19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dewlet dixwaze malbatan bi tenê bihêle

Ji 1990’î heta niha kurd cenazeyên zarokên xwe yên di şer de jiyana xwe ji dest didin bigirseyî û merasimên bi heybet pêşwazî dike. Bi taybetî cenazeyê Kamûran Dundar, Vedat Aydin, Sekîne Cansiz, 14 şervanên kurd ên li Zozanê Şenê bi çekên kimyewî hatin qetilkirin bi merasimên bi heybet pêşwazî kirin û spartin axê. Di merasima cenazeyan de li Wan, Amed, Êlih, Cizîr, Riha, Nisêbîn, Pirsûs, Gever, Bazîd û gelek navendên din bi deh hezaran kes meşdarî meşê bûn. Mi merasimên cenazeyan de rayedarên dewletê ewil êrîşî cenazeyan kirin. Ava şid avêtin darbestên cenazeyan. Piştre ceza revandin. Ketina goristanan li girseyê qedexe kir. Definkirina cenazeyan a bi rojê qedexe kir. Cenaze ji goristana Xerzanê derxistin û li Stenbolê di goristanên bêkesan bin peyarêyan de veşartin. Di 2 salên dawî de jî cenazeyan bi kargoyan dixin pakêtan û ji malatan re dişînin.

Dozgeriyê ji sala 2020’î heta niha 3 cenaze bi kargoyan ji malbatan re şandin. Dozgeriya Dersimê ewil cenazeyê Egît Îpek ji malbatê re şand. Îpek di 2010’an de tev li PKK’ê bû. Di sala 2017’an de di şer de jiyana xwe ji dest da. Malbata Îpek 3 salan li benda cenazeyê Egît man. Herî dawî dozgeriyê cenazeyê Egît Îpek di 10’ê nîsana 2020’an de bi kargoya PTT’ê ji dayika Egît Îpek Halîse Aksoy a li navçeya Rezan a Amedê re şand.

Mahsum Arslan di sala 2018’yan de li Dersîmê di şer de jiyana dest da. Cenazeyê Arslan di 2’ê tebaxa 2020’î de bi kargoyê ji malbata wî re şandin. Dozgeriyê herî dawî cenazeyê Endama YJA Starê Stî Karatay (Ezda Avesta) ji malbatê re şandin. Stî Karatay di sala 2016’an de li çoltera navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê di şer de jiyana xwe ji dest da. Piştî 7 salan testa DNA’yê bi encam bû. Dayikê cenazeyê keça xwe di qitûyekê de wergirt û pişt re cenaze anî Wanê.

Hevserokê  Komeleya Çand, Yekitî, Piştevanî û Alîkariya Malbatên ku Xizmên xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine (MEBYA-DER) Şehmus Karadag têkildarî polîtîkayên dewletê û nêzîkatiya cenazeyan axivî.

Dixwazin vîna malbatan bişkînin

Hevserokê MEBYA-DER’ê Şehmûs Karadag bertek nîşanî vê helwesta dewletê da û wiha got: “Ev nezîkatiya dewletê jî aliye olî, huqukî û mirovahiyê ve nayê qebûlkirin. Ev nîşan dide ku li dijî malbatan şerê teybet dimeşînin. Îqtîdara AKP û MHP’ê şerê derûnî li ser malbatan dimeşîne. Dixwazin êşên malbatan zede bikin û serê wan bitewînin. Van malbatan li dijî dagirkeran serî netewandine. Bêhurmetiyê li nirxe kurdan dikin. Mafên kurdan binpê bikin. Dewlet dixwaze vîna malbatan bişkîne.”

Midûrê polîsan gefan li malbatan dixwe

Şehmus Karadag bal kişand ser gefên polîsan ên li dijî malbatan jî û wiha axivî: “Midurê polîsan gef li malbata Mahsum Arslan xwar. Got ‘Bila agahiya tu kesî ji cenaze tune be. Ku sazî û çapamenî hîn bibin em ê zarokên we ê zanîngehê bavêjin. Ên karmend bin jî em ê ji kar derxin’ û xwestin wan bitirsînin. Em diçin hevdîtina malbatan. Malbata ji me re dibejin ‘Em ser bilindin. Lê em şandina cenazeyan a bi vî awayî qebûl nakin. Dixwazin eşa me zêde bikin.’ Di nava kurdan de heta cenaze neyê definkirin, şînî didome. Ji ber vê yekê cenazeyan an nadin. An jî piştî çend salan dişînin. Ku bixwazin dikarin di rojekê de DNA’yê diyar bikin.”

Mafê definkirinê nadin cenazeyan

Karadag, li ser nêzîkatiya baweriya Îslamê ya li dijî cenazeyan jî rawestiya û wiha berdewam kir: “Dewleta tirk dibejî ez mislimanim. Lê heta îro di Îslamê de tiştekî wiha tune. Rayedar nahêlin li mizgeftan cenazeyan bişon. Nahêlin şînê dînin. Destûr nadin gel beşdarî merasima cenazeyan bibin. Dikujin, cenazeyan parçe dikin û piştre bi kargoyan ji malbatan re dişînin. Mafê definkirinê jî nadin malbatan. Dema defin dikin jî piştre êrîşî gorên wan dikin.”

Dixwazin malbatan bi tenê bihêlin

Karadag herî dawî destnîşan kir ku hikûmet dixwazin malbatan bi tenê bihêlin û wiha got: “Dewlet desetûr nade ji xeynî malbatê kesên din beşdarî merasima cenaze bibe. Dewlet dixwaze malbatan bi tenê bihêle. Ji ber vê yekê dixwazin derûniya malbatê xera bikin. Eger em li dijî  van polîtîkayên hikûmet û dewletê dengê xwe nekin dê cenazeye ku bi kargoyê tên ê zêde bibin. Bila hemû saziyên nirxê mirovahiyê diparêzin li dijî van kiryaran bêdeng nebin.”