17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kurdan Erdogan ji serkeftinê vegerand

Di hilbijartinên 14’ê Gulanê de namzetên serokkomariyê Erdogan û Kiliçdaroglû dengê ku bên hilbijartin negirtin. Partiya Çepên Kesk, bi daxuyaniyekê ragihand ku wê têkoşîna wan a siyaseta demokratîk bidome

Hilbijartinên 14’ê Gulanê ku bi salan bû ji aliyê desthilata AKP-MHP’ê û muxalefeta Tirkiyeyê ve amadekariyên wê dihatin kirin, pêk hatin. Dengdana hilbijartinan saet di 08.00’an de dest pê kir û saet di 17.00’an de bi dawî bû. Tevahiya rojê di dengdanê de AKP’iyan gelek binpêkirin kirin. Bi taybetî li bakurê Kurdistanê lê li tevahiya bajarên Tirkiyeyê ji aliye AKP-MHP’iyan ve bûyerên binpêkirinê pêk hatin. Li bajarên mîna Şirnex, Mêrdîn, Semsûr, Riha û Amedê gelek AKP’iyan dengê xwe bi awayekî vekirî û komî avêtin û êrîşî muşahîdên CHP’ê û Partiya Çepên Kesk ên li dijî vê pêkanînê derketin kirin.

Tevî vê rewşê jî dema ku dengdan bi dawî û jimartina wan dest pê kir, di serî de Erdogan gelek rayedarên AKP’ê weke qet ev bûyer pêk nehatibin derketin pêşberî qamerayan û angaşt kirin ku dengdan bi awayekî demokratîk pêk hatiye. Balkêş e hevrikê Erdogan, Kemal Kiliçdaroglû peyamên bi heman rengî dan û ji ber manipulasyona ku pêk anî tenê bertek nîşanî Ajansa Anadolûyê (AA) da. AA’yê dema ku dest bi dayîna rêjeya dengan kir, dengê Erdogan ji sedî 60 da destpêkirin. Herî dawî dengê Erdogan heta 49’an daxist. Berovajiyê vê dengê Kemal Kliçdaroglû ku di asteke jêr de da jî kêlî bi kêlî bilind kir û derxist heta 45’an.

Rêjeyên her du hilbijartinan

Li gorî encamên ne fermî 54 miyona û 619 û 509 kes ji bo hilbijartina Serokkomariyê çûn ser sindoqan û dengê xwe dan. Lê ji van dengan tene 53 milyon û 250 û 311 deng hatin hesibandin. Bi vê rêjeyê beşdarbûna hilbijartinê derket 87,94’an. Erdogan ji sedî 49 û Kiliçdaroglû jî ji sedî 45’ê denga girt. Bi vê encamê her du namzet jî bi ser neketin û hilbijartin ji tûra duyemîn re ma. Namzetê tifaqa bi navê “Ata” ya nîjadperest Sînan Ogan jî bi rêjeyeke bilind (5) deng girt û bandor li encamên hilbijartinê kir. Li gorî vê encamê wê di 28’ê gulanê de Tirkiye ji bo hilbijartina serokkomariyê dîsa biçe sindoqan. Di tûra duyemîn de ji ber ku wê temenê wan temam bibe 47 hezar û 523 hilbijêrên din jî wê bikaribin dengê xwe bi kar bînin.

Weke tê zanîn bi hilbijartina serokkomariyê re hilbijartina parlamentoya Tirkiyeyê jî pêk hat. Li gorî daneyên ne fermî di vê hilbijartinê de jî rêjeya dengên partiyên siyasî bi vî rengî ye; AKP ji sedî 35,42, CHP ji sedî 25,40, Partiya Çepên Kesk ji sedî 8,79, MHP ji sedî 10,05, ÎYÎ Partî ji sedî 9,80, Partiya Jinûve Refahê ji sedî 2,84 û TÎP jî ji sedî 1,72’yê dengan girt. Li gorî van rêjeyan AKP 266, CHP 168, Partiya Çepên Kesk 62, MHP 51, ÎYÎ Partî 44, Partiya Jinûve Refah 5 û TÎP jî 4 parlamenter derdixe. Lê divê bê gotin ku ev ne daneyên fermî ne. Heta ku daneyên fermî bên parvekirin dibe hem di rêjeya dengên ku partiyan girtiye hem jî hejmara parlamenterên ku digirin biguhere.

Erdogan bi ser neket

Li ser van encaman hilbijartinên wê di rojên pêş de gelek nîqaş û nirxandin bên kirin. Lê tişta niha li holê û zelal kêmkirina dengên AKP’ê ye. Her çiqas bi Tifaqa Cûmhûr re piraniya meclisê girtibe jî AKP’ê dengên xwe gelek kêm kiriye. AKP’ê ji sedî 7 dengên xwe kêm kiriye. Bi hevkariya ku kir AKP’ê 3 namzetên HUDA PAR’ê jî derxist meclîsê. Her wiha Serokê Giştî yê DSP’ê Onder Aksakal jî di lîsteyên AKP’ê de hat hilbijartin. Tevî van hevkariyan jî AKP’ê dengê xwe kêm kiriye û namzetê wê yê serokkomariyê Erdogan di tûra yekemin de bi ser neketiye. Erdogan bi van encaman bûye marê nîvkuştî.

Tevî hemû zextên li ser û terorîzekirina desthilata AKP-MHP’ê jî Partiya Çepên Kesk li bakurê Kurdistanê hejmara parlamenterên xwe parastiye. Lê metrepolên Tirkiyeyê dengê ku hêvî dikir negirt. Ev yek jî bandor li hejmara parlamenterên wê kir. Li Stenbolê hejmara parlamenterên xwe kêm kir. Di vê encamê de helwesta TÎP’ê ya di Tifaqa Ked û Azadiyê de diyarker e. Erê TÎP’ê weke partî parlamenter derxistiye lê li Stenbol û li bajarên herêma Ege û Çûkûrovayê bi Tifaqa Ked û Azadiyê ku pê tev li hilbijartinê bû da windakirin. Serkeftina wê jî bi saya tifaqê pêk hat. Heke tifaq nebûna TÎP nikaribû parlamenter derxistiba.

Bi hilbijartina 14’ê Gulanê rengê parlamentoya Tirkiyeyê diyar bû. Tevî ku Partiyên mîna DEVA û Gelecekê ku ji AKP’ê veqetiyan pê re tevli hilbijartinê bûn jî Tifaqa Millet piraniya parlamentoyê bi dest nexist. Lê ji DEVA, Gelecek, Saadet û Partiya Demokratê gelek kes ji lîsteyên CHP’ê bûn parlamenter. Lê hilbijartina serokkomariyê wê di 28’ê Gulanê de pêk were. Ji bo hilbijartina serokkomariyê destpêkê wê di 20’ê gulanê de li derveyî welat û deriyên sinor dengdan dest pê bike. Piştî vê pêvajoyê wê di 28’ê Gulanê de li tevahiya bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê dengdan dest pê bike û li gorî van encamên ku ev roj ji sindoqê derkevin wê serokkomarê Tirkiyeyê bê diyarkirin.

Daxuyaniya Partiya Çepên Kesk

Rojek piştî hilbijartinê Hevberdevkên Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Îbrahîm Akin û Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar derketin pêşberî qamereyan û derbarê hilbijartinê de daxuyaniyek dan û li ser pirsên rojnamegeran nirxandina encamên hilbijartinê kirin. Di daxuyaniyê de hevberdevk û hevserokan kêmbûna dengê xwe qebûl kirin û peyamên xwe rexnekirinê dan. Li ser navê hevberdevk û hevserokan Ûçar, bi giştî ev daxuyanî da:

“Hilbijartin bi teşfîqa desthilatê pêk hat. Tifaqa Cûmhûr di hilbijartinên ku diviya di şertên wekhev de pêk bihatin de wekhevî nehişt. Hemû çavkaniyên cemaweriyê û hêza xwe ya desthilatê di hilbijartinê de ji bo xwe bi kar anî. Dek û dolaban bandora xwe li encamên hilbijartinê kirin. Hîleya mezin a li dijî me hat kirin astengkirina HDP’ê bû.

Di demeke kurt de amadebûna Partiya Çepên Kesk a ji bo hilbijartinê, sansur û îzalasyona ku çapameniya alîgir li dijî me pêk anî zehmetiyên ji bo me zêdetir kirin. Her wiha bi van bandoran re tevî hemû israra me jî qebûlnekirina bi yek partiyê ya neketina hilbijartinê jî heta radeyekê bandor li encamên hilbijartinê kir. Em di ferqa berpirsyariya xwe ya di hemû aliyan de rexnekirin û xwerexnekirinê de ne û em ê berpirsyariyên xwe yên vê der barê de bi cih bînin. Em dixwazin bi raya giştî re parve bikin ku em ê der barê kêmasî û nebesbûnên xwe de bi gel re xebateke berfireh bikin.

Banga li gel

Em ê berpirsyarî û rola dîrokî ya ku gelê me di hilbijartinan de daniye pêşiya me bi cih bînin.  Ji hêvî û coşa xwe tu carî paş de gav navêjin û bêrawestan em ê xebatên xwe bidomînin.  Rêveberiya me wê hilbijartinên serokkomariyê ya ku ji tûra duyemîn re maye binirxîne, bernameya xwe diyar bike û di demeke kurt de dê ji raya giştî re parve bikin.

Em bang li gelê xwe dikin ku hilbijartina serokkomariyê bi fedakarî û xebata HDP û Partiya Çepên Kesk ji tûra duyemîn re ma. Di vê çarçoveyê de em careke din spasiyên xwe pêşkêşî hevalên me yên partiyê dikin. Di nava şertên giran û pêvajoya krîtîk de me rewşa xwe ya partiya sêyemîn a parlamentoyê parast.  Em ê bi biryardarî têkoşîna xwe ya siyaseta demokratîk bidomînin û bi berpirsyarî tev bigerin.  Ji bo dawî li rejîma yekzilamî bînin em ê têkoşîna xwe bidomînin.”

‘Kêmasî hene’

Piştî daxuyaniya hevpar Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar jî pirsên rojnamegeran bersivand. Sancar, diyar kir ku ew jî qebûl dikin ku dengê xwe winda kirine û ji bo Tifaqa Ked û Azadiyê jî got ku tifaqa wan tenê ne tifaqa hilbijartinê ye û peyamên berdewama tifaqa wan da û ev tişt got: “Bi hilbijartinan re diviya ku me formelek bidîta. Me got ku yek lîste formula herî guncav e û vê yekê parast. Bi vê re me parastina tifaqê jî girîng dît.  Di tifaqan de xetereyên wiha dibin. Ev xetere di vê hilbijartinê de pêk hatin. Em ê vê di lijne û hevkarên xwe yên tifaqê re nîqaş bikin.”

Ji bo kêmkirina dengê wan de jî Sancar ev tişt gotin: “Kêmbûna dengên me li bajarên Tirkiyeyê berbiçavtir e. Ji bo nirxandineke bihurgulî divê em hemû encaman bidin ber xwe. Neserkeftinek mijara gotinê ye. Li bajarên Tirkiyeyê kêmgirtina dengan ji bo me pirsgirêk e. Divê em sedeman bi rêjeyan re nîqaş bikin. Li vir kêmasî, netêrbûna me hebe, kî heye, em ê di pêvajoya rexnekirin û xwerexnekirinê de binirxînin.”

Serkeftina jinan a Partiya Çepên Kesk

Partiya Çepên Kesk, her çiqas encama ku xwest bi dest nexistibe jî pergala wê fermûarê girtiye û hejmareke zêde namzetên jin şand meclîsê. Bi rêjeya ji sedî 49’an Partiya Çepên Kesk li 23 bajaran 31 parlamenterên jin şand meclîsê. Cara yekemîne ku partiyeke siyasî nîvê parlamenterên wê ji jinan pêk tê.

Parlamenterên jin ên ku Partiya Çepên Kesk şandiye meclisê wiha ne;

Tulay Hatîmogûllari Orûç, Meral Daniş Beştaş, Sevda Karaca Demîr, Oznûr Bartin, Kezban Konûkçû, Ozgul Sakî, Çîgdem Kiliçgun Ûçar, Çîçek Otlû, Bûrcûgul Çûbûk, Gulistan Kiliç Koçyîgît, Salîha Aydenîz, Berîtan Guneş Altin, Perîhan Koca, Sumeyye Boz, Sabahat Erdogan Saritaş, Dîlan Kûnt Ayan, Aliye Kizildamar, Newroz Ûysal, Ayşegul Dogan, Ayten Kordû, Pervîn Bûldan, Gulderen Varli, Gulcan Kaçmaz Sayyîgît, Nejla Demîr, Zeynep Odûncû, Nûrten Ertûgrûl, Semra Çaglar Gokalp, Halîde Turkoglû, Adalet Kaya, Sevîlay Çelenk Ozen û Ceylan Akça Cûpolo.