17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dîsa ‘cezayê dîsîplînê’ li Rêberê PKK’ê hate birîn

Piştî serlêdana malbat û parêzeran ji bo serdana Îmraliyê hate hînbûn ku li Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ‘cezayekî dîsîplînê’ yê nû hatiye dayîn û dîroka vî cezayî nehate aşkerekirin.

Di 10’ê Tîrmehê de ji bo malbata Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê Hamîlî Yildirim, Veysî Aktaş û Omer Hayrî Konar ên di tecrîda girankirî ya li Girtîgeha Îmraliyê de ne, hevdîtin were kirin serî li Hakîmtiya Înfazê ya Bûrsayê hatibû dayîn.

Hakîmtiyê ku di 18’ê Tîrmehê de serlêdan red kir, diyar kir ku li Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên din ên ku 3 sal in destûr nayê dayîn bi malbat û parêzerên xwe hevdîtinê bikin, ‘cezayekî dîsîplînê’ yê nû hatiye birîn.

Hakîmtiyê biryara di 19’ê Tîrmehê de ragihand ji parêzeran re û agahî neda ku ‘cezayê dîsîplînê’ kîngê û bi kîjan hincetê hatiye birîn.

Hêjayî gotinê ye ku ji 25’ê Adara 2021’an û vir ve ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan agahî nayê stendin.