17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rojeva rojnameyên erebî sedsaliya Lozanê û Tetbîqatên li Sûriyeyê bû

Rojnameyên erebî di rojevên xwe yên îro de cih da aloziya di navbera Rûsya û DYA'yê de ya li Sûriyeyê, bandora guhertina stratejîk a Tirkiyeyê di dosyaya Sûriyeyê de û salvegera Peymana Lozanê.

Rojnameya Şerq El Ewsat têkildarî aloziya di navbera Rûsya û Amerîkaya de ya li Sûriyeyê nûçeyek bi sernavê “Li gel aloziyê, tedbîqatên Şam û Rûsyayê” didomin, weşand.

Nûçeyê bal kişand ser tetbîqatên li çolistana Sûriyeyê (Badiye) ku hikumeta Şamê bi beşdarbûna balafirên Rûsyayê pêk anî. Di nivîsê de ev tedbîqat bi aloziya Rûsya-DYA’yê ya li qada hewayî ya Sûriyeyê ve hat girêdan ku di demên dawî de di navbera balafirên Rûsyayê û yên Amerîka û Fransayê de zêde bûbû.

‘Dazwaên Tirkiye bidawî dibin’

Rojnameya El Quds El Erebî jî bal kişand ser guhertinên di siyaseta Tirkiyeyê de çêbûne û bandora wan li ser dosyaya Sûriyeyê.

Di nivîsê de ev guhertin wek jinûve danîna stratejiyekê ji bo Tirkiyeyê hate nirxandin û hate gotin armanca demdirêj a vê stratejiyê ew e ku rewşeke siyasî ya guncaw ji bo îstîsmarkirina rewşa aborî û başkirina rewşa welatiyên Tirkiyeyê were afirandin.

Di beşeke din a nivîsê de hate gotin Sûriye di dema hilbijartinan de di qada siyasî ya Tirkiyeyê de bû mijara nîqaşên mezin û hîna jî mijareke asêmayî ye. Her wiha hate destnîşankirin ku piştî hilbijartinan jî ev yek şeklî ye, lê bi pîvanîn siyasî û berjewendiyên aborî xuya dike.

‘Bandora peymana Lozanê’

Rojnameya Ronahî jî cih da salvegera Peymana Lozanê, kongre û komxebatên têkildarî Peymana Lozanê têne lidarxistin û bandora peymanê ya li ser gelê Kurd.

Di nivîsê de îşaret bi konferansa li bajarê Lozanê yê Swîsreyê hate kirin û hate gotin: “Li bajarê Lozanê, bajarê ku sed sal beriya niha ev peymana bi êş lê hatibû îmzekirin, konferansek tê lidarxistin. Ji her çar parçeyên Kurdistanê û tevahî cîhanê kesayetên kurdî, siyasetmedar, nivîskar, rewşenbîr û akademîsyenên Ereb beşdarî vê konferansê dibin. Konferansa bi hewla sererastkirina rêgeha vê peymanê û ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd bi awayekî adilane, her wiha ji bo çareserkirina aloziyên ji ber vê peymanê li herêma Rojhilata Navîn çêbûn, tê lidarxistin.”

Di nivîsê de tê gotin piştî sed salî di ser îmzekirina vê peymanê re, dewleta Tirk a dagirker hewl dide qada dagirkeriya xwe li herêmên Kurd berfireh bike ku di navbera Sûriye, Iraq û Îranê de hatiye parçkirin, da ku peymana Mîsaqî Millî pêk bîne û serdana Osmanî ya bi xwîn li ser hesabê gelê herêmê bi cih bîne.