17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gelê Wanê ji bo Newroza mezin amade ye

Gelê Wanê dê Newrozê di 20’ê Adarê de pîroz bike. Beriya pîrozbahiya Newrozê, Komîteya Amadekar a Newroza Wanê têkildarî bernameya Newrozê daxuyanî da. Nûnerên Kongreya Civakên Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Însan û Azadiyê (PÎA), Şaxa Konfederasyona Sendîqayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) ya Wanê, Komeleya Jinan a Star, Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Wanê, Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Wanê û gelek nûnerên rêxistinên civaka sivîl jî amade bûn. Di civînê de Hevberdevka Komîteya Amadekar a Newroza Wanê Mehtap Işik hemû kes vexwend Newroza Wanê. Hevberdevkê komîteyê Ahmet Guler da zanîn ku pîrozbahiyên Newrozê li navenda bajêr û navçeyên wê dest pê kirine û xwest Newroza îsal bibe wesîleya aştî û yekîtiya gelan. Hevserokê HDP’a Wanê Fîkret Dogan jî bal kişand ser girîngiya Newrozê ya ji bo gelê kurd û wiha domand: “Gelê Wanê tevî hemû zextan jî qadên Newrozê bi tevlibûna sedhezaran pîroz kir. Mîna duh, tevî hemû zextan îro jî xwedî li destkeftiyên xwe derketiye. Newroz, serîhildana li hemberî zilmê ye. Em tevahiya gelê xwe vedixwînin Newrozê.”

‘Em Newroza îsal bikin Newroza Azadiya fizîkî ya Ocalan’

Hevserokê DBP’a Wanê Çetîn Uyar jî qala tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kir û wiha got: “Hêvîdarim ku Newroza îsal bibe wesîleya azadiya birêz Ocalan. Bi vê wê wesîleyê ez Newrozê li hemû kesî pîroz dikim.”

Civîna çapemeniyê bi gerandina xelekên govendê bi dawî bû.