28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dîroka di bin avê de mayî

Ez ketim înternetê û min di cihê lêgerînê de ‘cihên dîrokî yên di bin avê de mane’ nivîsand. Bi hezaran encam derketin. Li Tirkiyeyê bi dehan bajar, gund û warên dîrokî di bin ava bendavan de mane. Min gelek cih dîtibûn. Lê gelek cih jî min cara ewil dîtin. Dîrok herî zêde bi çêkirina bendavan darbeyê dixwe. Gund û bajarên ewil li kêleka çeman ava bûn. Lê gelek ji wan di bin avê de man.

Dibe ku pirsa “Dewlet çima dihêle ev cih di bin avê de bimînin. Qey dewlet qîmetê nade dîrokê?” Belê dewlet qîmetê dide dîrokê, lê dîroka fermî. Dîrokeke ku bîrdoziya dîroka fermî vala derbixe divê bê tunekirin. Dewlet gelek netew û baweriyan înkar dike. Hebûna xwe li ser înkarê ava dike. Dema belge û berhemeke ku rastiya civak û baweriyan ronî dike, peyde dibe; dewlet dixwaze wê belgeyê tune bike. Ji ber vê yekê dewlet warên dîrokî di bin avê de dihêle. Berê dewletê hebûna kurdan qebûl nedikir. Niha peyva kurd qebûl dike lê çand û welatê kurdan qebûl nake. Dewlet jî dîroka ku wê pûç û vala derdixe tolê jê hiltîne. Lêkolînên li erdnîgariya Kurdistanê têne kirin ne tenê dîroka fermî ya Tirkiyê, dîroka giştî ya pêşketina civak û şaristaniyê diguhere. Mixabin ji ber bendavan bi dehan war beyî li ser wan lêkolîn bê kirin di bin avê de dimînin. Dîroka di bin ava bendavan de maye ji ya xuya dike gelekî zêdetir e. Dikarim bi kurtasî li ser çend cihên di bin avê de mane rawestim.

Bendava Dîcleyê û Gêlê

“Piştî vekişîna ava bendavê bîranîn derketin holê.”(VOA-ajansa dengê amerîkayê)
Bajarê kevn ê Gêlê di geliyekî de hatiye avakirin. Mixabin ji ber ku bajarê kevn di bin avê de maye dema behsa Gêlê tê kirin bi piranî kelha Gêlê tê axaftin. Navê Gêlê bi awayên cuda di gelek berhemên dîrokî de dibore. ‘Aşîspalîs (asurî), Waleraseko (ermenî), Encil-engilene-angl (sûryanî), eagle (rumî), Egil (tirkî)’. Gelek şîrove li ser navê bajar dikarin bên kirin. Di kurdî de wateya ‘Gelî’ navbera du çiyayan e. Ji ber ku bajarê kevn di navbera du çiyayan de ava bûye dibe ku navê xwe ji peyva ‘gelî’ girtibe. Di kurdî de binavkirinên wisa hene. Navê bajarokeke Şirnexê ‘Qesrîka Gelî’ ye. Ji ber ku di navbera çîyayên Bagok û Cudî de ava bûye û di gelî de ye wisa hatiye binavkirin. Îxtîmaleke mezin Gêl jî navê xwe ji bêjeya gelî digire.

Dîroka Gêlê gelek kevnar e. Ji encamên kolandinên wê tê fêmkirin ku herêm şûnwarê mirovên dema paleolîtîkê ne. Bi hezaran şikeftên derdora bajêr malovanî ji mirovan re kiriye. Piştî serdemên kevir (paleolîtîk, mezolîtîk û neolîtîk) Gêl bûye navenda gelek şaristaniyan. Li heremê nîşaneyên hurî, mîtanî, asur, med, bîzans, sasanî, abbasî, merwanî, osmanî, safewiyan xuya dikin.

Bajar di gelî de ava bûye. Li serê lateke bilind , raserî çemê Dîcleyê keleh hatiye avakirin. Tê zanîn ku keleh di serdema asuriyan de hatiye avairin. Li ser dîwarekî resmê keyayekî hatiye neqşkirin. Zanyar diyar dikin ku ev resim ê keyayê Asuriyan Asurbanîpal e.
Bajar di serdema Hz. Omer de ava bûye. Berê di bajêr de xiristiyan, ermenî, asurî-suryanî û zerdeştî hebûn.

Di Şerefnameyê de tê gotin ku di salên 950’î de eşîra mirdêsî Gêlê bi rêve biriye. Eşîra mirdesî ji herema Hekarî derbasî vir bûye. Serekeşîr Pîr Mansur begîtiya Mirdêsî li vir ava bûye. Piştî Selçukiyan herêm dagir kirin, bajar ji destê begîtiya mirdêsiyan derket.
Di salên 1150 – 1400’î de Mîrzayên bajêr bixwe wekî begîtiyeke serbixwe Gêlê birêve bir. Piştî damezrandina Akkoyunan şahê Akkoyunan Uzun Hasan Amed kir kontrola xwe. Piştre Gêl jî ket hakimiyeta Akkoyunan. Tê gotin ji ber ku şah nexwestiye di navbera wan û begên Gêlê de şer derkeve şah Uzun Hasan bi keça begekî re zewiciye û di navbera wan de tifaqa xizmantiyê ava bûye. Rewş heta hilweşîna Akkoyunan domiye. Lê piştî ku Safewî Akkoyuniyan hildiweşînin vê carê Gêl dikeve bin hakimiyeta safewiyan. Di salên 1515-1517’an de bi hevkariya kurd û padîşahê osmaniyan Yavuz Sultan Selîm, Osmanî Safewiyan têk dibin û Gêl dikeve destê osmaniyan. Heta sedsala 19’emîn Gêl bi navê Begîtiya Gêlê bi awayekî xweser maye. Berî hilweşîna Osmaniyan li Kurdistanê statuya begîtiyê ji holê hatiye rakirin. Di dema komarê de jî Gêl di 1937’an de bûye navçeyek ji ya Amedê.
Gêlê di dîrokê de ji gelek ol û baweriyan re jî malovanî kiriye. Gêl wekî bajarê pêxemberan tê naskirin. Li navçeyê gelek tirbên pêxemberan hene. Gêl bûye navendeke sê olên semawî. Tirbên pêxêmber Elyasa, Zulkufl û nebî Harun li vir in. Tirbên Hz. Elyasa û Hz. Zulkufl ji bo di bin avê de nemînin di 1995’an de ji cihê wan rakirin û birin cihekî din. Niha tirbên wan li goristana nêzî Gêlê ne.

Li gorî nîşane û bermahiyan em fêm dikin ku baweriya Zerdeştî û Mîtra jî li vir hatiye jiyîn. ‘Di sala 1982’yan de ji bo çêkirina lojmanên dewletê di kolandinên li navenda navçeyê li girê Cîrît bermahî û tirbên zerdûştiyan hatin dîtin.’ (Pirtûka Gêl: bajarekî kevnar- amadekar:neymetulah gunduz, G. seyît cengîz)
Wekî her cihê dîrokî, bi tevahî vegotina dîroka Gêlê mijara dîrokzan û dîroknasiyê ye. Lê mixabin ji ber ku piraniya cihê niştecihiya kevn di bin avê de maye derfetên lêkolînê jî zêde nema ye.

Gêl di 1997’an de ji bîlî kelehê di bin avê de ma. Keleh ji ber ku cihê wê pir bilind bû di bin avê de nema. Keleh li ser lateke bilind û asê hatiye avakirin. Têkiliya kelehê û cihên din tê gotin ku bi çar tunelên veşartî pêk dihat. Dema ku ez çûm li nava kelehê geriyam min dît ku yek ji van derencên tunelê herifiye û di bin axê de maye. Kelehê hilweşiya bû û tije çop bû. Cihekî ewqas dîrokî bêxwedî hatiye hiştin. Bûbû warekî kavîlî.
Dewletê Gêl di bin avê de hişt. Bîranîn û bermahiyên dîrokê jî di bin avê de hiştin. Lê dema tu li gotinên rayedarên dewletê binêrî wekî ku qenciyeke mezin bi Gêlê kirine didin nîşandan.

“Navçeya Gêlê ku tirbên heşt pêxember û gelek keyayan lê ye, ji Asur, Roma, Bîzans, Selçukî û osmaniyan re malovanî kiriye piştî kombûna avê di Gola Bendava Dîcleyê de veguherî bihuşteke ku were kifşkirin.”(Qeymeqamtiya Gêlê) Dewlet bi zanebûn cihê dîrokî di bin avê de dihêle. Piştre ji bo nebe mijara nîqaşan û bê jibîrkirin polîtîkayên taybet dimeşîne. Xera dike û vala nahêle. Îhaleyê dide mîmaran û li şûna wê avahiyên betonî ava dike. Piştî erdnîgarî ji dîrokê qut bû êdî dibe amûreke bedewiyê.
Min hema bêje hemû danasînên kelha Gêlê ya ji bo turîzmê xwendin, di yek danasînê de behsa dîroka rastîn ya Gêlê nayê kirin. Tenê behsa gorên pêxemberan tê kirin. Dîrok bi zanebûn tê berovajîkirin.

Wekî her derê li vir jî em israra tirkkirina dîrokê dîbînin. Yek ji akademîsyenê Zanîngeha Dîcleyê ku tevlî lêkolînan dibe di hevpeyvînekê de dibêje: “Taybetiyeke kelha Gêlê ew e ku mîmariya di çêkirina gorên keyayan de hunera tirk tîne bîra mirov. Li gorî lêkolînên hatine kirin ev gor di sedsala 1.-2. (PZ) de di dema keyatiya Arşak de hatine çêkirin. Tê texmînkirin piştî ku ev der dikeve destê Sasaniyan gor têne vekirin û alavên giranbûha yên di goran de hatine desteserkirin.”(Prof. Dr. Îrfan Yildiz akademîsyenê Zanîngeha Dîcleyê) Ev kes akademîsyen e. Nabe ku nizanibe tirk di salên hezarî de hêj nû hatin van deran. Berovajî dike.
Piştî ewqas dîroka qedîm li holê goleke avê û çend qeyîkên ku pê di nava golê de tur biavêjin maye. Ew jî li ber çavê qeymeqamiya Gêlê bûye bihuşt. Gotineke bi tirkî heye: bi kevirekî du çukan dikuje. Bi kurdî jî: bi kevirekî du kêlan dixe. Hem dîrokê di bin avê de dihêle hem jî qîmeta bihuştê biçûk dike.

Bendeva Germav û Heskîfê

“Piştî vekişîna avê bi sedan gor derketin holê. Hestûyên mirovan li ser rûyê erdê man.”
Dîroka 12 hezar salan bajarê qedîm ê şikeftan Heskîf. Paytexta dehan şaristaniyan. Mazuvana gel û baweriyan. Tu hewldanê têra xelasiya te ji ava bendavê nekir. Li ser stran hatin gotin, dokumanter hatin kişandin, klîp hatin çêkirin, çalakî hatin kirin lê mixabin li dijî talankirinê nehat parastin. Her şikeft û avahiya ku bi hostehiya hezar salan hatibû neqişkirin bi dînamît û kepçeyan hate wêrankirin. Ji bo dijminahiya li dijî dîrokê bê fêmkirin divê mirov li jiyana Heskîfê binêre. Dîroka hezaran salan li dijî hemû bertekan jî talan kirin. Polîtîkayên xerabiyê Heskîf binav kir. Tu aliyê bê parastin tune ye.
Heskîf li gorî cihê din ê dîrokî zêdetir li ser xwe mabû. Newala Çorî ji binê axê hatibû derxistin lê Heskîf bi hemû heybeta xwe li rûyê erdê şahidî ji demê re dikir. ‘Komara medenî’ nedibû ku destur bide mirov di şikeftan de bijîn. Mirovên di şikeftan de ji bo endamtiya Yekitiya Ewropa asteng bûn. Hemû şert û merc bi cih anîbûn tenê heskîfiyan rûyê komara medenî reş dikir(!) Lewma demildest diviyabû ev şerm ji ser rûyê komarê were rakirin.

Heskîf ewil di serdema Moxolan de hatibû wêrankirin. Cara duyem ji aliyê neviyên wan ve hate wêrankirin. Dema di 1966’an de Suleyman Demîrel serdana Heskîfê dike, dibîne ku mirov di şikeftan de dijîn. Demildest ferman dide ku ji mirovên di şikeftan de dijîn re xaniyên ‘modern’ bên çêkirin. Fîrmaya ku îhaleya çêkirina xaniyan digire cihê dîrokî xera dike û di cihê wan de malên ‘medenî’ çêdikin. Komar bi şoreşa cil û bergan medenî bû! Diviyabû Heskîfî jî medenî bibin.

Projeya bendava Ilisi (germav) di 1954’an de dest pê kir û di 1975’an de qediya. Lê ji ber rewşa wê ya dîrokî gelek caran hate rawestadin. Li gel ku bi dehan biryarên ‘parastina cihê dîrokî’ hatin dayîn jî dewletê dev ji çêkirina projeyê berneda. Piştî darbeya 12’ê îlonê di desthilata Turgut Ozal de di bin navê GAP’ê de çêkirina bendavê dîsa kete rojevê lê nekete meriyetê. Di desthilata AKP’ê de çêkirina bendavê lez da. Roj bi roj projeyên girêdayî bendavê hatin çêkirin. Di gulana 2020’î de bi girtina devikên bendavê av kom bû û Heskîf bi temamî di bin avê de ma. Di 6’ê Mijdara 2021’ê de bendav bi navê Bendava Prof. Dr. Veysel Eroglu Ilisu ji aliyê serokomar Erdogan ve bi awayekî fermî hate vekirin. Heskîfa ku malovanî ji bîr û baweriyan, asur, med, sasanî, roma, merwanî, eyyubî, artukî û osmaniyan re kiribû bi temamî di bin avê de ma. Lê li gorî rayedarên dewletê tiştek nebû. Jixwe tiştên girîng ji wir bar kiribûn û Heskîfeke nû, heskîfeke xweşiktir û modern avakiribûn. Ma hêj çi ji destê dewletê dihat. Dema Tirba Zeynel Abîdîn ji cihê wê rakirin piraniya televîzyonan weşana zindî dikirin. Pesnê dewletê didan. Digotin ‘binêrin dewlet çiqas hestiyar nêz dibe.’ Lê nedigotin heke bendav çênebe hewceyî vê zehmetiyê jî nabe. Di civîneke walîtiya Êlihê de walî ji beşdarvanan re dibêje ku ew ê lingê pirê jî bar bikin. Beşdarvanekî got: “Em bêjin we lingên pirê rakirin lê hûnê çemê dîcleyê çawa rakin?” Her tişt bi cih û dema xwe re watedar e. Pir li ser avê bi wate ye.

Bendava Ilisu navê xwe ji germavê digire. Cihê ku bendav lê hatiye çêkirin gundekî bi Germavê heye. Ji hemû derdorê gel ji bo avê diçû wir. Dewletê pêşî navê Germavê kir Ilisu, piştre navê wezîrê ku çêkirina bendavê leztir kir lê kir û kir Bendava Ilisu Prof. Dr Veysel Eroglu.