spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Xwîn dipekiya derdora min

Eyup Guven

Ez ferfînek im

Jiyana min çend roja berdewam dike, bi tevahî di van çend rojana de weke tu sed salê serast di vê jiyanê de bixemilîne. Cihê ez têdeme tu kes min nabîne lê ez derdora xwe baş dibînim. Ez li deşta Roboskiyê, li ser sînorê bakûrê Kurdîstanê ber devê berqefekê hatime ruyê erdê. Roboskî gundekî Qilebanê bi Şirnexê girêdahîye, di navbera zinaran deye, ji xilaf asîmana tu derek ji wan nexuyaye. Jiyanaxwe piranî bi qaçaxê dike, em dibê qaçax lê belê hew ji bo debara xwe bike. Çûyîn û hatina wan heftê banqnot an sed banqnot ji wan re dimîne perê kîsek ard û tenekak rûn e.

Ji bona çi ji vê derê dibêje Roboskî? Bi herêmî ro avî, boskî jî ji peyva basik tê. An gundê li kêleka avê, gundê li tenişta avê.

Armanca min ne Roboskî ne jiyana vî gundî ye. Xema min hew jiyanamin bû,  lê belê min qet bîr nedibir ku ezê di van rojana de li vê bûyerê biqewim im û bibim şehadê qirkirinek bi sosret. Armanca min di van çend rojê ez li ser ruyê erdê bim ku ez û tîroja rojê bigihêjin hev, tiroja rojê ruyê min bialêse û min têxe nav hilma xwe û di hilma xwe de bifetisîne;

Ez çend rojan dereng hatibûm; ji cihêxwe dereng derketim,  dema ez derketim ser ruyê erdê ber êvarî bu min pir hindik ronahîyê erdê naskir. Her demek nêz derbas dibû, êvarê pençê xwe bera erdê dida. Berqefa ez têde şitilîm gomekî pir mezin li ser bû wer dihat fahmkirin ku bê ez çend rojan dimînim ku heya ez û tîrojê rojê bigihên hev. Hîn nuh hişê min hat serê min, min li derdoraxwe nerî ku ez li ser sînorê herdu deveran bûm, di nav sînorê Kurdîstana bakûr de şitilîm lê berê min bi Kurdîstana rojhilat ve bû. Min li her dû aliyêxwe nerî, ji xuşexuşa dengê pelê mazî û vîz vîza bayê kûr, puk puka kundekî û zure zura vavîka bêtir tu sewt ne dihat.

Ji berfê şûşê cemedê çê dibûn û dilop dilop li ser berqefkamin xwe bera ber min did ji zû de çûbû ava, ez li benda tîrojê roja nuh bûm. Ji nişka ve dengê teyr û tebayê bej qût bû. Lê belê rim rima dengekî nermik û her ku diçû zede dibû ber bi aliyê min ve dihat. Ew denga demek nêz de bû dengê şing şingê zingila, çelk çelkê qayişê cila û bû dengê firaxê li ser pişta hêstiran. Her ku nêzî min dibû erd dihejiya. Berqefka ez têde bûm li ser xaçrêka rêwîya bû, kî bixwaze here başûr pêwîste di vê xaçrêkê de derbas be û li ser sînor rehetoka xwe dawiyê biqedîne xwe rihet bike, çayekê vexwe, hêstirên betilîne avê û êmê wan bideyê û derbas bibe. Dema min dît rim rima hêstiran hat ez pir kêvxweş bûm, min fahm kir di vê jiyana rojane de ji xilaf tirojê rojê ez ê pir kesan bibînim, ango ewê rojamin tije tije derbas bibe. Ew rimrima bû qasî ku ez kifş bikim hat nêzîkî lim karwanekî nûh dike here qaçaxê, teva hêstirên wan nêzî sed hebî hebû. Ev karwana li mêrga ber min sekinî ji bona berî ku here rojava betilandina xwe derbas bike.

Yek duda cih didan hêstirên xwe, çend heban jî ji bona çayekê vexwe asugê xwe derdixistin, her hinek li derekê belav bûn. Min li wan nerî du sê heb ne têde, giş emrê wan ji sêzdeh salî bigire heya bîst salî bûn. Hîn min li doraxwe dinerî, du heb zarok berê xwe ber berqefa ez têdeme vekir, hat û liber min xwe bera erdê da ger du sê gavê dinê bihata dibû ku min bipeçiqandina. Du heb zarok bûn, cilê rojane liwan bûn, yek di destê wîde lepikekî rengê kesk û sorê lê hatibû xemilandin hebû, pêlavaxwe ji lingê xwe derxist, binê pêlava wî av dikişand, lastîka tekera lê gerandibû. Dema bi hevre peyivîn min faam kir navê yekê Erqane û navê yekî mihemede. Lepik di destê Erqan de bû, ji destê xwe derxist danî kêleka xwe û berê xwe bi Mihemed xwe vekir:

– Pismamê Mihemed ev bû çend car tu tê qaçaxê?

– Erqan ez cara yekemîn têm lê belê ez pir acizim.

– Xêre?

-Ez bê bavê xwe hatime. Ez bi bavê xwe re peyivîm, bavê min destûr nedamin, ji ber vê yekê min hêstira malê ne anî, ciranê me hêstir da min lê belê qezencame bi nêvî nêvî. Tu baş bimin zanî ez ji hespa û hêstira pir bi tevayî ji heywana hez dikim. Min dixwest ez bixwînim bibim beytar lê belê xizaniyê ev xeyala min pêk neanî. Xizanî weke sîya me qet ji du me neqetiya.

– Raste, tu zanî di jiyana mirovan de a herî xweş jê yek xewe. Di zivistanê de li gundan dema mirov du sergîna an du êzingan davê hundirê sobê û şorbenîskê li ser soba êzingan pelqika vedide, bêhna gijnîja di hundur odê de belav dibe, kes naxwaze dest ji vê xewê berde û ji nav livînê xwe derkeve, Lê belê dema sedem dibe xizanî an birçîbûn ne xew tê heşê mirova ne mirin.

– Ez ji mir, ev ne bes bû keçek û kurekî min bêheş hatin dinyayê, nikarin xwarina xwe bixwin. Em çûn cem bijijkan, gotin ‘ji zevaca malbatî ye’ em nikarin çereseriyê li vê buyera qewimîye bikin. Ev zarokê min heya sax be ew ê bêheş bin, ew ê li erdê razên û nikaribin karekî bikin. Ka ezê çi bikim gelî biraziya? Dema ez ji malê derdikevim, hişê min tev li ser wan dimîne. De ne ez tenê, Salih bavê wî pêl mayinê kir, her du lingê wî jê bû û heft kûflet ket hûstê wî. Seyitxan çû xerîbiyê, neqedand hat gund. Mihemed, biraziyê min jê yek tu, emrête hîn sêzdeh e û tu bê bavê xwe hatiyî. Ma tev ne ji xizaniyê ye? Cihan, pençeşêr dimejîyê bavêwî de hat; piştê vê diyawî mir û heft kûflet ket hûstê wî. Malbata Mihemed Elî yazde kes e, ne dibistan xwend û ne tu tiştek kir, bona alîkariyê bi bavê xwe re bike dest ji jiyanaxwe berda, jiyana xwe amedeyî malbatê kir. Nadir, sêzdeh kûflet ket hûstê wî û birayê wî. Ez bawer dikim emrê Osman bû 33 sal, hîn çavê xwe ji emeletiyê venekiriye. Ma Ozcan ne 18 salîye, ka xortaniya wî? Zeydan û Orhan ne birayê hevin. Em tev ne ji malbatekê ne, Vedat, Fadil, Şervan, Şerafetîn, Şivan, Sawaş, Karker, Nevzat, Mahsûn, Bîlal, Hemze, Aslan, Evdilselam, Adem, Yuksel, Bedran, Salih, Cemal, Husên, Celal, Serhat û mirovê navê wan nayê hişê min, tev ne ji xizaniyê, ji belengaziyê û ji birçîbûnê ye. Ma di van şevên berf li hewa dibe bûraz û xweziya mirovan ji nav lêva wan dikeve dibe şûşê cemedê de kî dixwaze ji malaxwe derkeve. Ez bawer dikim nûha gur bi gurtiya xwe ji qûla xwe dernakeve. Em pêncî hebin, sed û pêncî heb bi me ve girêdayî ne. Gundê Roboskî û Bûjeh ji me teng nayê, ji xizaniyê em naqedînin. Tu riyek em pêde biçin tuneye, em her carek diherin an 70,  pir hebe 100 banqnot parame bikeve, ew sed banqnota jî bi zor kîsek arvan dike. Em du kîs şekir distînin, an du bidon mazot, jê bêtir em karin çi bînin û çi bikin. Biraziyê; xwedê em li derek wanî aniye dinê, sal donzde meh hew asîman ji me xuyaye, asîman û ji mirinê pêvetir tu tiştek tuneye. Ez behsa çibikim çi nekim nizanim. De di avakirina gund de û heya îro çi çîrok û çi bûyer qewimiye, ê me bihîstine, emrê me têrê nake ku em bibêjin. De rabin birazî rabin, qet xema nexwin, hêdî hêdî xwe amade bikin, herin bi serê hêstirên xwe bigirin û em ê bi rê kevin. Waye dengê balafirên bê mirov li serme tê, em zêde nemînin baştir e. Îro bîst û heftê meha berfanbarê ye. Çend rojê dinê em ê tekevin sala 2012. Ez hevî dikim sala nuh ji me gişa bi xêr bê. De em rabin serxwe pêwîste em sibê bişev xwe bigihînin vêderê dîsa.”

Apê wan Selman ji cem wan rabû çû.

– Ka em çi bibêjin Mehemed? Tu rastî bixwazî ev e, de ka em jî xwe bera ber hêstirê xwe din û dakevin.

Di navberê de çend deqe derbas bû, cilê xwe lixwe şidandin. Erqan lepikêxwe kir destê xwe û berê xwe bi qefle vekir. Min li tevan dinerî, yek bi yek çûn ber hêstirên xwe, barê hêstirên xwe şidandin, yek bi yek ketin rêzekê û ber bi sînor ve çûn, gav bi gav ketin nava sînorê Kurdîstana başûr û di xaçrêkê de wenda bûn. Wek seydayê tîrêj digot:

Karwanê me wa bi rê ketî, lê şev reşî tarî.

Serma ye terez kulîyên di berfê her dibarî,

Bahoz e çelapek têne me, ji her çar kenarî,

Barê me welatê hey bira rêçame dure.

Disa ez tenê di berqefkê de mam,  hêdî hêdî min li derdora xwe nerî, ji dûr de zûr zûra çeng heywanên bejî dihat. Ba dikir viz viz weke kêrek kalanî ku tu li navbera seriyak penîrê nuh xwe girtîbe, xîne. Lê belê qet ne xema min bû. Ez û berf bûbûn yek nêrîn. Ez difikirîm ku ew ê çawa bibe sibe û tirojê rojê ruyê min bifirkîne û min derbasî warê jiyana dilşad bike.

Li alîkî din zarokên di vê bûrazêde berê xwe bi riya çûyin heye û veger ne eşkereye vekirî ne. Guhê min li ser wane. Ew ciwanên ji bona çend qûrişan berê xwe bi sînor vekirî ne.

Ger çuqas ez wan difikirîm dîsa ji bo na hatina min ruyê erdê ez bêxem bûm. Ne vîzvîza bê, ne serma weke cemedê, ne bi tenêbûna di berkefê de û ne hîva xwe veşartibû; ser min bûbû mij û qet tu tiştek ne di xema min de bû.

Bû destê sibê, li ser berfê çend refê kewa pirpirawan dihat li xwarinê digerîyan. Êvarî piştî karwan çû, li du wan berfek nermik nermik bariya, ez di bin berfêde wenda bûm. Weke mirovek serê xwe dîne ser balîfek nermik û lihêfek ji hiriya wek hevirmîşk di hembêza diyaxwe de veketîbe, çi xweş bû.  Min xwe kilkir, berfa zêde ji serxwe avît. Zinarê Kurdîstanê êdî dixemilî ji berfê lê belê darê mazî û berî li hember hev bi barandina berfê, bi bayê dikir vîz vîz, bi pelêxwere dilanê digirt bi xuşxuşek zelal.

Bû sibe, bû nîvro, bû êvar. Ne tîrojê rojê hat, ne rewşa hewê xwe nerm kir, ne çûkan dest bi sewta xwe kir. Li ser zinarê hember, di xeta asîmên de mijek pir giran xwe bera pozê zinarê da. Tuyê bivêje qey pelê dara sekinîn, deng ne ji tu teyra dihat û ne teba difiriyan. Do bi şev kundekî dikir pûk pûk, lê îşev ew kunda jî tune ye. Ji dûr ve bi qasî xiştîniya kîsoyê ku bikeve nava xerzikan û bi devê xwe yê bê diran xwe dirêjî hebek tirî bike, gurşîyekî hilkişîne, bi dengekî wanî nerm û hindik; bi dizî dizî ew denga ji dûra dihat. Gav bi gav, pêg bi pêg deng nêzî min dibû. Min fahmkir ku karwanê do bi şev çûbû waye dîsa vedigeriya. Ez li bendê bûm ku werin ber bi merga ser sînga gundê xwe; hin barê wan hinek li sinor, aliyê dinê bû, hinek derbas kiribûn, wê gavê teyrê berata, ê bê mirov bi ser wan di çû û dihat. Min fahmkir ku ev çûyîn û hatina ser karwan ne ji xêrê reye. Hîn ez li benda hatina wan bûm ku ew ê sînor derbas bikin, dengê vizîniyekê hat ji asîmên bi mişraqek ronî ku roniyeke pir mezin vêket û bi mişraqê re bû girme girma topê resas. Xirm xirma derbê çekan; Wê gavê min tu tiştek li ber çavê xwe nedît, hew tiştê min dît ji asîmana agir dihat barandin. Tu dibê qey li dinê çi qîrê qijot heye tev serbejêr bûye û li serê wan zarokan, hêstirana û li ser nebatê bej û avî dibariya. Min li wan nerî ku mêrga gundê Roboskiyê ji aliyê zebaniyê dojehê hatibû girtin û li ser gar û zinaran agir dihat barandin. Cihê ez têde bûm, asê bû. Ez bawerim ku ez ne di vî ciha debûma, ez ê jî di nava vî agirê sosretî de bişewitiyama. Ji ber ku aliyê riya revê nehiştibûn, karwan bû du kom, komek li alîyê başûr ma, koma dinê jî li aliyê bakûr ma. Di navbera her du koman de nêzî çarsed metroyî hebû an tûne bû. Koma yekemîn nêzî bîst hebî bûn, balafir li ser wan derbas bû û bombe li wan barand. Min ne dît ew bîst hebana bi kude çûn û çawa bûn. Dûxana balafiran qediya şûnde ji jor perçê goşt, por, ling û laşê du qetî bûbûn dihat xwarê. Tiştê ku ket ber çavên min, parçe parçe li asîmana goştê laşê hêstiran belav bûbûn ser daran; hîn min ev wêneyê qirêj di ber çavê xwe de derbas dikir, êrîşa dudoyan koma dinê jî ji hev belavkirin, xwîn weke kaniya serê zinaran biherike li ser ruyê erdê bariya. Ji mijê, ji dûxanê tiştek nedihat kifşkirin, min berê xwe digûherand kuderê, ji wir xwîn dipekiya derdorê min. Zebaniyê deriyê dojehê nedisekinî, ji her derê xwîn dibarand, asîman ji şewka ser berfê sor bû û hîv xeyîdî, derneket, ewr ji tirsa nedişirikand, wê gavê xwedayê bej û av li kuderê dinerî ez nizanim. Lê belê ne li wan derana bû.

Qet kesekî ji wan zarokana ne gotibû ku hêstir wan ji bombeyan nikane biparêze. Zarokên li ba min rûniştibûn digotin “Ez ê bibim beytar” xwe avêt bin hêstirekê, min dît hêstir û ew zaroka bi hev re hilkişiyan jor û her perçak li derekê belav bûn. Ez hîn li bûyera qewimî bû baş binerim, min dît ku du perçe li bermin ket. Gava min berê xwe pê vekir,  li dinê çi qas nifir heye min li xwe barand ku ez di vî du rojî de hatim rûyê dinê. Destek ket ber min, destekî zarokan bi lepik û lepikekî bi rengê kesk û sorê hatibû neqişandin. Hîn min xwe nedît, min dît pêlavek bine wê bi lastîkê tekeran teva lingê têde hat li ber min ket û xwîna ji wan weşîya min wendakir di bin xwe de. Ez bawerim tu jiyan wek jiyana van du rojana giran bû.

Nêzî seatekê li jor çûkê hesinî, li ser zinaran zebeniyê deriyê dojehê agir barand, bombe barand. Tu tiştek ji destê min nedihat lê belê min nizanî bû êdi ezê çi bikim. Tu rastî bixwaze min nikaribû tu tiştek bikira lê belê ez bi çi rengî, bi çi kêfê hatin ser ruyê erdê û ez li çi rast hatim. Dema hinek zarok hilfiriyabû asîmana, bi wê lezê ketibû ser tahtê mezin û sekinî bû. Ji dora devê wan tirêjek xwînê xwe bera ser taht di da. Hinek ciwan ne dipeyivîn, çavêwan li asîmana mat mabûn, hinek ciwan jî li ser gomakî mezin bê ling bûn, lê belê tev çav vekirîbûn û her yek li benda miradekî ku pê nehatibûn.

Dengeki giran û dizî dizî ber bi min dihat, min berê xwe bi milê xwe yê çepê vekir, hêstirek li kêleka min sekinî bû li destê nav lepikê keskû sorê hatibû veşartin, dinerî.

Tu tiştek nekir, li kêleka min sekinî, dibe ew li min hay nebû lê belê ew ji vê qirqirinê hatibû xelaskirin û li tenişta min çong veda, derbekê çavê hêstirê li bermin zîvirî, min li her dû çavan nerî ku di çavekî de Erqan dît û di çavê dinê de jî wendabûna karwanê xizaniyê yek bi yek dît. Ne çû derekê, li ber dest û lingê bi tenê her dû lingê xwe dirêj kir û xwe bera erdê da. li ser her dû sînoran berf sor bûbû û  derek spî tune bû.

Zebeniyan karê xwe lez bilez kir û reviya, xwe wenda kirin, milayiket û teyrikê bihiştê her yek bi çîrokekê rûhê xwe bera ser erda sar da.

Demek derbas bû ji dûr de dengê hewarê hat, hewarek mezin, hewarek bi şewt, min fahm kir ku gundiyan xwe gihand ser wan, lê belê her yek li ser mirovekî belav bûn, heya ji destê wan dihat li mirovên nemiribûn digeriyan lê belê di vê bombebarandinê de kî wê bifilitiya.

Axê bi bombe baranê re pir ciwan daqurtandibû. Min li derdoraxwe dinerî, li milê minî çepê hêstir sekinî bû, weke peykerekî tev nedigeriya, li peşîya min lepikekî kesk û sor tev dest, pêlavek bê çong lê belê ling di hûndûr de bû.

Di nav wê tevliheviyê de jinek hilkişiya jor, bi ber min ve hat, li ber min nerî ku destekî tev lepikekî kesk û sor û pêlavek bêçong dît û ew jina li ber wan çong veda wek hêrs a ji bombebaranê vegerîyaye û buye xezebek xurt, di jîyana xwe de ew dengê qet bilind nekirîye di nava lêvê wêde bu peyvê işk û dest pirsyarîyê kir û  xwe gîhand ruhê erqan, her peyvek diya wî bu wek rimê bi çuk û li der dorê vî çîyayî zîvirî û di laşe wê de cîh girt  û di deva de navek derket:

– Erqan, Erqanê min!.. Dema tu birê ket qet xew neket çavê min, ez çûm ber pacê min li rewşa hewayê dinerî. Berfa pêşîn a demsalê lez bi lez diqûrifî dihat xwarê.

Ez Gulberfînekim, min ew hêstira dît ji bo Erqan hêsir di çavan de dizîvirîn û firnikê pozê xwe heya dawîyê vedike kû gulpek dinê bîhna zarokê roj û agirê bikşîne hundurê kezeba xwe.

Ez Gulberfînekim, ez candarim lê başe ku ez nebatim ne mirovê xwîn mêjim.