3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Divê damara berdêldayî û keddayî nebe qurbana tifaqên bişik

Şev û zilmata ku hilweşyaye ser zeviya demokrasiyê; biratî û wekheviyê, tekoşîn û tevgerên bo pêşerojê li ber xwe didin bêhtir bi wate dikin.  Di şert û mercên zor û zehmet de  bi qasî misqalekê bertek û berxwedan bê wate nîn in. Divê bê zanîn ku bi qasî misqalekê bertek û berxwedan di rola çirûskeke geş de ye ji bo pêşerojê.  Ji ber wê yekê, destgirtin û piştgiriya hemû hêzên demokrat pêwist û girîng e.

Avakirin û mezinkirina tifaqa reng û dengan xebateke alternatif e û serkeftina wê dê Tirkiyeyê bêhtir demokart bike. Ji ber wê çi be bila bibe weke riya sêyem dê girîngî û pêwistiya xwe bide der.

Bes di demeke ku tifaqên partiyên pergalê  bandoreke cuda dane siyaseta tirk, pêwîstiya tifaqa hêzên ked û  azadiyê bêhtir lazim û gîrîng e. Êdî dem dema  siyaseta îtîfaqan e. Ne tenê di pêşketinê de, di paşmayîn û aloziyan de jî dê berpirsyar ew siyaset be.

Ji bo ku tifaqên berpirsyarên xitimandin û kaosa li Tirkiyeyê û tifaqên ku dibêjin em hêviyeke nû ya demokratîkbûn û pêşketinên nû ne jî bi salan e ji heman siyasetê tên û di nava hev de mezin bûne. Gelek biryarên ku bûna sedema xitimîn û têkçûna gelek stûnên civakbûnê û rêvebirina welêt ew bixwe ne. Di gelek sûcan de hevkar in. Karekterê wan ji hev ne dûr e. Anku bi hatina wan dê tiştên ku bi kelecana hilbijartinê ew dibêjin çênebe. Di vê hêzên demokrasiyê jî bi wan gotinan bi hêvî nekevin û xwe sist nekin.

Divê bê zanîn ku ew partî û tifaqên ku bi aqilê dewletê bi karekter dikevin dê bi dil û daxwaza xwe tu pêşketinan ava nekin. Dê tu xelatan nedin muxalîf û azadîxwazan. Dê bi polîtîkayên cuda û tundtir wan derkevin pêşiya wan. Jixwe berî hilbijartinê wezîr û wezaretên xwe kifş kirine û li cem xwe hikumeta xwe ava kirine. Heke em li wan kesan binihêrin em ê bibînin ku di demeke dijwar de li pêşiya hêzên demokrasiye ne. Em ê bizanin ku heyameke ku berxwedanê esas digire li pêşiya kurdan û dostên wan e.

Ji ber vê yekê, aqlê berxwedanê û aqlê rika serkeftinê divê xwe bi rêxistin bike û xwe bigihîne meclisê.  Bila bê zanîn ku hêza aqlê berxwedanê damara xwe nede avakirin dê xeteke sist di meclisa ku xwe bi karekterekî nijatperest ava kiriye de cihekî bêbandor bigire. Dê nikaribe li hemberî hikumeteke tund tu pêşketinan bi dest bixe. Damareke kurd û kurdewar bi hêzên demokratên radîkal re dê bandora demokratbûna meclisê bi xeteke bixwebawer çêbike.

Divê bê zanîn ku bi tifaqên tenê ku ji bo berjewendiyên hilbijartinê pêk tên tu pêşketin çênabe. Bi tifaqên ku bi tevger û têkoşîna gele kurd bi guman in tu pêşketin û destketin çênabin. Tifaqa bi partiyên ku ji hevgirtin û tifaqên kurdewar bi şik tu demokrasî û pêşketinên hevaltî û biratiyê çênebin. Heke tevgera siyaseta kurd bi vê zanebûnê tevnegere dê bibe sedema xeteriyên ku sererastkirina wan ne pêkan e. Baldarî û şiyarî di vê hêlê de girîng e.

Bê guman damara ku li ser navê kurd û hêzên demokrat di meclise de temsîliyetê bike divê hem ji bo polîtîkayên çareserîyê, hem jî ji bo berxwedaneke bêhempa bi huner, tijî û dagirtî be. Divê bibe hêzeke wisa ku pênc salan temsîliyeta gelê kurd û gelên heremê, bi rengekî qusir bike. Divê ne tenê polîtîka û siyaseteke di qalibê meclise de bike, divê li hember polîtîka û siyaseta sedsala ku em tê de ne bi huner û mahir be. Divê di behra siyaseta navneteweyî de melevan û xwedî helwest be.

Ji ber vê yekê çi be bila bibe aqilê ku ji bo siyasetê namzetan kifş dike dê ji wê hêza ku diçe meclisê berpirsyar be. Bo hilbijartina hêza hem ji bo îhtîmala berxwedana li dijî Tifaqa Cumhurê hem jî ji bo îhtîmala ku Tifaqa Milî bê hilbijartin dê çi bike nediyar e, helwesteke baweriyê ava bike.

Di rewşeke neyînî de dê berpirsyarên qurbankirina damara xwedîberdêl û ked dê ew bin ên ku dê bibin destikên partî û derdorên ku tifaqê tenê ji bo hinek berjewendiyên xwe dixwazin û dê bibin sedem ku kurd bibin qurban.

Heke tifaq bi guman bin divê aqilê siyaseta kurd xaniyê xwe li ser xîmê qahîm ava bike.

Di vê bê zanîn ku demsal demsala zelzele û erdhejan e.