spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Wê 1’ê Gulanê li Qada Deriyê Çiyê bê pîrozkirin

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê ragihand ku ew ê 1’ê Gulanê li Deriyê Çiyê pîroz bikin.

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê ku ji rêxistinên sivîl pêk tê têkildarî pîrozbahiya 1’ê Gulanê Cejna Karkeran li avahiya Odeya Avahîsazan a Şaxa Amedê civîna çapemeniyê li dar xistin. Pêkhateyên Platformê beşdarî civînê bûn. Hevberdevka Platformê Nûjiyan Yildirim di civînê de axivî.

Nûjiyan destnîşan kir ku ew ê pîrozbahiya 1’ê Gulanê roja duşemê saet di 12.00’an de li Qada Deriyê Çiyê (Qada Şêx Seîd) li dar bixin û cejnê pîroz bikin. Nûjiyan anî ziman ku ew li dijî feqîriyê, kedxwariyê, şer, talankirina ekolojiye û qirkirina jinan karker, kedkar û gelê Amedê vedixwînin qada 1’ê Gulanê.