17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Wanê amadekariyên Newrozê didomin

Li Wanê Newroz dê di 20’ê Adarê de li qada Newrozê ya tenişta kelehê bê pîrozkirin. Îro Rêxistinên civakî û partiyên siyasî starta Newrozê dan û bang li gel kirin ku beşdarî Newroza mezin bibin. Li kolanan jî di çarçoveya xebatên Newrozê de li panoyên reklaman afîşên mezin ên banga Newrozê tên zeliqandin. Di afîşan de bi bernameya Newrozê hatiye parvekirin. Li gorî bernameyê Newroz wê bi silogana “Dem dema serkeftinê ye” li qada Newrozê bê pîrozkirin. Di afîşê de nivîsa “Newroza 2022’an pîroz be” hatiye nivîsandin û beşdar û saeta pîrozbahiyê cih digire. Li gorî vê yekê pîrozbahiya Newroz ya girseyî dê di 20’ê Adarê saet di 10.00’an de li tenişta keleha Wanê dest pê bike. Di bernameya Newrozê de dê Feleknaz Uca, Sezaî Temellî û Tayip Temel beşdarî pîrozbahiyê bibin.