28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dîroka gireva birçîbûnê II

Piştî çalakiya Kemal Pîr û hevalên wî çalakiya greva birçîbûnê bû yek ji çalakiyên ku li girtîgehan li dijî rêbazên tunehesibandinê tên meşandin.

Di dîrokê de grevên birçîbûnê yên ku pêkhatine li navendên cuda lê bi heman armancan pêk hatine.  Di van grevan de armanc wekhevî, maf, aştî û azadî ye. Dema em behsa azadî, aştî û wekheviyê bikin dê yên ku herî zêde werin hişê me şervanên azadiyê bin. Wek tê zanîn di sala 1978’an de bi avabûna PKK’ê re kurd di qadên cuda de têkoşîn dane û ji ber vê têkoşîna xwe hatine girtin.

Şervanên PKK yên ku hatine girtin û bi îşkenceya dewletê re rû bi rû mane li dijî vê yekê di nav çar diwaran de çalakiyan pêk anîne. Yek ji rêbaza çalakiya wan ya herî bi bandor grevên birçîbûnê yên ku dane destpêkirin in.

Di îlana 1980’yan de li Tirkiyeyê darbeyeke leşkerî pêk hat û bi hezaran kes hatin kuştin. Di nav wan de gelek jê PKK’yî bi sed hezaran kes hatin girtin û di girtîgehan de rastî îşkenceyê hatin. Bi dehan kes di girtîghan de jiyana xwe ji dest dan. Girtiyên PKK û PAJK’ê li dijî vê îşkenceya ku pêk tê bi pêşengiya Kemal Pîr û M. Hayrî Durmuş di sala 1981’an de li Girtîgeha Amedê dest bi greva birçîbûnê kirin.

Rêveberiya Girtîgeha Amedê ji bo greva birçîbûnê belav nebe dibê ku ew daxwazên girtiyan qebûl dikin lê dertê holê ku gotinên wan derew in. Ji ber vê yekê Hayrî Durmuş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz, Alî Çîçek û hevalên wan di 14’ê Tîrmehê ku ji bo têkoşerên kurd mîrateyeke mezine de dest bi rojiya mirinê dikin. Rojiya mirinê ya ku destpêkir li hemû girtîgehan belav bû.  Di vê çalakiyê de Hayrî Durmuş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz, Alî Çîçek şehîd bûn. Çalakgerên din jî piştî ku rêverberiya girtîgehê şertên girtiyan qebûl kir greva xwe bi dawî kirin.

Piştî çalakiya Kemal Pîr û hevalên wî çalakiya greva birçîbûnê bû yek ji çalakiya ku li girtîgehan li dijî rêbazên tune hesibandinan hat meşandin.

Wek tê zanîn bi girtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewletê hewl da têkiliya wî ya bi gelê kurd re qut bike. Ji bo vê yekê hevdîtina pê re tê astengkirin. 27’ê tîrmeha 2011’an ve hevdîtina pê re asteng kirin. Li ser vê yekê di îlona 2012’yan de bi sedan girtiyên PKK û PJAK’ê li 58 girtîgehên cuda greva birçîbûnê dan destpêkirin. Di vê grevê de daxwaz sererastkirina şert û mercên girtîgeha Îmraliyê û fermîbûna zimanê kurdî bû. Gelê kurd bi pêşengiya BDP’ê ji bo daxazên heyî pêk werin meşên mezin li darxistin. Her wiha gelê kurd jî li derva bi grevên birçîbûnê yên dorveger tev li vê pêngavê bûn.

Greva birçîbûnê ya ku li girtîgehan destpê kir û ji aliyê gel, rewşenbîr û siyasetmedaran ve hat mezinkirin bi vê peymana Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan: “Greva birçîbûnê ne karê girtiyan e. Heke pêwistî pê hebe divê yên li derva vê çalakiyê bikin. Grev gihiştiye armanca xwe ji ber vê yekê bi hêvî me ku bê bidawîkirin.” di roja 58’an de bi dawî bû.

Greva ku Leyla da destpêkirin

Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven bû ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe di 7’ê mijdara 2018’an de li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê  dest bi greva birçîbûnê kir. Greva birçîbûnê ya ku Guven da destpêkirin li hemû girtîgehên ku girtiyên PKK û PJAK’ê tê de ne belav bû. Leyla Guven di roja 79’emîn a greva birçîbûnê de ji girtîgehê hat berdan û greva xwe li malê berdewam kir.

Di 30’ê nîsanê de 15 kesên ku li girtîgehan de di greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger de bûn, çalakiya xwe veguherandin rojiya mirinê. Di 10’ê gulanê de 15 girtiyên din jî tev li vê koma rojiya mirinê bûn.

Di pêvajoya greva birçîbûnê ya ku Leyla Guven dabû destpêkirin de Zulkuf Gezen, Ayten Beçet, Zehra Saglam, Medya Çinar, Yonca Akîcî, Sîraç Yuksek, Mahsum Pamay, Umît Acar çalakiyên fedaî pêk anîn. Ugur Şakar jî di 20 sibatê de li Almanya ji bo bidawîkirina tecrîdê bedena xwe da ber agir û 22’yê sibatê de jiyana xwe ji dest da. Greva birçîbûnê piştî 200 roj şûnde gihîşt encama xwe. Piştî demek dirêj girtî bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan di roja salvegera damezrandina PKK’ê de dest bi greva birçîbûna dorveger kirin û çalakî didome.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê