spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Serlêdanên pêşbirka Xelatên Rojnamevaniyê ya Mûsa Anter dest pê kir

Serlêdanên ji bo pêşbirka Xelatên Rojnamevaniyê yên Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad dest pê kir. Serlêdana dawî dê heta 10’ê îlonê be. Xelat dê di 18’ê îlonê de bên aşkerekirin.

Pêşbirka Xelatên Rojnamevaniyê yên Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad ya 30’yemîn dê bê lidarxistin. Ev pêşbirk ango xelat diyarî bîranîna Mûsa Anter û xebatkarên çapemeniyê yên li ser wezîfeya xwe şehîd bûne, tên kirin. Xelat ango pêşbazî ji aliyê Rojnameya Yenî Yaşamê ve tê birêvebirin. Ji bo pêşbirkê serlêdanan dest pê kir. Pêşbirk ji beşên wek “Nûçeyên  Tirkî”, “Nûçeyên Kurdî”, “Wêne (Nûçe Wêne)”, “Karîkatur” û “Nûçegihaniya  Jinan” a ji bo bîranîna Gurbetellî Ersoz jî di nav de ji pênc beşan pêk tê.

Her beşdar dikare berhemek ango wêneyek, nûçeyek û karîkaturek beşdarî pêşbirkê bibe. Ew berhemên bên şandin dê li xwediyê wan neyê vegerandin û di rojnameyê de dikaribe bê weşandin. Serlêdana bo pêşbirkê ya dawî 10’ê îlona 2023’yan e û dê di 18’ê îlona 2023’yan jî serkeftiyên pêşbirkê bên aşkerekirin.

Şertên beşdarbûna pêşbirkê

Li gorî şertên şertnameya teknîkî ya pêşbirkê hatiye diyarkirin, her kes dikare tev li pêşbirkê bibe. Tenê endamên desteya hilbijêr (sala ku jurî ye) û xebatkarên rojnameya Yenî Yaşamê nikarin beşdarî pêşbirkê bibin. Divê berhem berê nehatibe weşandin yanî bi beşdar bi berhemê beşdarî pêşbirkek nebûbe û divê piştî 10’ê îlona 2022’yan hatibe weşandin. Beşdar dikare bi nûçe, wêne û karîkaturek ku berê pê beşdarî vê pêşbirkê nebûye, bibe. Heke ku berhemek wiha derkeve dê der barê beşdar de kar û barê binpêkirinê were sepandin. Xelata ku werbigire dê were betalkirin. Heke beşdar xelat wergirtibe, divê li desteya pêşbirkê vegerîne. Heke beşdarek berhemek ku bişîne û berhem ne aydî wê/wî be û mudaxileyek û xapandinek li ber endamên jurî bike dê der barê beşdar de kar û barê binpêkirinê bê sepandin.

Her beşdarên ku berhem bişîne pêşbirkê divê her şertên di şertnameyê de qebûl bike. Heke beşdarên ku li gorî van şertan tevnegerin dê li derveyî pêşbirkê bê hiştin. Heke berhem nehatibe weşandin navê berhem, cihê lê girtiye ango cihê lê xêz kiriye û dîroka wê binivisîne, heke brhem hatibe weşandin divê navê wê rojname, kovar, ajans, malpera înternetê, TV û agahiyên dîroka weşandinê û kopyek weşandinê di dosyeyê de cih bigire.

Beşdar divê raborî (biyagorafî), navnîşana xwe (telefon) û nivîsa agahiyên der barê berhemê de û wêneyek xwe li dosyeya serlêdanê zêde bikin.

Beşên din

Beşdar dikarin bi berhemên xwe yên di kategoriyên wek polîtîka, ekonomî, ekolojî, perwerde, tenduristî, civak-jiyan, çand-huner û sporê de beşdarî pêşbirkê bibin. Divê di van kategoriyan de nirxê nûçeyê hebe û wisa beşdarî bikin. Heke nûçeya ku wê bişîne pêşbirkê di medya nivîskî de hatibe weşandin divê di formata PDF de bişîne, heke di medya înternetê de hatibe weşandin divê di formata Word de bişînin navnîşana e-mailê ya li jê rê hatiye nivîsandin. Berhemê di medya înternetê de hatibe weşandin divê lînka wê jî were şandin.

Beşa wêneyan

Di quncika çepê ya jêrîn a aliyên piştê yên xebatên pêşkêşî pêşbirkê hatine kirin de wê nav û paşnavê xwediyê berhemê û navê xebatê bi etîketekê bê nivîsandin. Dema kişandina wêneyî, divê bi cih û navê nûçeyê bê diyarkirin. Di beşa wênekêşiyê de divê rehendê berheman, aliyê kurt herî kêm 2000 pîksel, di formata JPG’ê de di 300DPİ mp û di kalîteya tengkirina 12’yan de bê pêşkeşkirin. Heke desteya hilbijêr pêwîst bibîne dikare daxwaza wêneyê orjînal (Raw) bike. Wêneyên ku li ser hatine leyîstin û bi awayekî ku rastiya wî hatibe guhertin (ji bilî ronahî, reng, eyarên kontrastê) dê neyên nirxandin. Wêne di formata JPG’ê de dikarin ji navnîşana e maîla li jêr hatiye diyarkirin re bên şandin. Divê wêne ‘wêneyên nûçeyan’ bin.

Beşa karîlatur

Navên berhemên ji pêşbirkê re hatine şandin, wê li quncika çepê ya jêrîn a li pişt berhemê bi etîketekê bên nivîsandin. Xêzkar di teknîka ku bi kar tîne de serbest e. Lê divê berhem orjînal bin. Berhemên çapkirî yên dîjîtal, bi şertê ku bi îmzeya hunermend (îmzeya şil) bin tên qebûlkirin. Pîvanên karîkaturê divê herî kêm A4 (21 cm × 29,7 cm) û herî zêde A3 (29,7 cm x 42 cm) be û divê bi tu zemînan ve neyê kirin. Karîkatur dikarin bi formata JPG ji navnîşana e-mailê ya li jêrê hatiye diyarkirin re bên şandin.

Endamên jûriyê

Juriya Nûçeyên Tirkî: Farûk Bîldîrîcî, Alî Dûran Topûz, Banû Guven, Candan Yildiz, Nezahan Dogan, Mehmet Alî Çelebî.

Juriya Nûçeyên Kurdî: Sûna Tûnç, Hatîce Kamer, Rizoyê Xerzî, Ramazan Olçen, Leyla Ayaz.

Juriya Nûçegihaniya Jinan: Ceren Sozerî, Bîrcan Degîrmencî, Arjîn Dîlek Oncel, Safiye Alagaş.

Juriya Wêneyan: Ramazan Ozturk, Ozcan Yaman, Mûrat Baykara, Bêrîtan Canozer, Çetîn Altûn.

Juriya Karîkaturan: Mûrat Îpek, Mûsa Keklîk, Aşkin Ayrancioglû

Navnîşana ku berhem jê re bên şandin:

“e-posta: mailto:apemusaozgurbasin@gmail.com

Telefon: 0 212 252 83 99 Fax: 0 212 252 83 90

Navnîşan: Şehit Muhtar Mahallesi Bekâr Sokak No: 7/3 Beyoğlu/İstanbul”