî wê mirov bibînin ku netewe-dewlet ewrên reş diafîrinin, rojê dîl digirin, civakan jî di tariyê de dihêlin, hişmendiyê zûha dikin, huner bê wate dikin.

Rast e desthilatdarî têne guhertin, lê klîmat nayên guhertin, nav û kes têne guhertin, lê aqilê desthilatdaran sînorê anarşîk derbas nake. Her dem “tarîh-î hususî”, (dîroka taybet) diparêzin, dîroka dîrokê jî weke “ta’rîf-name” bi nav dikin û rê nadin ku dîroka alternatîf derkevê holê. Ev siyaseta “yenîçerî” ye, sîstema dewşîrmetî ye, rê girtina li ber “aqil” e, kuştina ruhê “seyyal û cevval” e (Tevgere berdewamî û dijwar-anarşîk). Ev hevok, nav û tarîfa dewleta Tirkiyeyê ye. Ev fikriyat jî kuştina erdnîgarî, gel, çand û dîrokê ye.

Dîroka gelan û pêşketinan rast nayê nivîsandin. Ev jî dibe sedema ku gel, komên xelkê li pey dîrokê bimînin, desthilatdarên faşîst, nijadperest û kujer  li ser dika dîrokî bimînin. Ji bo vê jî pêdivî bi sosyolojiyek cidî û felsefeya dîrokî heye. Di nava kevanekê de dibêjim ku kurdan ev pêvajo zemt kiriye û derbas dibim.

Desthilat guherîn lê…

Ji bo dîtina şaşî û xeletiyan jî divê em biçin destpêka çavkaniyan. Di serdema Osmaniyan de Kurdistan mustemleke bû. Dewleta Osmanî jî dewletek balkanî bû. Piştî têkçûna li Balkanan, paşayên Îttîhat û Terakî berê xwe dane Anatolya û Kurdistanê, klîmatên komkujî û dagirkeriyê avakirin. Balkêş e, hingî  klîmat çawa bûn, îro jî ew klîmat hene. Desthilatdarî hatine guhertin, lê kiryar ne hatine guhertin; nav û kes hatine guhertin, lê kiryar û êrîşên tunekirinê ne hatine guhertin. Çek pêşketine û bi hêsanî jî jenosîd têne kirin.

Tevahiya erdnîgariyê dikujin

Sed û pêncî sal in cîhan, qirkirina gelê kurd temaşe dike. Di şerê îro yê navbera Îsraîl û Filistînê de jî ev durûtî tê dîtin. Lîstika “çeq û berkê”, bi gotinek din, lêdana çep-rast e! Balkêş e, li hêzên dagirker, di tevahiya dîrokê de, dest danîna ser xeka gelan, dewlemendiyên ser erdê û binredê talankirine. Dagirkeriya li Kurdistanê ji tevahiya mustemlekeyan cuda ye, ne tenê mirovan, tevahiya erdnîgariya Kurdistanê jî dikujin. Di karanîna çekên kimyewî de jiyanê dikujin. Kurdan belge, wêne û dîmenên bikaranîna çekên kimyewî radestî saziyên pêwendîdar yên navneteweyî kirin, lê dîsa deng dernakeve.

Şerê navbera Îsraîl û Filistînê, germahiya li herêmê zêde kiriye. Rayedarên dewleta Tirkiyeyê, hê jî bi gotinên pir erzan, xwe dikine navenda şarîstaniya cîhanê. Bi denegekî bilind xwe weke hawariyên aştiyê û parêzerên gelên xizan nîşan bidin. Ev teoriya li ser şecereya bê şeceretî ye. Gelên cîhanê, bi taybetî gelê kurd, çîrokên Aristo yên travel jî çîrokên faşîzma Tirk-î Turan û Tirk-î îslam jî baş dizanin.  Tabloya sedsalî ya Tirkiyeyê, “ta’rîfname”ya tunekirina hêvî û xeyalan, mîhwerê felaket û tofanên wêranzarî ye.

Em ê li mihwerê dîroka sedsalî ya cîhanê binêrin: Piştî Şoreşa Fransayê, Peymana Mafên Mirovan derkete holê û bû bingeha rêziknameya NY’ê. NY, ji bo li mafê gelên bindest bipirse, cîhanê ji komên haydut, ji desthilatdariyên faşîst biparêze hate avakirin. Dibin sîwana NY’ê de, saziyên weke UNICEF, Saziya Tenduristiya Cîhanê, Saziya Li Dijî Bikaranîna Çekên Kimyewî (OPCW), Protokola Cenevreyê, Dîwana Lahey, Peymana Mafê Mirovan û hwd. hatine avakirin. NATO jî (!) bi armanca parastina demokrasî hate avakirin. Konseya Venedîkê, ji bo kontrolkirina “destûrnameyên demokrtatîk” ya dewletan, hatiye avakirin. Protokola Minnesota, ji bo rê li ber kuştin û komkujiyên faşîzan, siyasî û kêfî bigire hatiye avakirin. Xaça Sor a cîhanê, bi dirûşma, destûrê nedin ku şer cîhanê qirêj bike hate avakirin. 40 sal in li Kurdistanê şerekî taybet ku çekên kimyewî jî di nav de hemû rêbazên ku sînorên însanî û hiqûqî derbas dikin hene. Encam jî dojeha Dante ye! Sed mixabinî ew e ku yek ji van saziyan xuya nekiriye. Jean Paul Sartre di şerê li Cezayirê de dibêje; li cîhanê pirsgirêka wijdanî heye. Gelo li hemberî tecawizkariya faşîzma sîstema dewşîrmetiya li Tirkiyeyê, çend wijdan ketine nava seferberiyê.

Di tebaxa 1960’î de nêzî 150 zanist û xwedî wijdanê şiyar, ji bo bidawîkirina mêtingeriya Fransayê ya li Cezayîrê daxuyaniyek dan. Ji bo Nelson Mandêla jî kampanya azadiyê hate pêkanîn. Piştî şerê çil salî û 25 salan dîlgirtina Abdullah Ocalan jî nû û hemwextî li 74 welatan daxuyanî hatin dayin û azadiya Abdullah Ocalan hate xwestin.  Li dijî “destpotîzma ku rûmeta civakan kuştiye” 3 mirov derketine holê: Yek, Mahatma Ganhî. Du, Nelson Mandêla. Sê, Abdullah Ocalan. Ev hersê mirov, sîstema netewe-dewletê li ser kevirê teneşîrê danîn û otopsî kirin. Ev otopsiya jiyanê ye û li dijî sîstema ku “mulkiyet”ê esas digire demokrasî, wekhevî, edalet û mefê mirovan zindî kirin.

Ji Gandhî û Mandêla cuda, Ocalan, azadiya jinê esas girtiye û dibêje; heta zincirên dîlgirtina jinê neyên parçekirin, civak azad nabin. Eger civak azad nebin cîhan jî azad nabe!   Em, bi gotinek erebî dawî li nivîsa xwe bînin; heta ku “mefkûreya cîhanî”, bi gotina kurmancî “heta hişmendiya cîhanî serdest nebe” mirovanî ji faşîzma dewşîrme û netewe-dewletan rizgar nabe.