17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dîsa AKP dîsa sixtekarî û êrîş

Di dema dengdayîna hilbijartinê de dîsa alîgirên AKP’ê serî li dek û dolaban dan. Li gelek bajaran cerdevanên AKP’î li aliyekî bi çekên xwe ketin cihê dengdayînê û li aliyekî din jî êrîşî ser hilbijêran kirin

14’ê Gulana 2023’an ji bo bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê rojeke dîrokî ye. Gelên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ev 21 sal in di bin zilma Erdogan de dinale. Ji ber vê yekê her kes bi çavên xelasbûna ji desthilatiya Erdogan û tifaqa AKP-MHP-HUDA PAR’ê vê hilbijartinê pêşwazî kirin wekî hilbijartina dîrokî nêzîk bûn. 60 milyon û 697 hezar û 843 hilbijêr ji bo ji bo hilbijartinên serokkomariyê û parlamentoyê saet di navbera 08.00- 17:00’an de çûn ser zêdetirî 191 hezar sindoqan û dengê xwe bi kar anîn. Wekî her car dengdayîn ji bakurê Kurdistanê dest pê kir. Welatî bi coş û kelecaneke mezin çûn ser sindoqan û dengê xwe bi kar anîn. Di nava gel de hêvî, coş, jiyaneke nû di çavên hemû hilbijaran de xuya dikir. Hem di pêvajoya xebatên hilbijartinê de hem jî di dema dengdayînê de gel bi awayekî aşkera daxwaza xwe ya guherînê anî ziman.

Heyeta Çavdêriya Hilbijartinê ya Navneteweyî ya fermî ku ji 403 çavdêran pêk tê, hilibijartinên li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ji nêz ve şopandin. Heyeta ji 175 kesan jî ku ji parlamenter, nûnerên partî û partiyên sîwanî, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl, hiqûqnas, akademîsyen, lêkolîner, rojnamevan û aktîvîstên ji welatên cuda yên Ewropayê pêk tê, wê li bajarên Kurdistanê ji bo çavdêriyê li qadê be.

Zexta cerdevanan

Wekî hilbijartînên din dîsa rayedarên dewletê û AKP’ê hewl dan serî li dek û dolaban. Ji ber ku hêzên ewlehiyê li gelek deveran piştevaniya AKP’iyan kirin binpêkirinên mafan zede bûn. Polîs li gelek dibistanan nehiştin rojnameger dîmenan bikişînin. Di roja dengdayînê de tişta ku herî zede derket pêş, cerdevan bi çekê xwe ket cihê dengdayînê, alîgirên AKP’ê wekî her car êrîşî ser muşahîdên muxalefetê kirin. Li gundê Sêgirkê yê navçeya Qilabanê ya Şirnexê, sercerdevan Şehmûs Babat û zarokên wî êrîş birin ser wezîfedarên sindoqê yên Partiya Çepên Kesk û ew birîndar kirin. Serokê AKP’ê yê navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê û parêzvanên wî yên bi çek zext li wezîfedarên li ser sindoqan kirin.

Rayedarên deweletê 10 serçeteyên komikên girêdayî koma bi navê Ceyş El-Wetenî yên li Ezaz û Efrînê ji dengdayînê derbasî Tirkiyeyê hatine kirin. Tê gotin ku ji van çeteyan re beriya niha nasname hatine derxistin, mafê dengdayîna di hilbijartinan de hatiye dayîn û 12’yê gulanê di deriyê sînor ê Hemamê yê li navçeya Cindirêsa Efrînê, deriyê Bab El-Selam û deriyê Hiwar Killês ên li Ezazê re derbasî Tirkiyeyê kirine.

Hêrsa ciwanan

Ciwanê amedî di vê hilbijartinê de mohra xwe hem li kazixê da û hem jî li hilbijartinê da. Ciwanê amedî ji ber hêrsa ji Erdogan û AKP’ê dema dengê xwe bi kar dianî bi hêrseke mezin moh li kaxizê da û mase şkend. Li gelek deveran ciwan ji ber hêrsa ji Erdogan û AKP’ê mohr şikandin. Hin ciwan ji ber vê hêrsê destê xwe şikandin.

Li navçeya Seyhanê li Dibistana Navîn a Mekanê AKP’iyan êrîş birin ser mûşahîdên Partiya Çepên Kesk. Muşahîdê Partiya Çepên Kesk Ferhat Genç ji qirika xwe birîndar bû.

Komeke ji 40-50 kesî ya ku li taxa Gundaş a navçeya Kaniya Xezalan a Rihayê bi awayekî komî xwestin dengê xwe bidin, ava kelandî avêtin ser endamê desteya sindoqên CHP’ê ku li dijî vê yekê derket. Li gorî îdiayan, komeke ji 40-50 kesî danê sibê ji bo dengdanê hatin ber sindoqa ku li gundê Kardeşler a Taxa Gundaşê hatiye dayîn û xwestin dengê blokê bidin. Parêzer Rohanî Paydaş ê Endamê Komîsyona Hiqûqê ya Serokatiya Bajêr a CHP’ê ya Rihayê ku çû cihê bûyerê, diyar kir ku êrîş li wan jî hatiye kirin. Paydaş diyar kir ku dema komeke mezin êrîşî wan kir tenê leşkerek li wir bû û kesek jî cilên leşkeran li xwe kiribû û wiha got: “Hevrêyên me yê erkdarên sindoqan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Kaniya Xezalan e.”

Hewldan muşahîdan lînç bikin

Li gundê Kordîgenê ya navçeya Kolika Semsûrê, keya tevî xizmên xwe hat dibistanê û xwest bi komî deng bi kar bîne. Muşahîdên Partiya Çepên Kesk li ber vê yekê rabûn, lê belê keya û xizmên wî hewl dan muşahîdan lînç bikin. Piştî bûyerê cenderme hat cihê bûyerê û hewl da muşahîdên Partiya Çepên Kesk û keyayê gund binçav bikin. Li ser îtiraza parêzeran servest hatin berdan.

Li gundê Zêwgê yê Cizîrê serokê berê yê AKP’ê yê navçeya Hezexê Cîhan Guven û malbata wî gef li gundiyan hatiye xwarin ku bi rengekî vekirî dengê xwe bi kar anîn. Ciwanan nerazîbûn nîşanî vê yekê dan, lê belê Guven tevî ciwanan ket hundirê kabîna dengdanê û bi zorê dengan da AKP û Erdogan.

Li Dibistana Seretayî ya Şehîd Tegmen Evren a li Şirnexê jî xizmên namzetê AKP’ê Arslan Tatar, tevî polîsan hewl da ku muşahîdên Partiya Çepên Kesk ji dibistanê derxîne. Lê belê muşahîdan rê nedan vê hewldanê. Li navçeya Qilabanê namzedê Partiya Çepên Kesk Hakan Taş tevî heyet pê re xwest dengdanê bişopîne, lê belê polîsan bi gotina ‘qedexe’ ye nehişt heyet bikeve hewşa dibistanê.

Walî û cenderme ji bo AKP’ê xebitîn

Li Qilabanê Fermandariya Cendermeyan gef li cerdevanan xwar û ferman da wan ku bi telefonê wêneyê dengê xwe bikişînin û ji wan re bişînin. Li Lîseya Şirnexê, bi fermana Walî Osman Bîlgîn muşahîd hemû ji dibistanê hatin derxistin. Li ser fermana Walî nehiştin heyeta navneteweyî têkevin dibistanê.

Li taxa Mûradê ya navçeya Giyadîn a Agiriyê, cerdevanek bi çekê kete hundirê Dibistana cihê dengdanê. Cerdevanê bi çek li ser îtirazê ji dibistanê hate derxistin. Cerdevanê ku bi çekê li korîdora dibistanê digeriya, piştre li odeya mamosteyan çay vexwar, li ser îtiraza wezîfedarên ji Partiya Çepên Kesk ji dibistanê hate derxistin.

Li navçeya Artûklû ya Mêrdînê, ji ber hewldana bikaranîna dengan a bi rengê blok, rageşiyê rû da. Piştî rageşiya li taxa Miqbila Jêr, di navbera hilbijêran de şer qewimî. Polîsan û parêzerên li herêmê dest li bûyerê werdan. Di bûyerê de kesek bi sivikî birîndar bû. Li navçeya Qoserê jî li gundê Tumikê ya Jor, hin zilam xwestin bi navê hevjînên xwe deng bi kar bînin, lewma rageşiyê rû da. Li ser destwerdanê, vê carê jî zilaman êrîşî wezîfedarên li sindoqê kirin. Bûyer bi destwerdana polîsan û nûnerên partiyên siyasî bi dawî bû.

Li taxa Eşmeyê ya Qoserê di dema dengdanê de xizmên namzedê AKP’ê Farûk Kiliç xwestin bi komî dengê xwe bidin. Muşahîdên Partiya Çepên Kesk li ber vê yekê rabûn û xwestin bi telefonê qeyd bikin. Di vê demê de komek ji dehan kesan ên ji xizmên Kiliç êrîş birin ser muşahîdên Partiya Çepên Kesk. Di encama êrîşê de Havas Gungor û Kemal Erbey birîndar bûn. Li gundê Eskîtaşê ya Kolîka Semsûrê birayên Serokê AKP’a Semsûrê ligel leşkeran bi gundiyan dengên vekirî dane bikaranîn.

Li ser sûc hatin zevtkirin

Di vê hilbijartinê de tifaqa Cûmhûrê li ser sûc hat zevtkirin. Li Dîlokê, nêzî hezar hilbijêrên Partiya Çepên Kesk bêyî agahiyan wan jê hebe bi navê Vatan Partîsî weke endamên desteya sindoqê hatine destnîşankirin. Bi giranî hilbijêrên bi temen bêyî agahiya wan bi vî rengî hatin destnîşankirin, lewma nekarîn dengê xwe bi kar bînin. Hilbijêrên navborî dema ku çûn cihê dengdanê hîn bûn ku xefikeke bi vî rengî li pêşiya wan hatiye danîn.

Cihê ku herî zede bala gel lê bû, herêma erdhejê bû. Li Hatayê, zêdeyî milyonek hilbijêr hene mexdûrên erdhejê dengê xwe li konteyneran bi kar anîn. Li navçeya Sêwereg a Rihayê, AKP’î zextê li gundiyan kirin ku bi rengekî aşkera dengê xwe bi kar bînin.

Zext û zordariya li ser hilbijêran heta bi dawîbûna saetên dengdayînê jî berdewam kir.