Dayikên Şemiyê bi daxwaza aqûbeta windayan bipirsin û kujer bên darizandin di hefteya 949’emîn de xwestin li Qada Galatasarayê çalakiya xwe bidomînin. Tevî ku biryara Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) “binpêkirinê” daye jî lê polîsan qadê dorpêç kir û Dayikên Şemiyê û parêzvanên mafê mirovan kêliya ku gihîştin qadê dorpêç kirin. Polîsan êrîşî dayikan û parêzvanan kir û ew kirin binçavan.
Polîsan rojnamegerên ku xwestin dîmen û wêneyan bikşînin jî ji qadê dûr kir. Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin.
Navên kesên hatine binçavkirin wiha ne: Eren Keskin, Gulseren Yolerî, Besna Tosun, Îrfan Bîlgîn, Hanîfe Yildiz, Alî Ocak, Alî Tosûn, Leman Yurtesever, Nazim Dîkbaş Hunkar Hudaî Yurtsever, Cîhan Kaplan, Bîlal Yildiz, Asli Takanay, Taylan Bekîn